Bi hezaran şêniyên navçeya Dêrikê cenazeyên 2 şervanên QSD’ê Xebat Marînos û Serhed Harûn ku di Pêngava Gurzê Gelan de li bajarê Hesekê şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Xebat spartin axê.
Bi hezaran şêniyên navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê ji bo wergirtina cenazeyên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Xebat Marînos (Xebat Orhan) û Serhed Harûn (Arsîn Şahîn) ên ku di Pêngava Gurzê Gelan de şehîd bûbûn, li ber nexweşxaneya Dêrikê kom bûn.
Piştî wergirtina cenazeyên her du şehîdan, şênî ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve bi rê ketin.
Li goristanê ji fermandarên QSD’ê Muhyedîn Xêrkî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û bal kişand ser girîngiya mezinkirina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê.
Cenazeyên her du şehîdan li Goristana Şehîd Xebat hatin veşartin.
ANHA