Monday, October 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sûriyê di navbera projeyên Tirkiyê û Îsraîlê de ye: Gelo pevçûn nêzîk dibe?) II)

09/09/2026
in Serbest
A A
Sûriyê di navbera projeyên Tirkiyê û Îsraîlê de ye: Gelo pevçûn nêzîk dibe?) II)
Share on FacebookShare on Twitter

Cemîl Xoce

Li pişt vê nakokiyê pirseke pir metirsîdar derdikeve, gelo heke rikberiya Tirkî–Îsraîlî ya li Sûriyê ji nakokiya bandorê veguhere rûbirûbûneke rasterast, wê çi bibe?

Her aliyek wisa tevdigere ku qey nexşeyeke nû ji herêmê re xêz dike û her tevgereke leşkerî yan siyasî dibe ku derî li ber gavên berovajî veke. Tirkiyê bandora xwe berfireh dike û li gorî nêrîna xwe ya herêmî tevdigere. Îsraîl van liv û tevgeran dişopîne û xetên sor ji bo wan tevgerên ku weke gef li ser ewlehî û berjewendiyên xwe dibîne, datîne. Di navbera wan jî Sûriyê rawestiyaye; ew herêma ku bûye qada hevgihiştina proje, hevpeymanî û hesabên navneteweyî.

​Lê gelo gengaz e ev alozî bigihêje xala bêveger? Gelo Amerîka dikare rê li ber du hevalbendên xwe bigire, da ku nekevin nava şerekî?

​Di beşa duyem de, em derbasî pirsa herî metirsîdar dibin: Gelo Tirkiye û Îsraîl bi rastî ber bi pevçûneke leşkerî ve diçin, an tiştê ku diqewime, tenê nakokiyeke bandorê û zexta dualî ye ku dê di bin banekî diyarkirî de bimîne? Ya girîngtir jî, eger hemû astengî rabin û rûbirûbûn dest pê bike, dê çi bi serê Sûriye û herêmê de bê?

Dibe ku Amerîka rê li ber destpêkirina şer bigire?

​Tevî pirbûna sedemên aloziyê yên di navbera Tirkiye û Îsraîlê de, rûdana şerekî leşkerî yê rasterast a bivê-nevê nîne. Gelek faktor hene ku dikarin her du aliyan ji çûyîna ber bi şerekî vekirî ve asteng bikin û di serî de Amerîka tê. Tirkiyê û Îsraîl her du jî hevalbendên Washingtonê ne û têkiliyên Trump bi Erdogan û Netanyahû re hene. Li gorî vê, zehmet e ku Washington rê bide nakokiya navbera du hevalbendên wê bibe pevçûneke leşkerî, ji ber ku ev yek dê ji bo stratejiya Amerîkayê bibe windahiyeke mezin.

Berjewendiyên kevn ên di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de

​Faktora duyem qebareya berjewendiyên hevbeş ên di navbera Tirkiyê û Îsraîlê de ye. Di nava çend dehsalan de, têkiliyên her du welatan di herêmê de di asta herî baş de bûn û bazirganî, aborî, petrol û hevkariya leşkerî li xwe digirtin. Herwiha di sala 1996’an de rêkeftinên leşkerî yên girîng di navbera wan de hatibûn îmzekirin.

​Ev berjewendî dihêlin ku şerê rasterast ji bo her du aliyan gelekî biha be; lewma dikarin bibin asteng li pêşiya derbasbûna aloziya siyasî bo şerekî leşkerî yê berfireh, heta ku nakokiya li ser Sûriyê û herêmê berdewam bike jî.

Tirkiyê naxwaze Ewropayê winda bike

​Sedemeke din heye ku dibe Tirkiyeyê ber bi hişyariyê ve bibe, ew jî têkiliya wê bi Ewropayê re ye. Heke pevçûneke rasterast bi Îsraîlê re rû bide, Tirkiye dizane ku dibe Amerîka û Ewropa li kêleka Îsraîlê bisekinin. Ev yek dikare bibe sedema qeyraneke mezin di têkiliya Tirkiyeyê bi Ewropayê re û dibe ku bandorê li ser pêwendiyên wê bi NATO’yê re jî bike.

​Ji ber vê sedemê, Tirkiye baldar e ku neçe nav pevçûneke rasterast û dibe ku ji ber vê yekê behsa neketina xefika Netanyahû kiribe. Lê di heman demê de, ew di bikaranîna gotara siyasî û medyayî ya li dijî Îsraîlê de berdewam dike.

Şerê medyayî ya beriya pevçûnê

​Medya bûye beşeke bingehîn ji nakokiyê. Tirkiyê Îsraîlê bi piştgirîkirina hindikahiyan, di nav wan de Kurdan, tohmetbar dike, herwiha dosyeya jenosîda Ermeniyan di gotara xwe ya li dijî wê de bi kar tîne. Li hember vê yekê, Îsraîl jî Tirkiyeyê bi piştgirîkirina Hamasê û rêxistinên din ên ku wekî terorîst bi nav dike, tohmetbar dike.

