Li Kobanê merasima bîranîna şehîdên Komkujiya Pirsûsê
Şehîdên Komkujiya Pirsûsê di salvegera 6’an de li Kobanê hatin bîranîn.
Merasima bîranînê ji aliyê Tevgera Komûnîst ya Şoreşger û Tevgera Jinên Komûnîst yên Şoreşger ya Herêma Firatê ve li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hat lidarxistin. Bi dehan şêniyên bajêr beşdarî bîranînê bûn.
Ji bo bîranîna şehîdan deqeyekê rêz hat girtin, pişt re sinivîzyonek derbarê şehîdan de hat pêşandan. Paşê endamê Tevgera Komûnîst ya Şoreşger Erdal Cibo axivî û got, sala 2015`an sala eşkerekirina planên dewleta dagîrker bû ku hewl dida dengê azadiyê qut bike.
Erdal Cibo ev xal li axaftina xwe zêde kir: “Şoreşa Rojava rê li pêşiya gelê bindest vekir da ku li dijî zilmê serî hildin û dengên xwe bilind bikin, di heman demê de mizgîniyeke mezin da gelê herêmê da ku ji fikirê şovînîst rizgar bibin.”
Cibo da xuyakirin ku li her dera ku dengê azadiyê lê hebe dewleta tirkî hewl dide wî dengî qut bike û axaftina xwe wiha domand: “Armanca dewleta tirkî eşkere û zelal e, dixwaze gel di tariyê de bijî. Komkujiya Pirsûsê şahid e ku dewleta tirkî fikirekî nû yê xwînmij hilgirtiye û dest bi komkujiyan li dijî Kurdên li bakurê Kurdistanê kiriye.”
Di dawiyê de Koma Botan ya girêdayî Navenda Baqî Xido stiran pêşkêş kirin.
20’ê Tîrmeha 2015’an, li ber navenda Çandê ya Amara ya navçeya Pirsûsê ya bakurê Kurdistanê êrişeke bombeyî li dijî kombûneke ciwanan pêk hat. Êriş dema ku ciwanan amadekarî dikir ku derbasî Kobanê bibin da ku diyariyan pêşkêşî zarokan bikin, pêk hat û di encamê de 33 ciwan şehîd bûn.
ANHA