Dayikên Aştiyê yên herêma Efrînê diyar kir ku ew ê li hemberî êrişên dewleta Tirk û dorpêça hikumeta Şamê li ber xwe bidin û van siyasetan têk bibin.
Bendên kontrolê yên Firqeya Çaremîn a girêdayî hikumeta Şamê dorpêça li ser kantona Şehbayê didomîne, rê nade ku madeyên sereke yên jiyanê, sotmenî û derman derbasî kantonê bibin. Hemwextî vê dorpêçê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gund û navçeyên kantona Şehbayê topbaran dikin û komkujiyan li dijî şêniyên koçber pêk tînin.
Dayikên Aştiyê yên li Şehbayê destnîşan kirin ku êriş û dorpêç bi armanca têkbirina îradeya wan û koçberkirina wan ji kantonê ne. Dayikên Aştiy anîn ziman ku ev siyaset dê têk biçin.
Fîdan Mihemed a ji Efrînê koçber bûye got: “Em di çadirên naylon de dijîn û rewşa me pir xerab e bi taybetî di vê zivistanê de, ji ber hikumeta Şamê dorpêç li ser me ferz kiriye û li kantonê hêmanên sereke yên jiyanê wekî xwarin û madeyên sotemeniyê tune ne.”
Fîdan Mihemed wiha domand: “Em ji xaka xwe hatin koçberkirin û malên me hatin wêrankirin, lê dîsa jî li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker em li ber xwe didin. Em bang li hikumeta Şamê dikin ku li siyasetên xwe vegere û şêniyên Efrînê wek welatiyên Sûriyê bibîne.
Xedîce Mihemed anî ziman ku ew tevî temenê xwe yê mezin amade ye li hemberî planên dewleta Tirk a dagirker bisekine û got: “Em Dayikên Aştiyê û yên şehîdan in, me hemû tiştên xwe ji dest dan, xak û mala me çûn û em koçberî Şehbayê hatin kirin, lê dîsa jî em ê berxwedana xwe ya li hember dagirkeriya Tirk bidomînin û ez ê bi vî emrî amade bim li hember planên dewleta Tirk a dagirker bisekinim.”
Her wiha, dayika Asye Ebdo jî anî ziman ku ew ê bi hemû rêbazan li hemberî siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên herêma Efrînê yên koçber berxwedanê bidomînin.
Dayika Asye bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku werin herêmê û zehmetiyên şêniyan bişopînin, zextê li hikumeta Şamê bikin da ku dorpêça li ser şêniyan bişkîne û îtîraf bi mafê hemû pêkhateyên gelê Sûriyê yê jiyana wekhev û azad bike.ANHA