Darîn Silê/Qamişlo
Rêvebera Komîteya Zarokan Şilêr ya Qada Civakî Jûliya Xelo da zanîn ku Tirkiyê zarokên vê herêmê jî dike armanc û got, dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe hewl dide nifşê nû ji holê rake, divê em li zarokên xwe xwedî derkevin û derfetê nedin dagîrkeran ku zarokên me ji xwe re bikin hedef.
Zarok firîşteyên jiyana mirovayiyê û paşroja welatê xwe ne. Her civak bi zarokên xwe ava dibe. Herwiha ji bo parastina mafê zarokan sala 1925`an Roja Zarokan Ya Cîhanê hat ragihandin. Her sal 20`ê Mijdarê cejna zarokan li tevayiya cîhanê tê pîrozkirin. Ev roj ji bo zarokan hatiye veqetandin, da ku her kes nirxê zarokan bizane û mafê wan bi dest bixe. Bi taybetî zarokên Rojavayê Kurdistanê. Lewra di rewşa şer de derbas dibin. Gelek ji wan zor û zehmetiyên jiyanê dikşînin û zaroktiya xwe nabînin.
Li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê piştî destpêkirina şoreşê, di nava şer de gelek zarok dê û bavê xwe winda kirin û rastî êrişan hatin kirin. Bi taybet di vê dema dawî de êrişên ser zarokan zêde bûne. Herwiha ji her aliyê jiyanê ve zarok rastî tundiyê tên kirin. Ev tev dibin sedem ku zarok ji jiyana zaroktiyê qut bibe. Çimkî di vê rewşê de herî zêde bandor li zarokan dibe û herî zêde zarok bûn qurban. Dema têkoşîna şoreşê hat kirin gelek zarok hatin kuştin û destdirêjî li wan hat kirin. Îsal jî ji ber êrişên dewleta tirkî ya dagîrker gelek zarok şehîd ketin û gelek jê jî birîndar bûn, hin ji wan jî parçeyên laşê wan hatin windakirin.
Li gorî serjimariya dawî ya kiryarên dewleta tirk ya dagîrker û çeteyên li dijî zarokên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan ya herêma Cezîre ve hatiye ragihandin, ew e ku ji destpêka sala 2022`an heta 20`ê Tebaxê 16 zarok di encama bombebaranên dewleta tirkî de jiyana xwe ji dest dane, 37 zarok birîndar bûne û 2 zarok jî li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê rastî îşkenceyê hatine kirin.
Derbarê rewşa zarokên bakur û rojhilatêl Sûriyê û êrişên dagîrkeriyê yên ku zarokan dikin hedef de, Rêvebera Komîteya Zarokan Şilêr ya Qada Civakî Jûliya Xelo ji me re axivî.
`Rêjeya zarokên ku rastî tundî û êrişan tên zêde dibe`
Jûlia Xelo behsa rewşa zarokên li herêmên ku rastî êrişan tên kirin kir û axaftina xwe wiha domand: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêjeya zarokên ku rastî tundî, kuştin, destavêtin û revandinê tên 40% ye û got, ev rêje li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê her ku diçe zêde dibe, zarokên li wan deveran ji aliyê dagîrkeran ve tên kuştin, îşkencekirin û rastî tundiyê tên kirin.”
`Hewl dide nifşê nû ji holê rake`
Jûliya da zanîn ku armanca Tirkiyê ji hedefgirtina zarokan ew e ku paşroşa welatê me tine bike. Çimkî baş dizane ku di paşrojê de yên ku parastina nirx û destkeftiyên vî welatî bikin zarok in. Herwiha zarokên me weke xeteriyeke mezin li ser xwe dibîne. Ji bo wê jî bi êrişên xwe hewl dide nifşê nû ji hole rake.
`Emê hesabê kiryarên ku li dijî zarokên me tê kirin bixwazin`
Jûliya Xelo got, kiryarên ku li dijî zarokên me pêk tên em wan qebûl nakin û emê hesabê van kiryara bixwazin. Ev kiryarên ku dewleta tirkî dike, li gel xwedê jî nayên qebûlkirin. Divê dagîrkeriya tirkî were cezakirin. Ma heta kengî wê zarokên me werin kuştin û mafê wan were xwarin.
Jûliya bêdengiya navneteweyî ya ku bûye sedema zêdekirina sûcên dewleta Tirk ya dagirker şermezar kir û wiha pê da çû: “Bêdengî û neberpirsyariya navneteweyî pîvanên parastina mafê zarokan binpê dike. vê bêdengiyê derfetê dide tirkiyê ku êrişên xwe pêk bîne û zêdetir bike.
`Li hemberî vê rewşê berpirsyariyên xwe bi cih bînin`
Jûliya di berdewamiya axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî û rêxistinê mafê zarokan kir ku li hemberî vê rewşê berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Herwiha zextê li dewleta tirkî ya dagîrker bikin ku êrişên xwe yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, bi taybetî yên ser zarokan bide sekinandin.
Jûliya Xelo got, wek komîteya zarokan em bi tevayiya mijarên zarokan re eleqedar dibin û têkiliyên me bi rêxistinên girêdayî zarokan û bi Hêza Ewleyiya hundirîn re hene. Dema bûyerên derdikevin holê, em lêkolînên xwe dikin û nîqaşa bûyerê dikin.
`Divê em li zarokên xwe xwedî derkevin`
Rêvebera Komîteya Zarokan Şilêr ya Qada Civakî Jûliya Xelo di dawiya axaftina xwe de got, Zarok paşroja welatê me ne, dema em li zarokên xwe xwedî derkevin, em li welatê xwe jî xwedî derdikevin. Ji bo wê divê em li zarokên xwe xwedî derkevin. Herwiha em derfetê nedin dagîrkeran ku zarokên me ji xwe re bikin hedef û li dijî kiryarên wê em hêza xwe xurttir bikin.