Tuesday, November 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tevliheviyên li Hesekê û Pêvajoya Entegrasyonê; Ewlehiya Rojava û Başûr Li Hember Metirsiyên Herêmî

11/10/2026
in Serbest
A A
Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye
Share on FacebookShare on Twitter

Cemîl Xoce

​Hesekê di qonaxeke herêmî ya pir aloz de, şahidiya rageşiyan dike; di vê qonaxê de mijara entegrasyonê bi fikarên ewlehiyê û egerên berfirehbûna kaosê re têkildar dibe. Li ber ronahiya van geşedanan, paşeroja entegrasyonê û ewlehiya herêmên kurdî wekî du mijarên bingehîn di qada siyasî û ewlehiyê de dertên pêş.

Entegrasyon û Hewldanên Têkbirina Wê

Rageşiyên ku Hesekê dibîne parçeyek ji nakokiyeke berfirehtir e ya li ser paşeroja pêvajoya entegrasyonê ne. Li gorî vê nêrînê, ev bûyer ne tenê alozîyên demkî ne, lê belê bi tevgerên birêxistinkirî ve girêdayî ne ku armanca wan têkbirina pêvajoya entegrasyonê ye; ew pêvajoya ku li gorî helwesta heyî, bi daxwaza Tirkiyê re li hev nake.

Pirsgirêka li vir, ew e ku Tirkiye piştî ku di destpêkê de razîbûna xwe nîşan dabû, êdî nikare rasterast dijberiya xwe ya ji bo entegrasyonê eşkere bike. Ji ber vê yekê, yek ji fikaran zêdebûna provakasyon û tevgerên li ser erdê ye ku dibe bibin sedema rawestandina vê pêvajoyê.

Ev geşedan ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke taybet e, ji ber ku ew piştî entegrasyonê bûn parçeyekî bingehîn ê hevkêşeya herêmî. Hinek alî hene ku hewl didin ku Kurdan ji vê hevkêşeyê dûr bixin û rola wan di geşedanên siyasî û ewlehiyê de kêm bikin. Ji ber vê yekê, xetereya rageşiyan tenê bi bandorên wan ên rasterast ên li Hesekê ve sînordar namîne, lê belê digihêje paşeroja hebûna Kurdan a li herêmê.

Metirsiyên Kaosê û Jihevketina Dewletê

Fikarên li ser ketina Sûriyê bo nav qonaxeke ji kaosê, zêde dibin, qonaxeke ku kontrolkirina rewşê û kolanan tê de zehmet dibe. Bi lawazbûna şiyana dewletê ya ji bo pêkanîna araniyê hindikahiyên olî nemaze Xiristiyan, li hember metirsiyan bê parastin dimînin, nemaze li ber egerên hilweşîna saziyên dewletê û berfirehbûna alozîyan.

Li başûrê Sûriyê, îhtîmalên rêkeftinên nû yên siyasî û ewlehiyê dertên pêş ku Siwêda û Golanê li xwe digirin. Di vî warî de, egera pêkanîna peymaneke ewlehiyê di navbera Îsraîl û desthilata demkî ya Sûriyê de, tê rojevê. Îsraîl wê bi şertê derxistina hêzên biyanî ji Sûriyê, di nav de hêzên tirkî û rûsî, wê vê peymanê qebûl bike. Di vê peymanê dê başûrê Sûriyê ji Îsraîlê re bê hiştin, desthilata Şamê dê komên leşkerî vala bike. Dibe ku Îsraîl Siwêda bi Golanê ve girê bide.

Ev nêrîn her wiha bi mijara birêvebirina erd û şêniyan ve jî girêdayî ye; formûlek tê pêşniyarkirin ku tê de Îsraîl rêveberiya erdê bigire ser xwe, lê desthilata Sûriyê jî rêveberiya şêniyan bikin. Bê guman li vir mijara gotinê, Şam e. Dibe ky Şam jî weke herêmeke bêçek bimîne. Jixwe Îsraîl derbasî heta bi Coberê ku yek ji raxên Şama paytext e, bûye. Ev îhtîmal mezinahiya guherînên ku herêm dikare bibîne û guhertinên di rêkeftinên siyasî û ewlehiyê de nîşan dide.

Her wiha mijara derxistina çekdaran ji Sûriyê û veguhastina hejmareke mezin ji wan bo herêmên din derdikeve pêş. Di demên dawî de, di navbera Sûriye û Siûdî Erebustanê de lihevkirinek pêk hat. Naveroka lihevkirinê ew bû ku Sûriye bi deh hezaran çekdar veguhêze Yemenê ji bo şerê li dijî Hûsiyan. Ev pêngav fikarên valakirina welêt ji çekdaran û peydabûna valahiyeke ewlehiyê çêdike ku komên tundrew dikarin jê sûd werbigirin; bi taybetî rêxistina DAIŞ’ê, ku dibe hin çekdar piştî derketina ji Sûriyê tevlî wê bibin.

