Talana dewleta Tirkan ya li Efrîna dagîrkirî her ku diçe mezin dibe. Vê carê kevirên goran hatin talankirin.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê komên çete yên girêdaayî dewleta Tirkan goristana li gundê Şêxorzê talan kirin. Hat gotin çeteyên Tirkan kevirên goran rakirine, wan difiroşin yan jî li baxçeyên malan datînin, ku ev mal jî yên gel in û dest li ser wan danîne.
Ji Adara 2018’an vir ve li Efrîna dagîrkirî her tiş tê talankirin. Binesazî, kanên me´denan û milkên taybet bi rengekî sîstematîk tên talankirin. Herwiha ev êrîşa sîstematîk li ser goristanan jî dibe. Goristana Avesta ku dema êrîşên dagîrker şervan û sivîl lê hatin veşartin, pêşî hatibû talankirin û ajansa fermî ya dewleta Tirkî AA gotibû goristan ya sivîlên kuştî ye. Lê di demeke kurt de rayedarên Efrînî û dîmenan ev îdîa derew derxistibûn.
ANF