Navenda Nûçeya
Mirina teknîsyeneke laboratuwarê li navendeke lêkolînê ya Şewba Kulareşê (El-Taûn) li Sîbîryayê, fikarên navneteweyî û pirsên li ser îhtîmala derketina vê nexweşiyê ji laboratuwarê derxistiye holê.
Darya Shipilova ya 28 salî li Peymangeha Kontrolkirina Nexweşiya Kulareş (El-Taûnê) ya Sîbîrya û Rojhilata Dûr dixebitî û di dawiya Îlonê de li nexweşxaneyê hatibû razandin. Sê roj şûnde li bajarokê Shelekhov, nêzîkî paytexta herêmê Irkutsk, jiyana xwe ji dest da. Rapor destnîşan dikin ku mirina wê di 2’ê Cotmehê de çêbûye, lê ev yek bi awayekî serbixwe nehatiye piştrast kirin.
Piştî mirina wê hejmarek tedbîr hatin girtin, di nav wan de ragirtina nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, pejirandina sîstemek ku liser karkeran hatn ferzkirin ku maskeyan li xwe bikin ji hêla kargehek aluminiumê ya herêmî ve herwiha betalkirina çalakiyek giştî li Irkutskê.
Di hefteya din de, parêzgarê herêmê “Igor Kobzev” ragihand ku lêkolînerê bijîşkî yê sereke yê Rûsyayê gihîştiye Irkutskê da ku “dozek gumanbar a enfeksiyonek pir vegirtî” lêkolîn bike herwiha got ku kesên bi Shepilova re têkilî danîne di bin çavdêriyê de ne. di heman demê de Rojnameya Izvestia ragihand ku 197 kes di bin çavdêriya bijîşkî de ne.
Di heman hefteyê de, parêzgarê herêma Buryatia got ku teknîsyenê laboratuwarê ji ber Şewba Kulareş (El-Taûnê) miriye, ev yek îhtîmla li ser drketina virûsê ji laboratuwarê zêde kir. Rojnamevanekî herêmî jî di raporek nepenî de ragihand ku dibe ku lêkolîner piştî şikestina lûleyek ceribandinê bi nexweşiyê ketibe.
Lê ajansa parastina xerîdaran û tenduristiya Rûsyayê “Rospotrebnadzor” paşê hewl da ku vê îdiayê red bike û diyar kir ku karmend bêyî ku navê wê bide, ji ber nexweşiya iltîhaba pişikê ya sedemek nediyar miriye û testan “tu mîkroorganîzmayên têkildarî çalakiya wê ya pîşeyî” eşkere nekirine.
Piştî vê yekê, dezgeheke medyayî ya federal a alîgirê hikûmetê pênc postên ku behsa rewşek muhtemel a nexweşiya Taûnê dikirin jêbirin.
Li gorî BBC News Russia, di çarçoveya raporên nakok de, Peymangeha Irkutsk ji bo Kontrolkirina Nexweşiya El-Taûnê, amadekariyan dike ku di dawiya Cotmehê de, bi beşdariya zanyarên ji Çîn, Mongolya û çend komarên berê yên Sovyetê, konferansek navneteweyî li ser kontrolkirina nexweşiyê li dar bixe
Li ser asta navneteweyî, Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê “bi awayekî pir ji nêz ve mijarê dişopîne” û bang li Rûsyayê kir ku di derbarê rewşê de “şefaf” be.
Kremlinê jî zelal kir ku divê mirov nekevin bin bandora gotegotan û divê xwe bispêrin daneyên fermî yên rayedarên parastina xerîdar û tenduristiyê yên Rûsyayê, di heman demê de medyaya Rûsyayê ragihand ku nêzîkî 200 kes ji ber têkiliya wan bi kesên ku jiyana xwe ji dest daye re di bin çavdêriya bijîşkî ya tedbîrî de ne.
Em di derbarê Şewba Kulareş (El-Taûnê) de çi dizanin?
