Şefê xwarinên xwecihî, Sean Sheran li Emerîkayê ji bo xwarin û vexwarinên xwecihî yên gelên xwecihî yên Emerîkayê neyên jibîrkirin, restoranteke xwarinên xwecihên Emerîkayê vedike. Ew ji bilî vî karî, pirtûkekê jî dinivîse û tê de behsa çanda xwarinên çermsoran dike. Ji lewma mêhtingeran pêjgeha gelên xwecihî jî daye jibîrikirin!
Dema behsa mêhtingeriyê tê kirin nexasim çand, ziman û rêrûsmên civakan tên bîra mirov. Weke ku ji xeynî wan ti tişt nayê mêhtin. Lê mêhtingerî pergalake dijwar e, ew reseniya her tişta li ser axekê xera dike û tiştên aîdê xwe li wê axê bi cih dike. Li Dakotaya Başûr, şefê midbexa gelên xwecihî, Sean Sheran ê eşîra “Oglala Lakota”, bi bîr dixe ku mêhtinger her wiha xwarin û vexwarinên gelên xwecihî jî guhertine û niha kêm xwarinên gelên xwecihî yên berê mane. Aşpêj û şefê xwarinê, Sean Sharan hewl dide van xwarinan nede jibîrikirin û ji lewma heta jê tê li pêjgeha xwe xwarinên gelên xwecihî çêdike. Sean Sheran dizane ku ev xwarin di bin tehlûkeyê de ne.
Dema Sean Sheran ciwan e, li gelek restorantan û her wiha loqenteyan dixebite. Wî kariyereke pirr baş jî bi dest xistiye. Lê dema bala xwe dide xwarinên restorantan, dibîne ku xwarinên gelên xwecihî qet tine ne. Ev yek weke kesekî ji miletên xwecihî yên bakurê Emerîkayê, wî gelekî diêşîne. Jixwe, ew jî heta hingê, bi kêm terîfên çêkirina xwarinên gelên xwecihî dizane û di destê wî de derbarê xwarinên gelên xwecihî de jî agahiyên lazim tine ne. Dema ku ew hîna ciwan e, li Black Hills a li Dakotaya Başûr, dixebite. Ji bo “Xizmeta Daristanên DYE´yê” dixebite. Li wir peywirekê didinê û dibêjin, navê nebatên cuda fêr bibe û her wiha taybetmendiya van nebatan çi ye binivîse. Dema ew dest bi xebata xwe dike û li çavkaniyan dikole, gelek tiştên nû hîn dibe. Ev yek meraqa wî ya derbarê xwarinên gelên xwecihî de bêhtir geş dike.
Xwarin û vexwarinên gelên xwecihî dide nasîn
Sean Sheran dixwest vê rewşê biguherîne û bike ku xelk hay ji xwarin û vexwarinên gelên xwecihî hebin. Di çanda gelên xwecihî de a rast ev agahî ji nifşên nû re dihatin zelalkirin da ku hay ji rabuhiriya xwe hebin. Lê kesî ji Sean Sheran re behsa xwarin û vexwarinan nekiribû. Li Emerîkayê bi destê hikûmetê û bi riya “Commodity Food Program” ku bernameyeke ji bo xwarin û vexwarinê ye, xwarin û vexwarin dê çawa werin çêkirin, tê diyarkirin. Lê di nav van de mixabin xwarinên gelên xwecihî tine ne û yên hene jî bêhtir nimûneyên “fastfood” in. Ji ber van sedeman, wî şirketa xwe ya bi navê “The Sioux Chef” ava kir û bi îlhama ku ew ê xwarinên gelên xwecihî bide zanîn û nasîn, dest bi xebatê kir.
Xwarinên xwezayî çedike
Sean Sheran, pêjgeheke serbixwe ava dike, yeke welê ya ku di bin tesîra xwarin û vexwarinên Emerîkî yên modern de namîne. Li vê pêjgeha wî, bêhtir xwarinên gelên xwecihî hene. Wî arvan, qamişê şekir, goştê golik û berazan û her wiha yên mirîşkan ji menuya xwe derxistiye! Sherman dibêje, “Em dikarin bi birincê kovî, şîlan û hin nebatên din xwarinên xwezayî çêkin. Her wiha hin heywanên li xwazeyê jî meriv dikare goştê wan bixwe, weke kîvroşkên kovî. Heger hûn li nav daristanê bigerin û baş li hawirdora xwe binihêrin, hûn ê gelek tiştên xwezayî bibînin ji bo xwarinê.” Helbet dema ew van xwarinan li pêjgeha xwe çêdike, teknîkên berê yên gelên xwecihî bi kar naîne, berevajî vê yekê, bi awayekî modern vî karî dike û ji bo vê yekê jî dibêje, “Em wek salên 1941’ê bi teknîkên kevn xwarinê çênakin. Em ne muzexane û parçeyekî muzexaneyê ne. Em xwarinên ku bav û kalên me ji mêj ve çêkirine, bi awayekî modern çêdikin û li gorî hin pîvanên dinyayê ku niha li pêjgahan pêk tên, xwarinên xwe çêdikin. Em dixwazin bi vî awayî çanda gelên xwecihî vejînin û nedin jibîrkirin. Armanca me ji vî karî ev e.”-Ozgurpolitika