Birayê Mistefa Osman: Divê PDK rewşa birayê min zelal bike
Birayê endamê Têkiliyên PYD’ê Mistefa Osman yê ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, bang li hikumeta başûrê Kurdistanê kir ku tavilê çarenûsa birayê wî û endamên din yên hatîn revandin zelal bike û got, PDK ji çarenûsa birayê min berpirsyar e.
Ev 49 roj in ku PDK`ê nûnerê Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê yê li Hewlêrê Cîhad Hesen û endamên têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman û Mistefa Ezîz Mistê revandine.
Bertekên gelê Rojava yên Ii hemberî revandina nûneran didomin.
Birayê endamê Têkiliyên PYD`ê Mistefa Xelîl Osman, Nezhet Xelîl Osman wiha got: “Birayê min ti sûc nekirine ku were revandin. Tişta kirî çûye balafirgeha Hewlêrê da pêşwaziya şandeyekê bike ku ji bo serdana Rojava hatibû. Lê berî ku derbasî balafirgehê bibe hêzên asayişa Hewlêrê revandine.”
Nezhet Osman diyar kir ku birayê wî ji dema hatî revandin ve ti agahî jê negirtine û bang li desthilata başûrê Kurdistanê kir ku sedema revandina birayê wî û cihê wî eşkere bike. Osman da zanîn ku biraziyên wî li Hewlêrê li benda vegera bavê xwe ne.
Osman da zanîn ku xebata birayê wî ya di qada têkiliyên derve de li seranserê welatên cîhanê xebateke rewa ye û nivîsgeheke xebata wan ya fermî li Başûr heye û ev nirxandin kir: “Em ji van kiryarên PDK`ê yên li hemberî Kurdan mat dimînin.”
Osman bang li PDKê kir û wiha axivî: “Ev ne demokrasî ye ku tu birayê xwe yê Kurd bigirî û bixî girtîgehê û ti agahiyan nedî malbata wî. Demokrasî ew e ku tu bihêlî birayê te bi serbestî bê qeyd û bendan bijî û bibe piştgirê rakirina zilma li ser wî û malbata wî.”
Nezhet Xelîl Osman hêvî kir ku PDK helwesta xwe ya li hemberî Kurdan di ber çavan re derbas bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev dema ku em tê re derbas dibin pir hestiyar e, bi taybetî di vê demê de hewldanên pêkanîna yekîtiya Kurdan tê kirin, PDK bi van kiryarên xwe yên parçebûna di nava Kurdan de zêdetir dike, her wiha kiryarên PDK`ê belavbûna di nava partiyên kurdî de zêde dike.”
ANHA