Monday, October 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li cîhanê salane nêzîkî 7 milyon ton qehwe tê xerckirin

09/09/2026
in CîHAN
A A
Li cîhanê salane nêzîkî 7 milyon ton qehwe tê xerckirin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Qehwe ji ber çêj û bêhna xwe ji bo gelek mirovan vexwarina sibehê ya girîng e. Herwiha li cîhanê salane nêzîkî 7 milyon ton qehwe tê xerckirin û awayên vexwarina wê li gorî herêm û welatan diguhere.

Qehwe di jiyana rojane ya bi milyonên mirovan li seranserê cîhanê de roleke girîng dilîze û yek ji wan vexwarinên herî zêde têne xerckirin. Qehwe di avhewayên tropîkal û herêmên ku baran bi rêjeyeke baş dibare de tê çandin û ji bo ku bi başî mezin bibe, şertên taybet ên jîngehê hewce dike.

Qehwe dikare ji bo mirovan xwedî gelek feyde be. Yek ji feydeyên wê ew e ku dikare rewşa giyanî baştir bike, enerjiyê zêde bike û mirov hişyar û baldar bike. Ji ber kafeîna ku di qehweyê de heye, mirov dikare piştî vexwarina qehweyê xwe şiyartir û çalaktir hîs bike.

Qehwe li deverên cûda yê cîhanê têne çandin

Qehwe ne tenê vexwarinek e, lê belê nîşana germî, afirînerî û rêûresmên sibehê ye ku gelek kes nikarin bê wê roja xwe bidin destpêkirin. Çandina qehweyê yek ji kevintirîn cureyên çandiniyê ye ku mirov nas kiriye û dîroka wê vedigere bi sedan salan.

Bi derbasbûna demê re, daneyên qehweyê bûne hilbereke cîhanî ku li deverên cuda yên cîhanê tê çandin. Darên qehweyê li herêmên taybet mezin dibin û bi gelemperî li deverên tropîkal ên cîhanê belav dibin. Avhewa û cûreya axê roleke girîng di diyarkirina kalîte û tama daneyên qehweyê de dilîzin.

Cureyên qehweyê yên herî baş di cîhanê de

Dema ku em behsa cureyên qehweyê yên herî baş li cîhanê dikin, em dibînin ku gelek welat bi daneyên qehweyê yên taybet û bi taybetmendiyên xwe nav û deng bidest xistine. Di nav van welatan de Etiyopya, Brezîlya û Kolombîya herî zêde derdikevin pêş. Her yek ji wan bi saya axê, şertên avhewayê û rêbazên pêvajoya hilberandinê, tama taybet a qehweyê dide fîncanan ku ji yên din cuda ye.

Qehweya Etiyopyayê bi rehên xwe yên dîrokî tê naskirin ku vedigerin bo welatê ku wekî beşdarê herî kevn ê qehweyê tê hesibandin. Kolombîya jî bi kalîteya domdar û tamên xwe yên tevlihev nav û dengê xwe parastiye û ev taybetmendî bala hezkiriyên qehweyê li her derê cîhanê dikişîne.

Brezîlya jî, bi berfirehiya zeviyên çandiniyê û tamên xwe yên hevseng, wekî dilê hilberîna qehweyê ya cîhanê tê dîtin. Qehweya Brezîlyayê ji sala 1727’an ve di nav cureyên qehweyê yên herî navdar û baş ên cîhanê de tê hesibandin. Ew bi tama xwe ya dewlemend û rêjeya xwe ya bilind a kafeînê navûdeng e, ku dikare enerjî û çalakiyeke berbiçav peyda bike. Her wiha, cûrbecûrbûna deverên çandina qehweyê û rêbazên cuda yên roastkirin û pêvajoyê li Brezîlyayê dibe sedema hilberîna gelek cureyên qehweyê ku li gorî tamên cuda tên amadekirin. Ji ber vê yekê, qehweya Brezîlyayê ji bo hezkiriyên qehweyê li seranserî cîhanê yek ji hilbijartinên girîng e.

Cûdahiya di navbera qehweya Yemenî û qehweya Brezîlyayê

Qehweya Yemenî li deverên bilind ên Nîvgirava Erebistanê tê çandin û bi roastkirina tarî û tama xwe ya bihêz tê naskirin. Her wiha, di tama wê de hinek nîşanên wekî moka û Hirazî xuya dibin, ku ew ji bo hezkiriyên tamên kûr û bihêz guncaw dike. Lê qehweya Brezîlyayê bi tama xwe ya hevseng tê naskirin ku nîşanên çîkolata û gûzê dihewîne û herwiha bi rêjeya xwe ya mezin a hilberînê li seranserî cîhanê navdar e. Ji ber ku tama qehweyê mijarek kesane ye.

Qehweya kesk ya herî baş û bandordar e

Çend salên dawî de, trendeke nû ya tenduristiyê di cîhana xwarinê û fitnessê de belav bûye û bi sedan milyon kes li seranserî cîhanê berê xwe dane xwezayê da ku li çareseriyên ewle û bi bandor ji bo baştirkirina tenduristiyê bigerin. Di nav van vedîtinên xwezayî yên girîng de, qehweya kesk wekî yek ji vexwarinên herî populer û bandordar derketiye pêş.

