Gulîstan Xalid
Ziman ne tenê komek peyv û deng in; ziman bîranîna mirovan e, nasnameya wan e, dîroka wan e û awayê ku gel bi cîhanê re diaxive ye. Ji ber vê yekê, her biryarek ku li hember zimanekê tê dayîn, ne tenê li hember peyv û nivîsê ye, lê li hember hebûn û rûmeta gelê ku bi wê zimanê diaxive ye.
Biryara desthilata Şamê ya di derbarê zimanê Kurdî de, careke din nîşan dide ku zihniyeta navendî ya ku dixwaze pirrengiya civakên Sûriyê di çarçoveyeke yekreng de bixeniqîne, hîn jî berdewam dike. Zimanê Kurdî ne mijareke ku desthilat dikare li gorî siyaset û berjewendiyên xwe bidin an jê bistînin. Ziman mafekî xwezayî ye ku bi hebûna mirovan re hatiye.
Di dîroka Sûriyê de kurd bi salan rastî siyaseta înkarkirinê hatine. Navên gundan hatine guhertin, perwerdeya bi zimanê dayikê hat qedexekirin û gelek nifş ji mafê xwe yê xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bêpar man. Lê tevî hemû van astengiyan, zimanê Kurdî sax ma; ji ber ku ziman di hundirê gel de dijî, ne di destûrname û biryaran de.
Îro jî, li şûna ku zimanê Kurdî wek beşekî dewlemendiya çandî ya Sûriyê bê dîtin, hewlên sînorkirin û kontrolkirinê tenê birîna kevn kûrtir dikin . Civakek ku mafê zarokên xwe yê hînkirina zimanê xwe nas neke, nikare qala aştiyê û hevjiyana rastîn bike. Aştiya rastîn ne bi înkarkirinê, lê bi nasîn û rêzgirtina cudahiyan ava dibe.
Kurd li Sûriyê ne mêvan in; ew beşek ji dîroka vê welatê ne. Zimanê Kurdî ne tehdîdek e ji bo yekîtiya civakê, berevajî vê, qasî zimanên din hêmanekî dewlemendiya çandî ye. Kesên ku zimanekî dixwazin bêdeng bikin, di rastiyê de dixwazin dengê dîrokê bêdeng bikin.
Pêdivî ye ku nêrîna li ser zimanê Kurdî ji siyasetên kevn ên înkarê were derbas kirin û bi perspektîfa hevjiyana demokratîk were nêzîk bûn. Sûriyaya pêşerojê ne ew e ku zimanek li ser zimanên din were serdest kirin; Sûriyaya pêşerojê ew e ku hemû gel û çandên wê bi nasname û zimanên xwe azad bijîn.
Zimanê Kurdî ne daxwazek e ku desthilatek bide û carinan jê bistîne. Ew mafekî ku ji rastiya gelê Kurd tê, mafekî ku bi dîrok, çand û jiyana wan ve hatiye girêdan. Her biryara ku li hember vê rastiyê were dayîn, ne tenê li hember zimanê Kurdî ye, lê li hember prensîba azadiya mirovan û pirrengiya civakê ye.
Ji ber vê yekê, dengê ku dibêje “zimanê Kurdî maf e, ne îmtiyaz e”, dê her dem bimîne.