Vegera DAIŞ‘ê û Berfirehbûna Gefa Herêmî

Rêxistina DAIŞ’ê yek ji çavkaniyên sereke yên fikara ewlehiyê li herêmê ye, nemaze bi şiyana xwe ya jinûverêxistinkirina refên xwe û derketina bi şêwe û navên cuda. Li Iraqê jî metirsiyên li ser vegera çalakiyên komên wê zêde dibin, ku êdî bi hejmarên mezintir li çol û kolanan tevdigerin, nemaze bi zêdebûna gefan piştî vekişîna Amerîkayê.

Ev metirsî tenê bi Sûriye û Iraqê re sînordar nînin, lê belê hişyarî li ser gihîştina wan bo Îran û welatên din ên herêmê, di nav de Siûdî Erebistan, tê dayîn. Bi vî awayî, egerên berfirehbûna kaosê û vegera rêxistinên tundrew dibin parçeyek ji qeyraneke herêmî ku dibe bandorê li gelek gel û herêman bike.

Di vê çarçoveyê de, geşedanên li Hesekê girîngiyeke ku ji sînorên herêmê derbas dibe, bi dest dixin; ji ber ku ew hevdem in bi fikarên ji nû ve sazkirina rewşa ewlehî û siyasî li Sûriyê û bi hewldanên sûdwergirtina ji nakokiyên navxweyî ji bo lawazkirina wan aliyên ku bûne parçeyek ji hevkêşeya herêmî. Her wiha astengkirina entegrasyonê dibe ku rewşa ewlehiyê aloztir bike, di demekê de ku herêm bi metirsiyên hevgirtî re rû bi rû ye, ji vegera komên tundrew heta îhtîmalên perçebûna dewletê û berfirehbûna pevçûnan.

Yekrêziya Kurdî û Ewlehiya Rojava û Başûr

Ewlehiya Rojava bi ewlehiya Başûr ve girêdayî ye û nabe ku astengiyên li pêşberî her duyan wekî dozên cuda werin dîtin. Ji ber ku her du herêm rastî zext û êrîşan tên. Xurtkirina yekîtiya kurdî li hember geşedanên herêmî dibe pêwîstiyeke girîng.

Ev qonax xurtkirina refên navxweyî dixwaze û divê rê li ber wê yekê were girtin ku nakokî bibin deriyek ji bo lawazkirina Kurdan û dûrxistina wan ji hevkêşeya siyasî. Her wiha hişyariya li hember provakasyon û şerên ku li pişt perdeyê tên plankirin û bi rêya aliyên ku perçebûnê kûrtir dikin, tên bicihanîn, gelekî girîng e.

Berdewamiya parçebûnê şiyana rûbirûbûna gefan lawaz dike, lê belê hevgirtina navxweyî derfeteke mezintir dide parastina herêmên kurdî û parastina pêgeha wan di geşedanên siyasî û ewlehiyê de. Ji ber vê sedemê, yekrêzî ne tenê dirûşmeke siyasî ye, lê rasterast bi ewlehiya Rojava û Başûr û bi şiyana sekinîna li hember metirsiyên hevbeş ve girêdayî ye.

Herêm li hember astengiyên hevdûgirtî radiweste; ji hewldanên têkbirina entegrasyonê bigire heta metirsiyên kaosê, vegera DAIŞ’ê û berfirehbûna rageşiyên herêmî. Li ber ronahiya pêwendiya xurt a di navbera ewlehiya Rojava û Başûr de, yekrêziya kurdî û xurtkirina hevgirtina navxweyî wekî du faktorên sereke dertên pêş ji bo rûbirûbûna gefan û rêgirtin li bikaranîna nakokiyan ji bo lawazkirina hebûna Kurdan di hevkêşeya herêmî de.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
CIVAK Û JIYAN

Ji Îttîhat û Teraqî Heta Komarê

16/11/2026
89’emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza
CIVAK Û JIYAN

89’emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza

15/11/2026
‘ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK NE PIŞAFTINE, ÇARESERIYA BINGEHÎN E’
HAJMARA PDF

‘ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK NE PIŞAFTINE, ÇARESERIYA BINGEHÎN E’

15/11/2026
Kûsiyê ku temenê wî du sedsalên dîrokê derbas kiriye
CIVAK Û JIYAN

Kûsiyê ku temenê wî du sedsalên dîrokê derbas kiriye

15/11/2026
Dorpêçkirina dergeha Qezwînê…Hewldana Washngtonê ya nû ji bo zêdekirina zextê li ser Îranê
CîHAN

Dorpêçkirina dergeha Qezwînê…Hewldana Washngtonê ya nû ji bo zêdekirina zextê li ser Îranê

15/11/2026
Îran û xetimandina Amerîkayê: Hesabên şer û pêşeroja siyasî ya Trump
Serbest

Îran û xetimandina Amerîkayê: Hesabên şer û pêşeroja siyasî ya Trump

15/11/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.