Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya berdewamkirina çalakiyên redkirin biryara Wezareta Perwerdê ya hikumeta veguhêz a Sûriyê derbarê sînorkirina hînkirina zimanê Kurdî di hefteyê de 3 wane, xwendekar û malbatên wan îro jî meşek li dar xistin.
Îro li bajarê Qamişlo meşeke girseyî ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerdê ya hikumeta veguhêz a Sûriyê derbarê sînorkirina hînkirina zimanê Kurdî di hefteyê de 3 wane bi drûşmeya “Zimanê me hebûna me ye, em daxwaza hînkirina bi zimanê xwe yê dayikê dikin” hat li dar xistin. Meş ji Çerxerêya Osman Sebrî berê xwe da Avahiya Rêvebriya herêma Qamişlo.
Xwepêşandaran daxwaz kirin ku zimanê Kurdî wekî zimanekî bingehîn di proseya perwerdehiya xwendekarên Kurd bibe û tenê di sê waneyan de sînordar nemîne. Herwiha daxwaz kirin ku zimanê Kurdî bibe zimanekî fermî mafê wê di destûrê de misoger bibe, di heman demê de garantêkirina mafê welatiyên Kurd di hînkirina bi zimanê xwe yê dayikê.
Xwepêşandaran di meşê de drûşmeyên “ Zimanê me yê Kurdî di destûrê de temsîla me dike, zimanê Kurdî dengê gelê Kurd e û bê ziman jiyan nabe” qîrkirin. Di heman demê de pankartên li ser nivîsên “Ez bi Kurdî jiyan dikim, Zimanê me ne madeyeke hilbijartiye ew ji mafê me yê xwendinê ye, misogerkirina zimanê me di destûr de, zimanê me yê dayikê hebûna me ye” hildan.

Li pêşiya avahiya Rêveberiya herêma Qamişlo xwepêşandar ji Cîhan Hesam xwestin ku ew jî derkeve û daxwazên wan guhdar bike. Ji hêla xwe ve Rêvebera herêma Qamişlo ji wan re tekez kir ku wê bi rengekî taybet deng û daxwazên wan bighîne Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed El-Şeybanî herwiha aliyên têkildar di hikumeta Sûriyê ya veguhêz de.