Gelek kes bawer dikin ku qehweya kesk nebatêkî bi temamî cuda ye ji qehweya asayî ya ku em her sibeh vedixwin, lê rastiya vê yekê pir hêsan e.

Heft feydeyên tenduristiyê yên qehweyê

Qehwe yek ji wan vexwarinên herî belav li seranserî cîhanê ye, ne tenê ji ber tama wê ya dewlemend, lê herwiha ji ber gelek feydeyên wê yên tenduristiyê.

Lêkolînên zanistî nîşan didin ku qehwe dikare bandorên erênî li ser tenduristiya laş bike, di nav de kêmkirina metirsiya hin nexweşiyên kronîk. Li vir heft feydeyên herî girîng ên qehweyê hene:

Kêmkirina metirsiya nexweşiya şekirê cureya 2

Lêkolîn nîşan didin ku vexwarina qehweyê dikare metirsiya pêşketina şekirê cureya 2 kêm bike. Di lêkolînekê de ku di sala 2014”an de li ser zêdetirî 48 hezar kesan hat kirin, hat dîtin ku zêdekirina vexwarina qehweyê bi yek fîncan rojane di heyama 4 salan de metirsiya pêşketina vê nexweşiyê bi 11 ji sedî kêm kiriye.

Parastin li dijî nexweşiya Parkinsonê

Gelek lêkolîn nîşan didin ku kafeîna di qehweyê de dikare alîkar be ku metirsiya nexweşiya Parkinsonê kêm bibe. Herwiha, analîzeke berfireh a sala 2017’an destnîşan dike ku vexwarina qehweyê dikare îhtîmala depresyonê û nexweşiyên kognîtîf ên wekî Alzheimerê kêm bike.

Kêmkirina metirsiya kansera kezebê

Li gorî lêkolînekê ya Îtalî, vexwarina qehweyê dikare metirsiya kansera kezebê heta 40 ji sedî kêm bike. Her wiha tê texmînkirin ku vexwarina sê fîncan qehweyê di rojê de dikare vê metirsiyê heta 50 ji sedî  kêm bike.

Piştgiriya tenduristiya dil

Vexwarina qehweyê bi rêjeyeke navîn bi baştirkirina tenduristiya dil re tê girêdan. Lêkolînek ku di sala 2017’an de hat kirin nîşan da ku vexwarina qehweyê her roj dikare metirsiya têkçûna dilê kêm bike û kafeîn jî dikare alîkariya baştirkirina tenduristiya damarên xwînê bike.

Kêmkirina metirsiya kovanî (Iktîab)

Vexwarina 2 heya 3 fîncanên qehweyê di rojê de dikare bi kêmkirina metirsiya kovaniyê re têkildar be. Kafeîna di qehweyê de wekî teşwîqkerê xwezayî dixebite, ku dikare ruh û halê mirovan baştir bike û çalakiyê zêde bike.

Xurtkirina bîr û parastin li dijî ‘Alzheimerê’

Lêkolîn nîşan didin ku vexwarina du fîncanên qehweyê di rojê de dikare fonksiyonên bîrê piştgirî bike û metirsiya nexweşiya Alzheimerê kêm bike. Qehwe çalakiya derûnî teşwîq dike, ji ber vê yekê dikare ji bo kesên ku dixwazin bi pêşketina temenê hêza bîra xwe biparêzin, dê hilbijartineke guncaw be. Qehwe weke teşwîqkerê xwezayî yê metabolîzmê tê hesibandin û dikare ji bo piştgiriya kêmkirina giraniyê hilbijartineke guncaw be. Herwiha, qehwe kaloriyên kêm dihewîne, di heman demê de qehweya kesk a hûrkirî dikare rêjeya şewitandina rûnê zêde bike.

Zirarên vexwarina zêde ya qehweyê

Cureyên cuda yên qehweyê ji aliyê hilberandin û amadekirinê ve ji hev cuda ne. Li gorî hin lêkolînên zanistî, vexwarina qehweyê bi rêjeyeke guncaw dikare hin feydeyên ji bo laş hebe. Lê belê, vexwarina zêde ya qehweyê, ji ber kafeînê, dikare bibe sedema fikarê, bêaramiyê û pirsgirêkên din. Di rewşên giran de, kafeîna zêde dikare bibe sedema jehrîbûna kafeînê. Ji ber vê yekê, girîng e ku qehwe bi rêjeyeke navîn û guncaw were vexwarin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Cîhanî ya Kecan
JIN

Roja Cîhanî ya Kecan

11/10/2026
28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ
HAJMARA PDF

28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ

11/10/2026
Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran
CIVAK Û JIYAN

Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran

11/10/2026
Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)
CîHAN

Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)

11/10/2026
Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye
Serbest

Tevliheviyên li Hesekê û Pêvajoya Entegrasyonê; Ewlehiya Rojava û Başûr Li Hember Metirsiyên Herêmî

11/10/2026
Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan
Serbest

Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan

11/10/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.