Rêxistina Geşkirin û Pêşxistinê ya Misrê bi sernavê “Di çarçoveya geşedanên rojane û zehmetiyan de girîngiya têkiliyên Kurd û Ereban” li ser internetê forumek li dar xist. Di forumê de hat gotin, têkiliyên Kurdî-Erebî têkiliyên dîrokî û kevnar in, dosyaya kurdî dosyayeke mezin, bi girêk û xwediya giraniyê ye. Her wiha hat gotin gelên herêmê bi gelê Kurd re ne.
Di gel gelek rewşenbîr û akademîsyenan, Mûdîrê Edîtoriya Rojnameya Ehram ya Misirê Fethî Mehmûd, lêkolînerê akademiyê yê karûbarê siyasî–Iraq û Sekretêrê Giştî Yê Komeleya Erebî Ya Piştgiriya Doza Kurdî Dr. Teysîr El-Alosî, Serokê Partiya Sosyalîst ya Misirê Ehmed Behaedîn, çalakvana hiqûqî ya tunisî Selwa Qîqa, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd, rêvebera Komeleya Emel ya Kerkûk-Iraq parêzer Sirûd Ehmed, nivîskar û şîrovekarê siyasî yê misrî Recayî Fayid, profesorê li zanîngeha Belqa ya Urdinê Dr. Ridwan Îzolî, şîrovekarê siyasî Dr. Muhîb Saliha, Serokê Rêxistina Koalisyona Navneteweyî ya Maf û Azadiyan–Parîs Mihemed Îsamîl El-Şamî, rojnamevan û nivîskarê ji Tirkiyê Berekat Kar, parêzerê iraqî Mihemed El-Selamî, nivîskar û rojnamevanê urdinî Redad Ilyas El-Qelab û çalakvanê siyasî yê fililstînî Yasir Ebû Seydo beşdarî forumê bûn.
Forum ji aliyê Rewşen Qasim û Dr. Muxtar Gebaşî ve hat birêvebirin.
Di forumê de mijarên weke, “Di vê demê de çima pêwendiyên Kurd û Ereban?”, “Li hemberî destwerdanên ser herêmê rola Ereb û Kurdan” û “Paşroja danûstendinên Kurd û Ereban” û “Rola civaka sivîl di çalakkirina diyalogên Kurdî-Erebî de” hatin nîqaşkirin.
Fethî Mehmûd girîngiya xurtkirina têkiliyên kurdî-erebî destnîşan kir û wiha got: “Li gel guhertinên ku li herêmên Rojhilata Navî dibin, pêwîstiya me bi xurtkirina têkiliyên kurdî-erebî heye. Li herêmê guhertin dibin, ji ber vê yekê pêwîstî heye ku em têkiliyên kurdî-erebî careke din di ber çavan re derbas bikin. Lewra gelek xeter li pêşberî her du gelan hene. 3 proje hene; projeya tirkî, projeya îranî û projeya Israîlê, lê projeya erebî nîne. Ev her sê proje li ser Kurdan gef in.”
Recayî Fayid jî têkiliyên kurdî-erebî bi van gotinan nirxandin: “Têkiliyên kurdî-erebî kevin in, lê hikumetên ku herêm bi rê ve birin komkujî li dijî gelên herêmê bi taybetî li dijî gelê Kurd kirin. Hêzên navneteweyî jî li hemberî gelê Kurd û yê Ereb bûne yek. Vê jî bandoreke mezin li têkiliyên kurdî-erebî kir.”
Fayid diyar kir ku Kurd bi cihên xwe yên cografî li pêşberî dewleta Tirkan ya ku welatên Ereban qut dike dibe bend û wiha domand: “Îran jî hewl dide dest dayne ser herêmê. Ji ber vê yekî divê têkiliyên kurdî-erebî werin xurtkirin. Her gel li pêşberî zêdegavî û xetera çeteyên DAIŞ’ê xeta parastinê bû. QSD’ê roleke sereke di tinekirina DAIŞ de li Sûriyê lîst.”
Recayî Fayid girîngiya pêşxistin û xurtkirina têkiliyên her du gelan destnîşan kir.
Bedran Çiya Kurd diyar kir ku pêvajoya ku herêm tê re derbas dibe berpirsyariyên dîrokî dixwaze û wiha got: “Divê têkiliyên kurdî-erebî yên xwedîkokên dîrokî yên qedîm werin xurtkirin û di her pêvajoya jiyanê de werin tevgerkirin. Hevgirtina her du gelan ya li hemberî dijminayiya Osmanî nîşana vê ye.”
Çiya Kurd da zanîn ku piştî avakirina dewlet-neteweyan, têkiliyên kurdî û Erebî xirab bûn û pêkanîna siyaseta “Parçe bike tuyê bi ser bikevî” bandoreke neyînî li têkiyên her du gelan kir.
Çiya Kurd bal kişand ser projeya neteweya demokratîk û got, ev proje ji bo pêşxistina têkiliyan û çareserkirina pirsgirêkan çareseriya herî guncaw e.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber ya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi domdarî wiha got: “Pir eşkere ye ku Osmaniya dagîrker ji bilî karesetan tiştekî din di pey xwe nehişt, nemaze piştî ku ji bo çûna ber bi Ewropa ve bêçare man. Osmaniyan bi navê fethê derbasî welatên islamî bûn, komkujî li dijî gelên herêmê kirin û demgorafiya wan guhrtin. Niha jî dewleta Tirkan hewl dide mîraseya Osmanî zindî bike. Ji ber wê bi hincetên cuda destwerdanê li Sûriy, Iraq, Lîbiya, Yemen û Misirê dike û destekê dide komên dijwar.”
