Darîn Silê/Qamişlo
Ji ber bihabûna venêrîna bijîşkan, herwiha ji ber ku piraniya xelkên herêmê aboriya wan lawaz e, gelek jê dema nexweş dikevin nikarin biçin bijîşk. Ji ber wê neçar dibin bê venêrîna bijîşk diçin dermanxaneyan û bi dermanan tedawiya xwe dikin.
Li bakur û rojhilatê Sûriyê li gorî aboriya gel venêrîna bijîşkan pir biha ye. Herwih cudayî di navbera bihayê venêrîna bijîşkan de jî heye. Gelek kes rewşa wan ya madî pir lawaz e. Ji ber wê dema nexweş dikevin li şûna ku li ser nexweşiyê bifkirin li ser pereyên tedawiyê difkirin. Gelek jê bê venêrîn dermanan dikirin û tedawiya xwe dikin. Dibe ku ew derman ji wan re ne baş be jî, lê ji neçarî dikin. Ev dibe sedem ku nexweşiya wan girantir bibe, yan jî nexşiyeke din derkeve. Derbarê mijarê de hin welatiyên Qamişlo nêrînên xwe ji me re anîn ziman.
`Bihabûna venêrîna bijîşkan ji me re dibe astengî`
Welatiya bi navê Şikriya Ehmed li ser bihabûna venêrîna bijîşkan wiha axivî: “Venêrîna bijîşkan pir biha ye. Derfeta me nîne em biçin bijîşk. Berî demekê ez nexweş ketim min nikarî biçim bijîşk, min hin derman ji dermanxaneyê standin, lê wî dermanî zirar li tenduristiya min kir û nexweşiyeke din çêbû. Li şûna ku xwe tedawî bikim bi nexweşiyeke din ketim. Em hêvî dikin ku rêveberiya tenduristiyê li ser bihayê venêrîna bijîşkan bisekine, çimkî gelê herêma me piraniya wan xizan in.”
Welatiyê bi navê Ebas Şêro jî li ser heman mijarê wiha axivî: “Ji ber ku venêrîna bijîşkan biha ye, gel êdî ditirse nexweş bikeve. Her bijîşk li gorî xwesteka xwe bihayê venêrînê distîne. Hin jê venêrîna wan bi 8 hezarî ye ya hina jê 20 e. Derfeta me nîne em bi 20 hezaran bidin. Çimkî ji bilî venêrînê em dermanan jî dikirin. Em ji sibehan heta êvaran kar dikin heta ku pêdiviyên malê pêk tînin. Rojbiroj jiyan li me teng dibe. Piraniya nexweşiyên çêdibin sedema dayîna demamên bê venêrîna bijîşkan e.”
`Kesên nikarin biçin bijîşk, dikarin werin Klînîkên Gel tedawiya xwe bibînin`
Welatiya bi navê Tadî Mehmûd ku li Klînîkên Gelek tedawiya xwe dibîne wiha axivî: “Heta niha gelek kes Klînîkên Gel nas nakin. Klînîkên Gel projeyeke baş e û barê xizanan sivik dike. Çimkî gelek welatî pere bi wan re nînin ku biçin gel bijîşkan. Li klînîkan biha kêm e û alîkariya feqîran tê kirin. Herwiha derman, wêne, test û teşxîskirin bi nîvê bihayê derve ye. Li derve venêrîn zêdeyî deh hezarî ye li vir bi sê hezaran e.”
Tadî da zanîn ku li Klînîkên Gel danûstandina bijîşkan bi nexweşan re pir baş e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em li vir bi rehetî tedawiya xwe dibînin. Tevayiya bijîşk û karmendên li vir bi me re alîkar in. Ji dema ku Kilînîk hatin vekirin ez têm li vir tedawiya xwe dibînim. Kesên ku nikarin biçin bijîşkan, dikarin werin Klînîkên Gel tedawiya xwe bi pereyên kêm bibînin.”
Klînîkên Gel alîkariya xizanan dikin û heta asteke baş barê wan sivik dikin. Ev Klînîkên ku ji aliyê Saziyên Civaka Sivîl yên Herêma Cizîrê ve hatin vekirin, cara yekê ye ku nexweşên xizan derman dikin.
Li Klînîkên Gel 57 bijîşkên pispor hene. 13 beşên tedawîkirinê jî weke, Kilînîka neurolojî, hestî, diran, jin û zarokan û hwd. Hene. Herwiha beşa tehlîla xwînê, îko, dermanxane, fîlm û beşa hewarî jî heye.
