Zeryan Lêlûn
Efrîn wekî dilê berhemdariyê, di demsala payîzê de bi bêhna dûmana êzingan û bereketa hinaran dixemile. Di Cotmehê de û bi hemdemiya demsala zeytûnan re, li herêmê dest bi çêkirina dimsa hinaran tê kirin.
Herêma Efrînê û herêmên cuda yên Kurdistanê (wek Şarezûr, Amêdiyê û herêmên din), ji bilî zeytûnê, bi hinarên xwe yên navdar jî tên naskirin. Destpêkirina mewsima dimsê hinarê ne tenê çalakiyeke aborî ye, di heman demê de mîraseke çandî ya girîng e ku raborî, hevgirtina civakî û keda herêmê nîşan dide. Li herêma Efrînê mewsima berhevkirin û çêkirina dimsê hinaran hatiye destpêkirin. Ev meswim hema bêje bi mewsima zeytûnan re tê destpêkirin. Ji navçeyên herî zêde ku lê hinar têne dîtin û çandin, deşta Basûtê ya girêdayî navçeya Şêrawa û Cindirêsê û gelek gundewarên din ji navçeyên cuda.
Ya ku hêjaye em bînin ziman ku di seranserî çar demsalan de, herêma Efrînê ji çêkirina tiştên demsalî ji fêkî û sebzeyan nayê qutkirin. Bi xêr û bereketa xwe ya ser erd, her tim demsala danhev, çêkirin, çinîn û çandiniyê heye. Ev yek hêştiye ku herêm di aliyê aborî de li ser lingên xwe bimîne û gel pêdiviyên xwe jê werbigre.
Sembola berhemdarî û aboriya xwemalî
Di demên berê de, çêkirina dimsê hinarê bingeheke bihêz a aboriya xweser bû. Malbatan hinarên ji baxçeyên xwe kom dikirin û bi rêbazên sersalî dims amade dikirin. Ev hilberîn di zivistanên sar de hem wekî çavkaniyeke xwarinê ya fîşal (enerjîk) û derman dihat bikaranîn, hem jî wekî her herfeke danûstendinê an firotinê aboriya malbatê xurt dikir. Di herêma Efrînê de, firotina dimsê hinarê yê resen her dem xwedî nirxekî bilind bû.
Hevgirtina civakî
Di raboriyê de, mewsima dimsê hinarê mîna cejnekê civakî bû. Karê paqijkirin, kutan û kelandina hinarê karekî giran e û bi tenê serê xwe nayê kirin. Ji ber vê yekê, çanda hevpar dihat meşandin. Cîran, xizm û gundî li dora teşt û tencereyên mezin ên sifir diciviyan. Ev civîn dibûn sedema xurtkirina têkiliyên civakî, gotina stranan, parvekirina çîrokan û zindîgirtina rûhê pîrbûn û hevkariyê.
Parastina tehm û rêbazên resen
Dema em li raboriyê dinêrin, tiştê ku dimsê hinarê yê Efrînê û Kurdistanê taybet dike, paqijî û rêbazên resen yên wê ye. Di raboriyê de tu madeyên kîmyewî an parêzer nedihatin bikaranîn. Kelandina li ser êzingan û di tencereyên sifir de, bîhnek û tehmeke taybet a dûmanê dida dimsê ku îro di hilberîna pîşesazî ya nûjen de ew tehm nayê dîtin.
Têkiliya erd û mirovan
Ji bo kurdan, hinar û berhemên wê sembola dilsoziya bi axê re ye. Tevî hemû zehmetî, koçberî û guhertinên siyasî û dîrokî yên ku bi ser herêmê de hatine (bi taybetî li Efrînê), berdewamkirina vê kevneşopiyê nîşana vîna jiyanê û girêdana bi nasnameya çandî re ye. Zindîkirina vê mewsimê her sal, pireke zindî ye ku nifşên nû bi keda bav û kalên wan ve girê dide.
Mewsima îsal jî, her wekî salên raborî, berdewamiya vê mîrasa pîroz û bereketa axa Kurdistanê ye.
Çawaniya çêkirina dimsê hinaran
Komkirina hinarên tirş ji gavên wê yên yekemîn e ku piştre bi destan tên perçekirin û teneyên wê bi rêya lêdana bi êzingekî sivik têne derketin. Piştre ew tene têne paqijkirin û têne herisandin ango pelçiqandin da ku şerbeta wê ya zelal were derketin. Di xala dawî de di biros ango tencereyên sifir de tê kelandin. Dema ku ava hinarê dikele, kef (kopikên spî û pembe) li ser rûyê tencereyê çêdibe. Van kopikan bi kevçiyekî êlek her dem tê rakirin, ev gav pir girîng e daku dims ronî, şeffaf be û zû xera nebe. Helbet gelek dem li ser agir digre da ku bighîne asta ku tîr û reş bibe.