​Bi vî awayî her aliyek hewl dide nakokiyê ji bo bihêzkirina helwesta xwe ya navxweyî û zêdekirina populerbûna xwe bi kar bîne û nakokiya siyasî ya derve veguherîne amûrekê li nava welat.

Bûyer kengî vediguherin çirûska şer?

​Tevî hebûna sedemên rêgirtina li ber şer, dibe ku pevçûn ji ber bûyereke nehesibandî dest pê bike. Eger leşkerên tirk li cihekî leşkerî bên kuştin dê çi bibe? An jî heke li rojhilatê Deryaya Spî têkdanek di navbera keştiyên tirkî û îsraîlî de rû bide, wê çi biqewime?

​Di bin siya hebûna hêz û berjewendiyên rikber de, bûyereke tenê dikare deriyê aloziyeke ku zehmet be bê kontrolkirin veke, nemaze heke mijar bi enerjî, petrol û gazê ve girêdayî be.

Rojhilatê Deryaya Spî û Qibris: Meydana pevçûnê ya gengaz e

​Metirsiya Tirkiyê li rojhilatê Deryaya Spî bi berfirehbûna hevkariya leşkerî ya di navbera Îsraîl û Qibrisê de zêde dibe. Li hember vê yekê, baregeh û çekên Tirkiyeyê li bakurê Qibrisê hene.

​Ev yek meydaneke din çêdike ku dibe têkdan di navbera her du aliyan de rû bide. Her berfirehbûneke leşkerî ya Îsraîlê li Qibrisê, dibe ku ji aliyê Tirkiyeyê ve wek gef were dîtin û her bihêzkirineke Tirkiyeyê li bakurê Qibrisê jî, dibe ku Îsraîl wek pêngaveke metirsîdar bibîne.

​Di jîngeheke wiha de, ne şert e ku biryareke pêşwext ji bo şer hebe; şaşiyeke leşkerî dikare bibe çirûska yekem ji bo rûdana şer.

Gelo Îran pevçûnê dereng dixe yan vediguhêze?

​Faktoreke din jî bi dosyeya Îranê ve girêdayî ye. Dibe ku mijûlbûna Îsraîl bi Îranê re yek ji sedemên derengxistina derbasbûna şer bo Tirkiyeyê be.

​Li Îsraîlê, kesên wisa hene ku bawer dikin, eger qeyrana Îranê bi dawî bibe yan rejîma Îranê hilweşe, dibe ku şer derbasî Tirkiyeyê bibe, her çend bi awayên cuda be jî.

​Ev tê wê wateyê ku bidawîbûna pevçûna bi Îranê re dibe ku rê li ber aramkirina herêmê veneke, lê dibe ku derî li ber pevçûneke nû veke.

Dengê Tirkiyeyê ber bi gurkirinê ve diçe

​Li Tirkiyeyê dengekî bilindtir derketiye ku rengên îslamî, olî û osmanî bi xwe re hildigire û behsa nemana Îsraîlê, şerekî neçarî û jêbirina Îsraîlê ji nexşeya herêmê dike.

​Bi berdewamiya vî zimanî li kêleka aloziya siyasî û leşkerî, fikar zêde dibin ku qada manewrayê ya di navbera her du aliyan de teng bibe.

Kî dê pevçûnê beriya teqînê kontrol bike?

​Pevçûna Tirkiye û Îsraîlê êdî ji sînorên Sûriyeyê derbas bûye û bi bandor, enerjî, ewlehiya herêmî û şiklê Rojhilata Navîn a nû ve hatiye girêdan.

​Heke alozî di bin kontrolê de bimîne, dibe ku şerê siyasî û medyayî bêyî pevçûneke rasterast berdewam bike. Lê eger bûyereke mezin rû bide yan aliyek gaveke nehesibandî biavêje, dibe ku Sûriye bibe çirûskek ji bo pevçûneke berfirehtir.

​Sermesleyê, gelo her du alî dikarin vê nakokiyê kontrol bikin, an kombûna proje, berjewendî û xalên têkdanê dê herêmê ber bi teqînê ve bibin?

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Cîhanî ya Kecan
JIN

Roja Cîhanî ya Kecan

11/10/2026
28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ
HAJMARA PDF

28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ

11/10/2026
Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran
CIVAK Û JIYAN

Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran

11/10/2026
Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)
CîHAN

Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)

11/10/2026
Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye
Serbest

Tevliheviyên li Hesekê û Pêvajoya Entegrasyonê; Ewlehiya Rojava û Başûr Li Hember Metirsiyên Herêmî

11/10/2026
Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan
Serbest

Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan

11/10/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.