Rojnameya Ronahî

Heqîqeta Rêber Apo

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat diyar kir ku Rêber Apo mîna ku hesabê kiryarên bi serê hevalên xwe yên keç, xwişkên xwe yên di zarokatiyê de bipirse, berê xwe da azadiya jinê. Her ku ber bi azadiya jinê ve meşiya, jinan jî berê xwe dan Rêber Apo.

Rêber Apo meşeke azadiyê ya bêdawî û bênavber e, rastiya jiyaneke azad û demokratîk e. Rêber Apo bi kesayetiya xwe ya bi eşqa heqîqetê dagirtî, bi azadîpareziya jinê, ekolojîk û demokratîk karakterê PKK’ê afirand û nasnameya wê ava kir. Rastiya PKK’ê berhema herî bêhempa ya Rêber Apo ye ku bêyî xiyanetê li xeyalên xwe yên zarokatiyê bike bênavber ber bi azadiyê ve meşiya. Lewma eger PKK tenê bi bername û rêziknameya xwe, bi armancên xwe yên taktîk û stratejîk ên demkurt, navîn, demdirêj bê pênasekirin, wê gelekî kêm bimîne. Îdeolojî û polîtîka, bername û rêzikname, armanc û plansaziyên stratejîk ên PKK’ê di kesayetiya Rêber Apo de şênber bûye û hêza civakîbûnê bi xwe re aniye. Lewma rastiya Rêber Apo û PKK’ê her cûre zehmetî û astengî ji ber xwe rakir û bi dilxwaziya têkoşînê nirxên mezin afirand, ji mirovahiya azad re bû çavkaniya hêviyê.

 

`Rêber Apo da pey xeyalên xwe`

 

Zarokatî di emrê mirovan de dema herî sade, pak, azad, wekhev û saf e. Dema zarokatiya Rêber Apo jî tevî van taybetmendiyan hemûyan, pêvajoyeke xweser bû. Rêber Apo zarokekî gelekî taybet bû ku bi aqil û hestên xwe, bi nêzîkatî û têkiliyên xwe, bi cidiyet û daxwazeke mezin da pey xeyalên xwe. Bi baldariya xwe ya li jiyanê, bi pirs, matmayî, hezkirin, coş, kelecan, bi hemû hestên xwe û lêgerîna xwe ya aqilane, di nava sade û kûrbûneke bêhempa de ye. Durust e, parve dike, bi rêxistin dike, diafirîne; dixwîne, fêhm dike, hewl dide jiyanê binase. Lêgerîna wî ya li wate û heqîqetê kûr û balkêş e.

Gava ku mirov li dîroka mirovahiyê binihêrin, wê bê dîtin ku pêvajoya civaka xwezayî pêvajoya zarokatiya mirovan e, lewma dişibe dema zarokatiya mirovekî. Eger mirov taybetmendiyên li civaka xwezayî yek bi yek bihijmêre, em ê bibînin heman taybetmendî bi zarokekî re jî heye. Her du rastiyên hebûnê nîşaneya hucreya esasî, rastiya civakê û mirovan e. Mirov ev e, ya jê û pê ve derew e, berevajîkirin e. Rêber Apo hucreya esasî ya civakê û mirov veguherand deryayeke mezin a wateyê. Ew şervanekî rastiyê yê dilxwaz e ku jin a azad, civaka azad ji nû ve afirand.

 

`Rêber Apo bi civaka azad civakbûneke nû afirand`

Ya ku Rêber Apo bi PKK’ê ji nû ve afirand; mirov ê azad, jin a azad, gel ê azad û jiyana azad e. Rêber Apo li hemberî malbata kevneşop, nirxên feodal, çanda zayendîperest, mêtingeriya qirker û modernîteya kapîtalîst bi rengekî ku di dîrokê de kêm caran hatiye dîtin têkoşîneke mezin meşand û bi jin a azad re civakîbûneke nû afirand. Nehişt ku fikir û hestên koletî, jiyana ji cewhera xwe hate dûrxistin û gemarîkirin vê civakîbûna bi kedeke mezin afirandiye gemarî bike, nehişt ku rastiyê binixumîne. Li ber sîstema cîhanê ya kapîtalîst faşîst û modernîteya wê rabû ku asta herî bilind a serweriya mêr e û têkoşîna heqîqetê bi daxwaz û eşqeke mezin meşand. Hêzên modernîteya kapîtalîst jî bi avakirina sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bersiv dan vê yekê. Sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê, şêweyê tolhilanînê ye ku modernîteya kapîtalîst û emperyalîst a faşîst ji Rêber Apo hiltîne. Sîstema modernîteya kapîtalîst a dijminê civakê û jinê, bi sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê tolê ji Rêber Apo hiltîne ku jin a azad, civak a azad afirandiye.

