Bi durişma “Têkoşîna Jina Azad, Parastina Nirxên Şehîdan û Misogeriya Şoreşa Rojava ye” konferansa duduyan ya Meclisa Jinan ya malbatên şehîdan ya rojavayê kurdistanê, hat lidarxistin.FacebookTwitterWhatsAppTelegram
Konferans li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran ya li bajarokê Rimêlanê hat lidarxistin. Di konferansê de 400 delegeyên ji navçe, bajarok û bajarên rojavayê Kurdistanê û nûnerên rêxistin û saziyên jinan ji herêmên Firat û Cizîrê, amade bûn.
Di konferansê de gelek axaftin hatin kirin. Herwiha nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan û rapora salane ya Meclisa Jinan hat xwendin û li ser wer hat nîqaşkirin.
Li gorî komîteya amadekar ya konferansê, wê rêziknameya hundir were erêkirin û jinûve sazûmaniya Meclisa Jinan ya malbatên şehîdan ya Rojava were avakirin.
ANHA