Rojnameya Ronahî

Cemîl Bayik:  PKK herdem pêş ketiye, serketin çêkiriye û gelek nirx ava kiriye

Navenda Nûçeyan

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku PKK ji roja ku hatî damezrandin heta îro, timî pêş ketiye, serketin çêkiriye û gelek nirx ava kiriye û got, mirovatî di têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê de Rêber Apo, PKK û gelê Kurd ji bo xwe esas digirin.

 

Bi wesîleya damezrandina PKK`ê hevserokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik bi ajansa ANF`ê re axivî.

Bayik diyar kir ku taybetmendiyên PKK’ê, taybetmendiyên Rêber Apo ne û wiha got: “Mirov nikare PKK û Rêber Apo ji hev qut bike. Dibe ku teybetmendiyên Rêber Apo bi her alî ve di PKK’ê û milîtanên wê de bi temamî pêk nehatibe, lê ev yek nayê wê wateyê ku taybetmendiyên PKK’ê ji yên Rêber Apo cuda ne. Dema mirov bi her alî ve Rêber Apo fêm bike, wê çaxê mirov dikare PKK’ê fêm bike.  Xwe li ser xeta Rêber Apo avakirin di mirov de wateya çareseriyê pêş dixe. Yê ku wê hêzê di xwe de çêbike dikare pirsgirêkan fêm bike û çareser bike. Fêmkirin û çareserkirina pirsgirêkan pêşketin û serketine û ev jî azadî ye. Mirov dikare amanca azadiyê bi vî rengî pêk bîne.”

 

`PKK ji roja ku hatî damezrandin timî pêş ketiye û serketin çêkiriye`

Bayik  da xuyakirin ku Rêber Apo  ji dîrokê gelek encam derxistiye û li ser wê bingehê PKK hat avakirin û pêşxistin û wiha domand: “PKK ji roja ku hatî damezrandin heta îro, timî pêş ketiye û serketin çêkiriye, gelek nirx ava kiriye. Ev yek ne tenê ji bo gelê Kurd e, ji bo gelên Rojhilata Navîn ji bo mirovatiyê ava kiriye. Ji bo wê îro mirovatî di têkoşîna xwe ya demokrasî û azadiyê de Rêber Apo, PKK û gelê Kurd ji bo xwe esas digirin û ji xwe re mînak digirin. Rêber Apo ji ber ku di dîrokê de xwe baş kûr kiriye, PKK jî li ser dîroka civaka Kurd, li ser rastî û koka wan ava kiriye. Rêber Apo ji bo dîrokê vê dibêje; “Em di destpêka dîrokê de veşartîne, dîrok jî di roja me ya îro de tê ziman.” Bi vê yekê hem ji tiştên ku di dîrokê de qewimînî encam derdixe, tiştên ku mirovatî pêşxistî, xizmet û mirovatî pê hatî kirin esas digire, li ser vî bingehî jî li pêşerojê ango mirov divê çi bike, vê yekê pêş dixe. Wisa destpêk û dawiyê dike yek.”

Bayik da zanîn ku Mêtinger her dem  gel, civak û mirovê Kurd, ji dîrok, kok, çand, nasname û her aliyê xwe qut kiriye û wiha got: “Gelê Kurd ber bi mirinê ve diçû. Ji bona wê jî dewleta Tirk û hemû dewletên mêtinger û dagirker gotin ku pirsgirêka Kurd nema, êdî me xistiye gorê û careke din ne pêkane ku şîn bibe. Rêber Apo çi kir? Mudaxeleyeke pir dîrokî pêş xist. Ew mudaxeleya ku Rêber Apo pêş xist, ne tenê ji bo gelê Kurd bû, dibe ku di şexsê gelê Kurd de pêş xist lê ew mudaxele, mudaxeleyeke dîrokî ye, ji bo dîroka mirovatiyê ew yek pêş xist. Jixwe tişta ku di şexsê Kurdistan û gelê Kurd de pêş bixî, hemû gerdûnî ye, ne wisa tenê bi Kurdan re sînordar e.”