Bedran Çiya Kurd bal kişand ser sûcên ku çeteyên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd pêk tînîn û got, dewleta Tirkan destek da komên çete, komkujî li dijî gelê Kurd û gelên din yên li Sûriyê bi taybetî li dijî Êzîdiyan pêk anîn. Ji bo pêkanîna van komkujiyan hincetên bêbingeh afirandin.”
Çiya Kurd got, divê li hemberî gefên Tirkiyê ya ku dixwaze xîlafeteke nû ava bike têkoşîn bê kirin. Gelên herêmê Kurd, Ereb û Suryan ji bo rizgarkirina herêmê ji terorê fedekariyeke mezin kirin, van pêkhateyan sîstemeke siyasî nenavendî ava kir ku yekîtiya xaka Sûriyê misoger dike.”
Berekat Kar jî diyar kir ku li Rojhilata Navî zêdetirî 40 mîlyonî Kurd hene ku di nava gelek welatan de hatine dabeşkirin, gelek gel hene, mîna gelê Kurd û gelê Filistînê hê mafên xwe bi dest nexistine. Berekat diyar kir ku mafê Kurdan heye çarenûsa xwe diyar bikin.
Hiqûqnasê ji Îranê Salih Nikabîx da xuyakirin ku di nava gelên li Rojhilata Navî de têkiliyên xurt hene, ji berê ve û heta niha Kurdan li gel Ereban şerê êrişkaran kir. Nikabîx diyar kir ku dewleta Tirkan û Îranê di sedsala borî de hewl dan bandore li têkiliyên kurdî-erebî bikin, da ku herêmê kontrol bikin û di dema dawî de destek dan komên terorîst.
DOZA KURDÎ JI DOZÊN GIRÎNG LI HERÊMÊ YE
Muhîb Salha diyar kir ku dewleta Tirkan cîrana Sûriyê ye û hewl dide demografiya herêmê biguherîne û diyar kir ku doza kurdî ji dozên girîng li herêmê ye û çawa ku gelê Kurd bi gelên Ereb re li ser dirêjahiya dîrokê piştgiriya avakirina şaristandiyê kiriye, divê gelê Ereb jî bi mafên dîrokî yên gelê Kurd ava bike.
Teysîr Elosî bal kişand ser aktîfkirina rola yekîtiya kurdî-erebî û aktîfkirina xîtaba nû ya li rêgezên hevqebûlkirinê û wiha got: “Divê itîraf bi çarenûsa gelan were kirin û li gorî rêxistina siyasî ya di dema niha de ji nû ve koalisyona kurdî-erebî ya kevnare vegere, divê kongreyeke berfireh ji gelê Kurd û Ereb re li dar bikeve, divê piştgiriya gelê Kurd were misogerkirin û wek gelê hebûn û xaka wê heye di NY’yê de were qeydkirin, ji wê zêdetir jî piştgiriya diyaloga neteweyî ya kurdî were kirin.”
Elosî spasiya gelê Kurd li ser qurbanên ku ji bo têkbirina DAIŞ’ê dane kir û wiha domand: “Şerê Kobanê piştî şerê Stalîn Grad duyemîn şerê mezin e, divê gelê Kurd mafên xwe di pergala konfederal de wergirin, divê gelê Ereb fişarê li rejîmên Ereb, rejîmên Îran û Tirkiyê bikin. Herwiha divê pêşî li siyasetên dewleta Tirk ên berfireh li Rojhilata Navî were girtin. ”
ROLA CIVAKA SIVÎL DI AKTÎFKIRINA DIYALOGA EREBÎ-KURDÎ DE
Li aliyekî din jî Sirûd Ehmed bal kişand ser rola rêxistinên civaka sivîl di geşkirina têkiliyên di navbera gelê Ereb û Kurd de, di navbera tevayiya pêkhateyan de, her wiha behsa wêneyê di zihniyeta gelê Ereb de li ser gelê Kurd hatiye avakirin û pêwîstiya zanakirina gelên herêmê li qebûlkirina çandên din, kir.
Girêdayî mijarê, çalakgerê hiqûqî Mihemed El-Şamî bal kişand ser têkiliyên kurdî-erebî û da zanîn ku dosyaya Kurd dosyayeke mezin, giran û girêk e, lê gelên herêmê bi mafên gelê Kurd re hevgirtin û garantor in.
El-Şamî wiha got: “Divê kar li ser projeya xebata erebî-kurdî were kirin, divê gelê Kurd taybetmendiyên xwe nexşe bike û pêşniyar bike û emê bi hemû derfetên xwe di civînên navneteweyî de piştgiriya wî bikin. Her wiha pêşniyarkirina fikireyê ew e ku foruma niha bibe destpêka projeya xebata hevbeş ya kurdî-erebî.”
El-Şamî diyar kir ku wek saziyên civaka sivîl li derve danasîna mafên gelê Kurd, doza wî û parastina wî dikeve ser milên wan. Lewra Kurd neteweyek e ku li gel wê çand, dîrok û xaka wan heye û wiha dawî li gotina xwe anî: “Em vê yekê bi hevriyên xwe yên ji gelê Kurd li derve û hundir re parve dikin.”
ANHA