Birûc Resûl/Qamişlo
Hevserokê Ofîsa Karên Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Şêxmûs Ehmed diyar kir ku pêwîst e Netewên Yekbûyî bibe xwedî nêrîn û destekê bide penaberan, ji ber ku ev erk ne tenê erkê Rêvberiya Xwesere, lê erkekê mirovî ye.
Bi dirêjkirina kirîza ku negihîştiye tu encaman, gelê Sûriyê mecbûr ma berê xwe bide welatên derve. Yek ji dewletên ku deriyê xwe ji penaberan re vekir Tirkiyê bû. Hejmara herî zêde yên penaberan derbasî tirkiyê bû. Bê guman ev yek ne tiştekî ji rêzê bû. Faşîzma Tirkiyê li ser van penaberan hesab û pilanên gelek qirêj dida meşandin. Di van demên dawiyê de ji aliyê hin dewletên weke Lubnan, Îraq û bi serkêşiya faşîzma Tirkiyê biryara derxistina bi darê zorê ya penaberên Sûriyê hatiye standin.
Di derbarê vê mijarê de Hevserokê Ofîsa Karên Penaberan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Şêxmûs Ehmed ji Rojnameya me re axivî.
Şêxmûs Ehmed diyar kir ku rewşa penaberên ku li dewletên mîna Turkiyê û Libnanê gelek astengiyan dikşînin û wiha got: “Her ku diçe rewşa penaberan ber bi xeteriyê ve diçê, piraniya gelê sûrî ji destpêka aloziyê ve heye roja îro gelek penaber û koçber çêbûn, tê zanîn ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê bû sedem ku di asteke gelek mezin de gel ji axa xwe derkeve û koçî welatê derve bibe, her wiha li herêmên ku Kurd lê dijiyan û ji milê dagirkeriya tirk ve hatine dagirkirin, malbatên çeteyan hatine bi cih kirin û rojane guhertina demugrafîk tê çêkirin. Dikarim bêjim ku dewleta Tirk siyaseta Tirkirinê dide meşandin û dixwaze hemû heremên ku dagirkirine tevlî axa tirkiyê bike. Di heman demê de li ser van koçberan bazar tê kirin û ti mafekî rewa ji wan re nayê dayîn, penaberên sûrî rastî tundiyekî gelek mezin tên û mînakên vê jî beriya demekê li Libnanê jî hate dîtin, hem dewlet û hem jî civaka Libnanê gelek caran nerazîbûnên xwe ji bo penaberên sûrî tînine ser ziman.
Her wiha Rêvberiya Xweser jî di vê derbarê de hin daxwîyanî dan, bêguman li tirkiyê jî heman rewş li hemberî penaberên Sûrî tê jiyan kirin. Her wiha beriya demekê çi markêtên gelê surî hebe, hemû dan şewitandin, û dewletên desthilatdar û dagirker gelê sûrê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî bi kar tînin.”
‘Sûcekê dijî mirovahiyê tê dîtin’
Şêxmûs di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Insyatîfa Sûrî ji bo penaberan hin gavên di cih de avêtin, di rastiya xwe de ev gav wekî çareseriyekê bingehîn mirov dikare lê binêre. Di heman demê de îraq biryarek bi vî awayî daye ku penaberên Sûrê derbeder bike û kampên heyî vale bike. Rêveberiya Xweser di vê mijarê de xwedî îda ye û hembêza xwe ji bo hemû kesên ku derbasî herêma wê bibe vekirî ye. Tê dîtin ku dewleta tirk a dagirker bi dijwarî êrişên xwe li ser axa Bakur û Rojhilatê Suriyê didomîne, rojane binesaziya herêmê dike navenda êrişên xwe yên ne exlaqî û sûcên dij mirovî. Di van rojên dawiyê de, geşedan û bûyerên ku di nava Tirkiyê de rûdan di rastiyê de rengê nijadî bi dijwarî xwe da nîşandan. Ji lewra Rêvberiya Xweser di vê derbarê de fikir û pêşniyazên xwe gotin, yanî çi kesê ku dixwaze careke din derbasî herêm û mala xwe bibe wê rêveberiya xweser bi wan re alîkar be. Ji bo pêşwazîkirinê jî du beşên wê hene Beşek jê welatiyên herêmê ne û beşa din jî, Rêvberiya xweser diyar dike ku pêwîst e Netewên Yekbûyî bibe xwedî nêrîn û destek, ji ber ku ev erk ne tenê erkê Rêvberiya Xwesere.”
‘Ji bilî Rêvberiya Xweser ti alî daxwiyanî neda ye’
Şêxmûs di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew dikarin di astekê de kampan ji bo penaberan avabikin û wiha domand: “Netewên Yekbûyî di vî alî de ji bo mezinkirina kampan ru gav neavêtine. Ji lewra pêwîst e erka xwe paşguh nekin û li gorî sozên xwe tev bigerin. Di derbarê van binpêkirinên ku li ser penaberan têne kirin ji bilî Rêvberiya Xweser ti alîyan daxwiyanî neda ye. Dewleta Tirk penaberan ji bo xwe dide bikaranîn û di astekê de li ser wan siyaseta birçîbûnê dide meşandin.”