Solîn Mihemed / Qamişlo
Her sal di 11’ê Cotmehê de Roja Cîhanî ya Keçan tê pîrozkirin. Neteweyên Yekbûyî di sala 2011’an de ev roj destnîşan kir. Armanca vê rojê parastina mafên keçan, çareserkirina astengiyên li pêşiya wan û bihêzkirina wan e.
Jiyaneke bi ewle, tendurist û mafê xwendinê, mafên herî bingehîn ên keçên ciwan in. Ev maf ne tenê di salên zarokatî û ciwaniya wan de, lê di pêşerojê de jî, dema ku ew dibin jinên mezin, xwedî girîngiyeke jiyanî ne. Ger em di dema ciwaniyê de piştgirî û alîkariya pêwîst bidin keçan, ew dikarin di pêşerojê de cîhanê biguherînin. Keçên îro, dikarin di siberojê de bibin xebatkar, dayik, karsaz, mamoste û rêberên malbat, civak û siyasetê. Veberhênana li ser pêşxistina jiyan û şiyana keçên ciwan, dibe sedem ku mafên wan bêne parastin û siberojeke dadperwer û dewlemendtir bê avakirin. Di pêşerojeke weha de keç û jin, ku nîvê civakê ne, dikarin beşdarî çareserkirina pirsgirêkên girîng bibin; mîna guherîna avhewayê, nakokiyên siyasî, mezinbûna aborî, parastina li dijî nexweşiyan û misogerkirina jiyana domdar a li ser rûyê erdê.
Roja Cîhanî ya Keçan
Di sala 1995’an de, Konferansa Cîhanî ya Jinan li Pekîna paytexta Çînê hat lidarxistin. Hemû welatên beşdar daxuyanî û bernameya çalakiyê ya Pekînê pejirandin. Ev belge ji bo pêşxistina mafên jin û keçan planeke pir girîng e û wekî yekemîn belgeya Cîhanî tê qebûlkirin ku bi eşkere mafên keçan diparêze. Piştî vê yekê, di 19’ê Kanûna Pêşîn a 2011’an de, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biryara 66/170 pejirand û 11’ê Cotmehê wekî Roja Cîhanî ya Keçan ragihand.
Armanca vê rojê, naskirina mafên keçan û balberdana ser astengiyên ku ew li seranserê cîhanê pê re rû bi rû dimînin e. Piştgiriya keçan di salên ciwaniyê de, derfetê dide wan ku di pêşerojê de bibin mamoste, karsaz, dayik, rêveber û kesên bandorker di civakê de. Bihêzkirina keçan, rasterast alîkariya avakirina pêşerojeke wekhev û dadperwer dike.
Roleke girîng di civakê de
Piştgiriya keçan û parastina mafên wan, bingeha avakirina civakeke dadperwer û pêşketî ye. Jin, wekî nîvê civakê, dikarin di çareserkirina pirsgirêkên jîngehê, pevçûnên civakî, aborî û tenduristiyê de roleke sereke bileyîzin. Roja Cîhanî ya Keçan ne tenê balê dikişîne ser pirsgirêkên heyî, lê di heman demê de nîşan dide ku çareserkirina van pirsgirêkan dê çi encamên erênî bi xwe re bîne. Mînakî; perwerdekirina keçan rê li ber zewaca di temenê piçûk de û belavbûna nexweşiyan digire; herwiha bi rêya peydakirina karên çêtir û bilindtir, aboriyê bi pêş dixe.
Silogana Roja Cîhanî ya Keçan
Silogana Roja Cîhanî ya Keçan ji bo sala 2026’an ‘Dîtina keçikan ji bo pêşerojê’ ye. Keç xwedî xeyal û hêviyên mezin in û dixwazin cîhanekê ava bikin ku tê de bi azadî bijîn û bi pêş bikevin. Ew mafên xwe dixwazin, dixwazin dengê wan bê bihîstin û di civakê de bibin xwedî roleke çalak. Ji bo gihîştina vê armancê, divê keç bigihîjin perwerdehiyeke kalîte, derfet û çavkaniyên pêwîst; herwiha şansê wan hebe ku bibin rêveber û beşdarên çalak ên biryargirtinê.
Hêvî, wêrekî û îradeya keçan hêzeke mezin e. Ji bo ku xeyal û armancên wan bibin rastî, divê hemû cîhan piştgiriyê bide wan.