 

`Civakbûna Kurdistanê di şexsê Rêber Apo de şînber bû`

 

Civakîbûna Kurdistanî ya ku bi şexsê Rêber Apo de şênber bû, bi gihîştina îdeolojiya sosyalîzmê wê PKK biafirîne. Qonaxa koma destpêkê ya beriya avabûna PKK’ê, têkiliyên hevrêtiyê yên wê demê, wê bibe pêvajoyeke ku îdeolojî, jiyan û feraseta têkiliyê ya PKK’ê lê bê avakirin. Nirxên neteweyî demokratîk û sosyalîst ên PKK’ê wê di têkiliyên hevrêtiyê de li ser xeta ‘hevaltî’ bikeve meriyetê, ev xet wê destpêkê wê xwe bigihîne mirovan, nasnameyên pêşeng biafirîne û piştre jî PKK’ê ava bike, meşa dîrokî gav bi gav biafirîne.

 

`PKK`ê şînberiya rihê bilind veguherand rastiyê `

 

Ev pêvajoya meyînê di asta dîrokî de girîng e. Ev meşa bi heybet, ku bi hevalên Hakî, Kemal, Hayrî, Mazlûm û Sakîne Cansiz dest pê kir, wê bi têkiliyên hevrêtiyê yên mezin û bi wate rêya xwe bibîne û hêza meşê ava bike. Ruh û saftiya zarokatiyê ya ji dest nehate dayin, wê bi îdeolojiya sosyalîst re bigihêje hev, exlaq, mirov û têkiliya sosyalîst rastiya ‘heval’ hîn bêhtir bilind bike. Wê hucreyên esasî zêde bike, ber bi şoreşa civakî ya mezin ve bi gavên hîn ji xwe bawer bimeşe. Piştî ku hevrê Hakî 18’ê Gulana 1977’an şehîd bû, ev rewşa avabûnê ya di pêvajoya mayînê de bû, wê bigihêje asteke hîn bilind, berpirsyariya xwegihandina biryardariyê biafirîne. Bersiva li vê têkiliya hevrêtiyê ya gelekî hêja ku mîna ruhê cotik bûn, wê bibe Partîbûn. PKK wê bibe şênberiya vî ruhê bilind û veguherîna rastiyê. Ya ku îro PKK’ê li ser piyan dihêle, tevî ku cîhana kapîtalîst bi ser ve tê jî PKK têk naçe, sedema bingehîn a vê yekê ev têkiliya hevrêtiyê, sekna jiyana azad, mirov ê azad e. Ji ber ku hucreya esasî ya mirovahiyê mîna dargerîngekê PKK pêçandibû, her ku di mirovahiyê de israr dike, ev yek ji Kurdistanê ber bi Rojhilata Navîn û cîhanê belav dibe.

 

Rêber Apo berê xwe da azadiyê`

 

Rêber Apo mîna ku hesabê kiryarên bi serê hevalên xwe yên keç, xwişkên xwe yên di zarokatiyê de bipirse, berê xwe da azadiya jinê. Her ku ber bi azadiya jinê ve meşiya, jinan jî berê xwe dan Rêber Apo û ji vê derê jî ev karê jinê yê azad ê bêhempa û dîrokî afirî. Ev sekn û têkoşîn bû rabûna li ber serwerên cîhanê yên desthilatdarîperest ên mêr, bû rabûna li ber xwedayên bêmaske û tazî. Ji xwe dest pê kir û mêr kuşt, ji jinên Kurd dest pê kir û rastiya jin a azad zindî kir, asteke nû da sosyalîzmê. Jin kir hêmana bingehîn a jiyan wekhev û azad. PKK êdî meşeke jinê ya azad e, artêşbûna jinê ye, partîbûna jinê ye û rastiya jiyana demokratîk û azad e ku berê xwe daye konfederalîzma jinê ya demokratîk a cîhanê.

 

`Konferansa Jinê ya Navnetewêyî silav dikim`

Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya Duyemîn ku 5-6’ê Mijdarê li Berlînê pêk hat, çalakîbûna vê rastiyê ye. Konferansa Jinê ya Navneteweyî ya Duyemîn ku bû qada bi coş û kelecaneke mezin, nîşaneya şênber a wê yekê ye ku sedsala 21’ê bibe sedsala jinê. Di vê konferansê de dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li ser zimanê jinan bû rastiya jiyana azad a li çar aliyên cîhanê. Konferansê bi yekîtiya têkoşînê ya bi biryardariya jin ên azad, mizgîniya cîhaneke demokratîk û azad da. Bi vê wesîleyê em spasiya komîteya amadekar a konferansê û delegeyên konferansê hemûyan dikin, ji ber ku ev hesta bilind û bêhpa dan me. Hemûyan bi hezkirin û bi rêzdarî silav dikim. Ev konferans ji bo jinên ku di oxira azadiyê de têdikoşin bû çavkaniya sûdwergirtin û hêzê ji hemû jinan re. Ji aliyê têkoşîna jinê ya cîhanê ve pêşengiya îdeolojîk a Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd careke din û bi rengê herî xurt piştrast kiriye. -ANF

 

 

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle