Jina bi navê Şîrîn Osman Ehmed li bajarokê Şoreş yê Çemçemalê ser 50 salî re ye ji heriyê tenûran çêdike û debara xwe pê dike.
Şîrîn Osman Ehmed di sala 1953’an de li gundê Canê yê bajarokê Tekyeya Cebarî ji dayîk bûye û niha li bajarokê Şoreş yê ser navçeya Çemçemalê dijî. Hê 15 salî, dest bi çêkirina tenûran kiriye.
Şîrîn li aliyekî zarokên xwe xwedî dike li aliyê din jî ji bo debara xwe li gel hemserê xwe karê çêkirina tenûran berdewam kiriye.
Derbarê destpêkirina karê çêkirina tenûran de Şîrîn Osman wiha axivî; “Hê ji zaroktiyê ve heskirina min ya çêkirina nanê tenûrê hebû. Wê demê xelk ji çêkirina min ya nan şaş diman. Di 15 saliya xwe de min cara yekê li Tekyeya Cebarî tenûra ji heriyê çêkir. Axa ku ez niha ji bo tenûran bi kar tînim, ji gundê Qurete yê nêzî Çemçemalê tînim. Nirxê tenûrên min 25 heta 30 hezar dînarî ye. Gelek caran jî alîkariya malbatên hejar dikim û qet pereyan ji wan nastînim. Ez ji karê xwe gelek hes dikim. Niha qet pêwîstiya min bi pereyên vî karî nine. Lê ji bo tendirustiya xwe û heskirina xwe ya vî karî, hê jî berdewam dikim.”
Şîrînê diyar kir ku ji ber ku karekî baş dike, ji gelek deverên cuda yên Herêma Kurdistanê welatî ji bo kirîna tenûran serdana wê dikin.
JINNEWS