Berdevka Klînîkên Gel Rewda Simaîl bîr xist ku Klînîkên Gel projeyeke civakî ye û ji bo alîkariya civakê ji milê tenduristî ve kar û xebatê dike û ev li axaftina xwe zêde kir: “Klînîk ji saet 8`ê sibehan heta 2`yê nîvro vekirî ne. Gelek bijîşkên bajarê Qamişlo bi me re alîkar in. Venêrîn bi sê hezarî ye, kesên ku di saziyên Rêveberiya Xweser de kar dikin venêrîna wan bi 2500 lîreyî ye. Wêneyê îko bi nîvê bihayê derve ye, tehlîl 25% tê qutkirin û yê dermanan jî 10% ye. Hin caran jî kesê ku pir xizan be em rewşa wî dişopînin û pereyan jê nastînin.”
Rewda got, Klînîkên Gel ji bo xizmeta Gelê herêmê hatiye vekirin. Deriyê me ji her kesî re vekirî ye em her nexweşî qebûl dikin. Kesê xizan li şûna ku dermanên bê venîrîna bijîşk bi kar bîne, dikare li vir venêrîna xwe bibîne û dermanan jî bi bihayê kêm bigire.
`Bikaranîna dermanan bê erêkirina bijîşk rêbazeke pir şaş e`
Bijîjka zarokan ya bi nav Meryem Ehmed li ser dayîna dermanan bê erêkirina bijîşk wiha got: “Vê demê nexweşî zêde bûye û venêrîna bijîkan jî bih ye. Ji ber wê piraniya welatiyan berê xwe didin dermanxaneyan. Eger tenduristiya wan baş nebe çareke din diçin dermanên girantir dikirin. Ev rêbaz pir şaş e. Çimkî bê erêkirina bijîşk nabe derman were bikaranîn. Li şûna ku pereyên venêrînê li ser xwe sivik bikin nexweşiya xwe mezintir dikin. Çimkî mirov bi serê xwe dermaman bixwe zirar li tenduristiya wî dike û bi demê re hêza laşê mirov kêm dibe. Divê bê erêkirina bijîşkan derman neyên bikaranîn.”
Em li gorî rewşa nexweş dermanan didin
Li ser dayîna dermanan bê erêkirina bijîşkan dermanfiroş Riyad Mûsilî got, jimareke zêde ji welatiyan berê xwe didin dermanxaneyan. Bi teybetî vê demê çûna dermanxaneyan ji ya bijîşkan zêdetir bûye. Dema ku nexweş tê gel me em zû bi zû derman nadinê. Destpêkê rewşa tenduristiya wî nas dikin û li gorî rewşê dermanan didinê. Kesê ku nexweşiyên wan sivik bin û ti nexweşiyên weke dil û şekir bi wan re tinebin em derman didinê. Lê kesê ku nexweşiya wan giran be em wan rêdikin gel bijîşk û ti dermanan nadinê. Rast e venêrîn biha ye lê hin caran mirov neçar e ku biçe xwe venêrîn bike. Em jî wek dermanfiroş li gorî derfetên heyî bi welatiyan re dibin alîkar. Em bi hêvî ne ku aloziya aborî li hermên me çareser bibe, da ku welatî karibin bi rehetî bijîn û neçarî rê û rêbazên şaş yên ku zirar li tenduristiyan dike nebin.
Hevserokê Yekîtiya Bijîşkan ya herêma Cizîrê Ehmed Yûsif jî wiha got: “Wekheviya bihayê venêrîna bijîşkan ji aliyê Desteya Tenduristiyê ve tê dayîn. Wek Yekîtiya Bijîşkan em jî her tim hewldanên xwe dikin ku ji welatiyan re bibin alîkar. Ji bo wê jî dema dawî bi hevkariya TEV-DEM`ê me kilînîkên gel vekirin. Tê de nexweş bi bihayekî pir kêm tê tedawîkirin. Divê kilînîkên taybet jî bi pereyên zêde kar nekin û tîkîliyên wan bi nexweş re ne li ser bingehê madiyetê be.”
Ehmed Yûsif bal kişand ser newekheviya bihayê venêrîna bijîşkan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Tedawiya her bijîşkî bi rengekî cuda ye. Hin jê yên çava, dil, hestî, venêrîna hundir, diran, jin û hin yên zarokan in. Venêrîna her beşê ji ya din cudatir e, ji ber wê bihayê wan jî ji hev cuda ye.”
Gîgira Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê Bêrîvan Derwêş diyar kir ku ji bo wekheviya bihayê venêrîna bijîşkan li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê nîqaş tên kirin û ev li axaftina xwe zêde kir: “Em hewl didin ku di demeke nêz de wekheviyê bixin nava tevayiya venêrînan û bihayekî li gorî pisporiya her bijîşkî hilbijêrin. Lê heta niha ne diyar e ka wê wekhevî di kîjan astê de be. Wê biryar ji hêla Desteya Tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ve were dayîn. Em jî wek Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê emê di dayîna biryarê de ji gelê xwe re alîkar bin.”