`Rîber Apo di Kurdistanê de gelekî evîndarê azadî û demokrasiyê ava kir`

Bayik da xuyakirin ku bingeha PKK’ê li ser esasê dîrok, civak û koka gelê Kurd hat pêş xistin û wiha dewam kir : “Hemû têkoşîna Rêber Apo li ser esasê ku bikaribe kêliyekê ku di her şert û mercî de ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşe çêbike. Di vir de jî encam wergirt, serketî ye. Gelekî wisa ava kir ku li Kurdistanê îro di hemû şertan de evîndarê azadî û demokrasiyê ye, dest jê ber nade. Ji ber wê yê ku yê li cîhanê azadî û demokrasiyê dimeşînin ev gel ji bo xwe mînak werdigirin. Ji bona wê PKK’ê û Rêber Apo ji xwe re mînak werdigirin. Wate ji bo ku siyaseta li ser gelê Kurd tê rêvebirin pir zailmane ye, Rêbertî partî û milîtaniya çêbûyî, tarz û şêwazê wê yê xebatê li gorî wê pêş xistiye da ku bibe bersiv û bikare li dijî wê siyasetê bisekine, her wiha bikaribe gelê Kurd ji mirinê derxîne û weke hemû gelan bide jiyankirin.”

Bayik diyar kir ku ji destpêka tevgerê ve pêşiya nijadperestiyê hatiye girtin û wiha giot: “Ji bo wê nijadperestî pêş neketiye. Ta ji destpêkê ve tevgereke enternasyonal e. Li ser vî bingehî hatiye avakirin. Lewma li ser civak û mirovatiyê bandoreke mezin çêkiriye. Eger ku îro yên ku ji bo xwe azadî û demokrasiyê, Rêber Apo, PKK’ê û gelê Kurd esas werdigirin, ji ber vê yekê ye. Ji ber ku dibînin ku pir temîz e. Di nava wê de nijadperestî nîne, bi temamî gel hene, çand, ol û nasname hene, çawa ku gelê Kurd ji bo xwe esas werdigire û li beramberî gelê Kurd berpirsiyartiyê nîşan dide, ji bo hemû gelan û olan jî heman berpirsiyartiyê nîşan dide. Wate Rêber Apo hêj wê demê bingeha Neteweya Demokratîk pêş xist, ne piştre pêş xistiye. Paşê ev yek gihandiye asteke bilind. Teorî û bîrdoziya wê pêş xist. Li beramberî hemû gelan xwe berpirsiyar dibîne û dixwaze di her şert û mercî de berpirsiyartiyên xwe pêk bîne. Ev jî rastiya Rêber Apo û PKK’ê ye”

`Rêber Apo hestên azadî û demokrasiyê hêj xurttir dikir`

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik  da zanîn ku Rêber Apo hêj dema ku vê tevgerê pêş dixist, di nêzîkbûnên xwe de, di uslûbê ku meşandî de li ser mirovan bandoreke pir xurt çêdikir û wiha got: “Rêber Apo hestên mirovan ên azadî û demokrasiyê hêj xurtir dikir. Lêgerînên wan û lêpirsînên wan xurtir dikir. Wate uslûbeke wiha dimeşîne. Dema ku diaxivî, te dixwest ku hema tu rabî û dest bi têkoşînê bikî. Dîtin û hestek wisa di mirov de çêdikir. Siyaseta ku dijmin li ser gel û te dida meşandin baş bi te dida fêmkirin. Ev yek jî di mirov de çi çêdikir? Mirov li hemberî wî dijminî bisekine, têkoşînê bike û mirov tolê hilîne. Hestên wiha çêdikirin. Ji bo wê milîtaniya ku di destpêkê de çêbû, ji ber wê yekê milîtantiyeke fedayî ye. Fedakarî, cesaret û biryardarî têde pir xurt e. Eger ku îro li Zap, Metîna wan deran fedakarî û cesaretên mezin tên jiyankirin, ew ji wir çavkaniya xwe digire, bingehê wê heye. Li ser wê bingehê ew pêş ketiye, xurt bûye û gihîştiye vê astê.”

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle