Wednesday, May 14, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jiyan Tekçe: Erbane dengê jinê ye

20/02/2022
in Uncategorized
A A
Jiyan Tekçe: Erbane dengê jinê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Jiyan Tekçe diyar kir ku Erbane li dijî civaka baviksalar nîşana serhildana jinê ye, qîrîna ji bo aştiyê ye û got, erbane li xaka kevnar ya Mezopotamyayê dengê jinê ye.

 

Li xaka kevnar a Mezopotamyayê, Erbane weke dengê pîroz ê bi hezarê salan ê jinê tê naskirin.

Ji Sumeran heta bi vê serdemê amûreke 5 hezar salî ya Mezopotamyayê ye. Yek ji wan amûran e ku gelek çand û bawerî xwe pê îfade dikin.

Ereb û Fars jê re dibêjin “Def”, Kurd jî jê re dibêjin “Erbane”.

Erbane bi sedan sal in di her qada jiyanê de cihê xwe heye. Li dawetan, sersaxiyan, mewlûdan, weke dengekî rûhanî hatiye pênasekirin.

ERBANE Û JIN YEKPARE NE

Li vê xakê Erebane û jin yekpare ne. Bi hesret, bi eşq, bi êş û rondikên çavan herdu pîrozmendî digihêjin hev. Her tim bûye dengê azadiyê yê jinê ku bi civaka baviksalariyê li malê hatin asê kirin û hatin qetilkirin.

Ev amûra ku bi cewhera jinê hatiye afirandin ne bi melodiyê, lê bi rîtmê tê lêdan.

Du cûreyên erbaneyê hene; yek jê bi çermê sexte, ye jî bi çermê rastî hatiye çêkirin. Ya ku bi çermê rastî hatiye çêkirin li gorî germahiya qadê dikare sist bibe yan jî hişk bibe. Erbaneya ku bi çermê rastî hatiye çêkirin, destpêkê li ser tîna agir tê germkirin û bi vî rengî ji bikaranînê re tê amadekirin.

Li aliyê hundirîn ê erbaneyê jî xelek hatine bicihkirin. Erbane li cihekî nêzî sîngê tê bilindkirin û destek li jêrê, yê din jî li nava wê, tê lêxistin. Xelekên ku ew dorpêç kirine jî bi kilkirina wan li çerm dikevin û rîtmê çêdikin.

Erbane bi destên hunerî yên jinan digihêje nifşên nû.

Mamosteya Erbaneyê Jiyan Tekçe anî ziman ku Erbane bi taybetî ji aliyê çandî ve temsîla jinê dike û got, “Erbane xîtabî her kesî dike, lê ji bo jinê hîn taybet e. Dengê qîrîn, xemgînî û kêfxweşiya jinê ye. Jin bi Erbaneyê dikare hestê xwe nîşan bide. Jinên ku li Erbaneyê dixin li nava civakê cihê hurmetê ne. Jinan Erbane afirandin, ji ber ku herî baş wan jiyana xwe nîşan dan. Di her rîtma Erbaneyê de danheviya bi hezaran salan heye. Li vê xaka ku êş qet lê kêm nebûye, dengê jinê bi Erbaneyê bilind dibe. Erbane qîrîna jinê, aştiyê ye. Ji ber vê yekê cihê Erbaneyê ji bo civaka Kurd cuda ye. Heta jin hebe, Erbane jî wê hebe.”

ANF

Post Views: 34
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’
ÇAND Û HUNER

‘Zanîngeha Kurdî wê gaveke guhêrbar ji perwerdeya Kurdî re bafirîne’

13/05/2025
Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin
NÛÇE

Li Zanîngeha Rojava bi boneya roja Zimanê Kurdî panêlek hate lidarxistin

13/05/2025
Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)
NÛÇE

Dîroka qirkirina gelê Kurd Serhildana Agirî û Geliyê Zîlan (1)

13/05/2025
Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin
NÛÇE

Erkdarkirina Hatim Ebû Elşeqra bi daxuyaniyek hat şermezarkirin

13/05/2025
Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê
ROJEV

Ji tifengê ber bi demokrasiyê: Ravekirina kongreyên PKK`ê

13/05/2025
Partiya Şehîdan  PKK
ROJEV

Partiya Şehîdan PKK

13/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.