Komîna Sînemayê ya Avrîn, li kampa koçberan a li kantona Şehba xebata xwe ya ji bo temamkirina amadekariya Mihrîcana Lêlûn a Sînemayê didomîne.
1`ê Tîrmehê Komîna Sînemayê ya Avrîn deriyên xwe ji bo pêşwazîkirina fîlman vekir. Tê payîn ku Mihrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî 21`ê Îlonê li dar bikeve.
18`ê Tîrmehê komînê pêşwazîkirina fîlman rawestand. Ji 2 hezar û 200 fîlman, 58 fîlm bi qasî rojên Berxwedana Serdemê ya qonaxa yekê hatin pejirandin.
Berpirsên mihrîcanê amadekariya xwe ji bo pêşandana fîlman didomînin. Di wê çarçoveyê de du komîteyên hunerî û wêjeyî hatin avakirin da fîlmên wê di mihrîcanê de werin pêşandan hilbijêrin. Fîlm wê 21`ê Îlonê li Kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê werin pêşandan.
Herwiha Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk tevlî vê xebatê bû û fîlmên ku wê werin weşandin ji zimanê inglîzî wergerandin erebî û kurdî.
Li gel xebata wergerandina fîlman, komîteya amadekar dika pêşandana fîlman amade dike. Li gorî komîteyê tê payîn ku dik çend rojên bê de amade be.
Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî Mihyedîn Erselan diyar kir ku amadekarî berdewam in.
Erselan diyar kir ku têkiliyên wan bi 58 derhênerên ji gelek welatên cîhanê re yên ku fîlmên wan hatin pejirandin, hene û wiha domand: “Me ji her derhênerkî xwest ku dîmenekî xwe rê ke û tê de hest û piştgiriya xwe ji koçberên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dimînin re rave bike. Da ji temaşevanan re di roja yekê ya mihrîcanê de bên pêşandan.”
Erselan da zanîn ku di amadekirina mihrîcanê de rastî gelek zehmetiyan hatine, lê hewl dane wan zehmetiyan çareser bikin. Lewre armanca wan a yekane, rizgarkirina Efrînê ji dewleta Tirk a dagîrker û çeteyên wê ye û biserxistina mihrîcanê ye.