Şewba Împaratoriya Roma ya dawiya serdema malbata Antonî di navbera salên 165 û 190`î de derket û li her sê parzemînên; Ewropa, Asiya û Afrîkayê di demên cuda de belav bû. Şewb bi navê Kulareş anku Mirina Reş (El-Taûn) hat bi navkirin û bû sedema mirina ji sedî 50 ji kesên ku pê ketine.
Dîroka zanistî belavbûna navdar a Kulareş qeyd kir ku bi navê (Taûn Justinian) ku vedigere navê împaratorê Bîzansî Justin (451 B.Z), hat naskirin. Heta 200 salan di demên cuda de şewb belav dibûn û derdorê 25 milyon mirov dan ber xwe. Her wiha şewb li piraniya dewletên deryaya Spî belav bû. Lê li gorî hin çavkaniyan ji vê nexweşiyê ji 100 milyonî zêdetir insan mirin.
Di sala 1334`an de şewba bi navê Mirina Reş anku (El-Taûn El-Ezîm) ji Çînê destpê kir û heta Stenbol û seranserê Ewropayê belav bû. Ji ber şewbê derdorê ji sedî 60 ji hejmara xelkên Ewropayê, jiyana xwe ji dest dan.
Di serdema nûjen de bi taybetî di salên 60`î yên sedsala 19`emîn de Kulareş ji Çînê destpê kir û li Hong Kongê belav bû û heta dawiya wê sedsalê û destpêka sedsala 20`an dewam kir. Şewb bi rêya cardûnan di keştiyên bi dûman de belav dibû. Vê carê jî ji ber şewbê derdorê 10 milyon kesî jiyana xwe ji dest da.
Di vê şewbê de hat zanîn ku Kulareş (El-Taûn) ji ber bakteriyê çêdibe û bi rêya xalxalokên cardûnan belav dibe. Bi vê agahiyê re bi rêya tekoşîna li dijî xalxalok û cardûnan bi taybetî li bajaran, rê li pêşiya Kulareşê (El-Taûn) hat girtin.
Ev nexweşî di forma xwe ya pişikî de her dem kujer bû eger di demek zû de neyên dermankirin, ew bi taybetî vegirtî bû û bi veguhestina ji mirovekî bo mirovekî din bi rêya dilopên hewayê dikaribû bibe sedema pandamiyek giran.
Îro, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê dibêje ku Kulareş nexweşiyeke ku bi antîbiyotîkan û girtina tedbîran ji bo pêşîgirtina li enfeksiyonê bi hêsanî tê dermankirin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê diyar dike ku enfeksiyona Kulareş, li gorî rêbaza veguhestinê û pêşketina wê di laş de li sê formên sereke tê dabeş kirin: Kulareş a El-Diblî, Kulareş a Întan Xwînê û Kulareş a Pişikê.
Şewba Kulareş a Diblî forma herî berbelav e, bi gelemperî bi rêya gezandina kêzikek ku bi bakteriya Yersinia pestis vegirtî ye tê veguhestin. Bakterî di nav pergala lîmfê re derbasî girêka lîmfê ya herî nêzîk dibin, li wir zêde dibin û dibin sedema iltîhab, werimandin û êşê, di dawiyê de tiştê ku wekî “Dibil” tê zanîn çêdikin.
Şewba Kulareş a Întana Xwînê dema ku enfeksiyon bi rêya xwînê belav dibe, çi wekî encama pêşveçûna nexweşiya Diblî a bê dermankirin an jî wekî enfeksiyonek seretayî çêdibe. Ew dikare bibe sedema xwînrijandin û nekroza tevnan û herwiha şokê.
