Saziya malbatê ya di civakê de û têkîliya jin û zilam, weke saziyeke ketinê, xwe ji her alî ve bazarkirinê û her cureyê harbûn û xerîbbûnê tê nirxandin û ev nirxandin jî çiqasî girîng e, di nava partiyê de jî bi bandora wê ve têkoşîn dayîn jî ew qas gîring e. Pêwîst e mirov van bandoran nexe nava partiyê. Di nava partiyê de ber bi çareseriyeke rast ve çûyîn û riyeke rast girtin girîng e. Di rastiyê de ev mijareke gelekî kûr e. Ev mijar ewqasî ji cewher hatiye derxistin ku, ji bo hemû bêrûmetiyan ew qasî bingeh avakiriye ku di serî de çareserkirina wê çawa ku gelek ji we bi wî rengî bawer dike, ew qasî hêsan nîne. Ev pirsgirêkên ne bi zewacên şoreşgerî yên erzan, ne bi înkarkirin, ne jî bi rêbazên pêşxistina zextê ve nayên çareserkirin. Pirsgirêk hîna berfirehtir e. Ev pirsgirêk bi qasî ku dîrokî ye, pirsgirêkê wisa ye ku pêwîste di riya wê de tekoşîn were dayîn.
Dema ku serdestiya partiyê bi pêş dikeve, milîtaniya partiyê hêzê bi dest dixe, tişta ku destpêkê tê bîra mirovan, serdestiya li mirovan e. serdestiya li ser mirovan de şêwazeke zext û dagirkeriyê heye. şêwazeke din jî wan azad bikî û bi kar bînî ye. Ger kadroyên me di nava têkîliyên malbatê yê kevneşop de ne û li ser hîmê serdestiya dewletê hatine mezinkirin, ev yek tê wê wateyê ku ew serdestiya partiyê, ya dewletê û ya malbatê tevlîhev dike. Ji ber wê jî dema ku dibêje ezê partiyan an jî gelan bixim bin serdestiya xwe, di rastiyê de hetanî dawiyê xeteriyê nîşan dide. Ji bo ferasetên serdestiyê yên derveyî xwe re rê vedike. Ger ev bi rengê koletiyê xwe nîşan bide hîn xetertir e. bêhêz e, ji serdestî û erkgirtinê agahiya xwe tuneye. Ji bo koleyekî kî çi bibêje ewê bi wir ve biçe. Ber bi kû ve were xwestin dê biçe wî alî, ew jî gelekî xeter e. Dema ku ev rastî li ser jinê bi pîvanên zilam ên kevneşop were pêkanîn jî, ev tiştekî hîn xetertir e. Li hemberî azadiyê û wekheviyê bêhêz e. Tiştê xirab jî, dema ku derfet bibîne, yan aliyê xwe yê înkarkirinê yan jî ketibûnê dide axaftin. Ev her du rewş jî xeter in.
Dema ku di bin bandora nêzîkbûnên kevneşop an jî têkîliyên her du zayendan de bimîne, ya nikarê wê derbas bike yan jî dê înkar bike. Ku ev di her du kesayetan de jî gelekî bi bandor e. Ev rastî vê pirsgirêkê giran dike û ber bi çareseriyê ve nabe. Çanda wî lewaz e, asta wî ya perspektîfan lewaz e. Ya herî girîng jî hewldan û tekoşîna wî lewaz e. Pirsgirêk bi vê nêzîkatiyê ve nayê çareserkirin. Beriya her tiştî xwe di asta ferasetê de amade nekiriye. Ji bo têkîliya di navbera zayendan de gelo bi kîjan feraseta bingehîn ve nêzîkbûn çêdibin? Di vê mijarê de tişta ku destpêkê tê bîra mirovan “bavê min bi dayika min çi kiribe, dayika min bi bavê min çi kiribe, yan di kolanan de yan jî di televîzyonê de çawa tê pêşxistin ezê bi wî rengî bikim” ev nêzîkbûn e. Asta wî ya dîrokî nîne, asta azadiyê nîne, asta şer nîne hînî rêzefilmên tv yê yên sînemayê bûye, nêzîkbûnên ku ji vir girtiye, nêzîkbûnên ku malbatê ew hîn kiriye, yê ku ji malbatê dîtiye û dizane ye. Tê zanîn ku ev çiqas tiştên bi nexweşî ne. Heta ev nexweşî yê ku faşîzm tehrîk dike ye. Gelekî zelal e ku ev nêzîkbûn ji serdema despotîk maye.
Gelo ji bo rastiyê dê hêz ava bibe? Ev yek bi asta azadiyê ve û ew kesên ku li gel me ne çiqasî milîtanên azad û şoreşger in, bi bersiva wê ve gengaz e. ger em gihiştibine van encaman, ew bi şoreşgeriya me ve gengaz e. Ji ber ku em şoreşger in. Ev jî tê wê wateyê ku pêwîste em li ser vê pirsgirêkê serê xwe biwestînin. Em dîwarên malbat û zayendê ve rastî hev hatin. Ji ber wê jî çareserî xwe ferz dike. Ger tu rêberê partiyê bî tuyê çareseriyê pêk bînî. Weke din tu nikari ji bin vê pirsgirêkê derbikevî. Ez zehmetiyê dikişînim, bi nêzîkbûnê “serdestiya min bihêz bû, ez xanedaniyekê ava bikim, dijberê rêgezê serokatiyê derbikevim” ve xelaskirina rewşê ne gengaz e. Ev jî me lewaz dihêle, gotina “ezê înkar bikim” jî dê bihelê mirov li şûna şoreşê bihêle, ku ev jî bi jiyanê ve tund girêdayî ye. ji ber vê sedemê pêwîste em çareseriyeke kûr di ferasetê de û ger gengaz be di gavên xwe de pêk bînin. Em li ser vê bingehê nêzîk dibin…
Wê dewam bike
Rêber Apo