Monday, October 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Insiyatîfa gel ji bo parastina ziman li Dêrikê dest pê bû

10/09/2026
in NÛÇE
A A
Insiyatîfa gel ji bo parastina ziman li Dêrikê dest pê bû
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Şêniyên bajarê Dêrikê bi dirûşma “Zimanê me Kurdî ye, Mafê me Destûrî ye” ji bo parastina zimanê Kurdî û neqebûlkirina biryara 3 waneyan bi zimanê Kurdî di heftiyê de, konê pirotestokirinê vedan.

Şêniyên bajarê Dêrikê bi dirûşmeya “Zimanê me Kurdî ye, Mafê me Destûrî ye” ji bo parastina zimanê Kurdî û neqebûlkirina biryara 3 wane bi zimanê Kurdî li pêşiya dibistana Yûsiv Elezeme konê pirotestokirinê vedan. Di vê insiyatîfê de hemû xwendekar, malbatên şehîdan, endam û rêveberên saziyan amade bûn. Wê ev insiyatîf çend rojan berdewam bike heya ku biryara Wezareta Perwerdeyê ji bo zimanê Kurdî were guhertin.

Insiyatîf bi silogan û dirûşmeyên ziman dest pê kir, paşê li ser navê şêniyên bajarê Dêrikê daxuyanî hat dayîn.

Di destpêka daxuyaniyê bal hat kişandin li ser pêvajoya lihevhatinê ku hikûmeta veguhêz zimanê Kurdî sînordar dike û wiha hat gotin: “Heta niha zimanê Kurdî di heftiyê de 3 demjimêran hatiye naskirin. Ev tişt ne li gorî mafên mirovî yê li tu deverê cîhanê sînordarkirina zimanenekî ya bi vî rengî nehatiye ditîn. Gelê Kurd, ji bo zimanê Kurdî bi salan têkoşîneke bêhempa meşandine û bi Şoreşa Rojava perwerdeya bi zimanê Kurdî, kar û xebat bi zimanê Kurdî hatine pêşxistin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat nirxandin: “Ev deskeftî bi berdelên giranbuha hatine bidestxistin, divê bê zanîn ku gelê me ji vir û şûn de dev ji wan desteftiyan bernade. Heta ku zimanê me bi awayekî fermî di destûrê de bê misogerkirin û perwerdeya bi zimanê Kurdî bên qebûlkirin em ê tekoşîna xwe berdewam bikin.”

daxuyanî de wiha qediya: “Em wekî hemû gel û saziyên Dêrikê ji bo bi destxistna mafê zimanê Kurdî dest bi rêzeçalakiyan dikin û gava destpêkê konê xwepêşandanê di roja xwe ya yekemîn de dest pê dike. Em bang li hemû gelên xwe li bajarê Dêrikê dikin ku tevlî konê xwepêşandanê bibin û parastina zimanê Kurdî bikin, em zimanê Kurdî bi têkoşîna xwe di destûrê de bidin fermîkirin û mafê xwe yê bingehîn bi dest bixin.”

Di heman demê de Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê jî di bin konê pirotestokirinê daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê wiha hat gotin: Ev dema me weke qonaxeke dîrokî û çarenûsî ye ku divê îradeya hevpar û naskirina nasnameyan bibin bingeha paşeroja welat, em bi biryarên Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz re rû bi rû dimînin. Ev biryarên ku dixwazin zimanê Kurdî di nav sînorên çend saetên sembolîk de bifetisînin, mîrat û berdewamiya heman hişmendiya tekperest û asîmîlasyone. Zimanê Kurdî ne tenê amûrekî ragihandinê ye; ew bingeha hebûna me, nasnameya gelê me û reseniya dîroka me ye.

Di berdewamiya dawiya daxuyaniyê de wiha hat ravekirin: “Em biryara kêmkirina waneyên zimanê Kurdî bi tundî red dikin û vê gava paşverû wekî binpêkirineke rasterast ji peymana 29’ê çileya 2026’an û hebûna gelê Kurd dinirxînin. Em daxwaz dikin ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê. Her hewldanek ji bo guherandina navên kurdî yên herêman yan qutkirina têkiliya zarokên me ji zimanê wan ê dayikê, metirsiyeke mezin e li ser aştiya civakî û biratiya gelan e. Em wekî malbatên şehîdan dûbare dikin ku zimanê me hebûna me ye. Em ê li ser şopa şehîdên xwe bin û li dijî her cûre siyaseta înkarê, têkoşîna xwe ya rewa û demokratîk heya bi serkeftinê geş bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Cîhanî ya Kecan
JIN

Roja Cîhanî ya Kecan

11/10/2026
28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ
HAJMARA PDF

28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ

11/10/2026
Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran
CIVAK Û JIYAN

Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran

11/10/2026
Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)
CîHAN

Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)

11/10/2026
Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye
Serbest

Tevliheviyên li Hesekê û Pêvajoya Entegrasyonê; Ewlehiya Rojava û Başûr Li Hember Metirsiyên Herêmî

11/10/2026
Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan
Serbest

Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan

11/10/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.