Di heman demê e Kulareş a Pişikê ya herî kujer û xeternak e, tevî ku ew ji cûreyên Kulareş ên kêm berbelav e. Dema înkubasyonê dikare bi qasî 24 saetan kurt be. Ew bi gelemperî dema ku enfeksiyona Kulareşa a Diblî li her di pişikan belav dibe, kesek bi şewba Kulareş a pişikê bikeve, dikare enfeksiyonê bi rêya dilopên nefesê veguhezîne yên din.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyarî dide ku eger zû neyê dermankirin, nexweşiya pişikê dikare bibe sedema mirinê, ji ber vê yekê tespîtkirin û dermankirina bilez a bûyeran faktorek sereke ye di kêmkirina giranî û veguhestina wê de.
Mirov çawa dikarin li dijî şewba Kulareş derkevin û belavbûna wê sînordar bikin?
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar dike ku kontrolkirina belavbûna şewba Kulareş bi zû destnîşankirina çavkaniya enfeksiyonê, dermankirina kesên vegirtî, parastina kesên têkilî û xebatkarên tenduristiyê, bicîhanîna tedbîrên ji bo kêmkirina belavbûna nexweşiyê ve girêdayî ye.
Nasîna çavkaniya enfeksiyonê: Tîmên tenduristiyê bi lêgerîna çavkaniyek muhtemel a enfeksiyonê dest pê dikin, wekî deverên ku hejmareke mezin ji heywanên piçûk ên mirî hene, di heman demê de tedbîrên kontrolkirina kêzik û cerdonan û kêmkirina veguhestinê digirin.
Parastina xebatkarên tenduristiyê: Karmendên tenduristiyê, nemaze yên ku rasterast nexweşên Kularea a pişikê derman dikin, divê di prosedurên pêşîlêgirtinê de werin perwerdekirin, amûrên parastina kesane bikar bînin û dema ku hewce be antîbiyotîkên profîlaktîk peyda bikin.
Dermankirina zû a nexweşan: Pêşkêşkirina dermankirina antîbiyotîk a guncav di zûtirîn dem de, digel misogerkirina dabînkirina dermanan a têr, girîng e
Tecrîdkirina nexweşên bi wama pişikê: Pêdivî ye ku nexweşên Kulareş a pişikê werin ragirtin da ku pêşî li veguhestinê bi rêya dilopên nefesê bigirin. Lixwekirina maskeyan dikare bibe alîkar ku belavbûna van dilopan kêm bibe.
Çavdêriya têkiliyan: Divê kesên ku bi nexweşên bi Kulareş a pişikê re di têkiliyê de bûne werin destnîşankirin û şopandin. Dibe ku antîbiyotîkên profîlaktîk ji wan re werin dayîn. Tedbîrên pêşîlêgirtinê li ser endamên malbatê yên kesên ku guman tê kirin ku bi şewba Kulareş katine, li gorî nirxandina rayedarên tenduristiyê, dihewîne.
Testkirina laboratîfê ya bi baldarî: Nimûneyên ji bûyerên gumanbar bi karanîna prosedurên kontrolkirina enfeksiyonê yên hişk têne berhev kirin û ji bo teşhîsê ji laboratuarên pispor re têne şandin.
Paqijî: WHO pêşniyar dike ku destan bi sabûn û avê werin şuştin an jî paqijkerek destan a li ser bingeha alkolê were bikar anîn herwiha rûber û deverên qirêj bi materyalên guncav werin paqijkirin
Veşartina ewle ya kesên mirî: Divê cenazeyên kesên ku guman tê kirin ku ji ber nexweşiya Kulareş a pişikê mirine bi baldarî werin destgirtin û divê prosedurên veşartina ewle werin şopandin da ku xetera veguhastinê kêm bibe.
WHO banga çavdêriya domdar a nexweşiya Kulareş di nava heywanan û kêzikan dike, di heman demê de di bûyera şewbê de destwerdana bilez bê kirin û amadekariya xebatkarên tenduristiyê û civakan ji bo tespîtkirin û dermankirina bûyerên mirovan berî ku ew xirabtir bibin.






