Can Yûsiv
Helbestvan Îbrahîm Reşo evîndarê azadiyê û dengê doza gelê Kurd.
Di dîroka wêjeya Kurdî de, navên hene ku ne tenê bi nivîsandina helbestê re mijûlbûne, lê peyv kirine helwestek, û helbest jî kirine peyamek ji bo parastina nasname, ziman û hebûna neteweyî, di nav van navan de helbestvan Îbrahîm Reşo derdikeve pêş, yek ji dengên helbestî yên berbiçav ên Cizîra Sûriyê ye, ezmûna wî ya afirandinê bi xema neteweyî ya kurdî û parastina ziman û çanda kurdî ve girêdayî bû, ta ku helbesta wî bû neynika hêvî, êş û daxwazên gelê wî yên azadî û rûmetê. Wî helbest kir dengê welat û zimanekî êş û azarên gelê Kurd, lewra hêjayî wê bû ku bibe yek ji wan navên ku bandoreke mayînde di bîra wêje û çanda Kurdî ya hevdem de hiştine.
Helbestvan Îbrahîm Reşo, ku bi navê xwe yê wêjeyî (Şevgîr) dihat nasîn, di sala 1930’an de li gundê Zeydiyê li Bakurê Kurdistanê ji dê û bavek Kurd, (Xelef û Henîfe), hatiye dinyayê, di nav malbateke Kurdperwer, welatparêz û kedkar de mezin bûye, ku bi girêdana xwe ya bi nirxên Kurdî yên resen û girêdana kûr a bi ax û nasnameyê re dihat nasîn. Malbateke ku ji çar zarokan pêk dihat , sê bira û xwişkek, ew di demekê de mezin bûye ku Kurdistan rastî guhertinên siyasî û civakî ên kûr dibû ,ku bandorên xwe li ser hişmendiya nifşê wî û avakirina ramana wî ya rewşenbîrî hiştin.
Di sala 1948’an de, tevî malbata xwe koçî herêma Cizîra Sûriyê bû, li gundê Sî Sedî, ku li bakurê rojhilatê bajarê Hesekê dikeve, bi cih bû, piştre, berê xwe da bajarê Hesekê û li wir bi cih bû. Ew di jîngeheke gundewarî ya resen de mezin bû, jîngeheke dewlemend bi mîrateya devkî, stranên gelêrî û çîrokên ku ji nifşekê bo nifşekî din hatibûn veguhestin, di nav zeviyan, stranên gundiyan û serpêhatiyên bav û kalên xwe de, nîşaneyên kesayetiya wî ya despêkê ava bûn, û di wijdana wî de evîna axê, girêdana bi welatê xwe û mirovê Kurd re kûr û mayînde bû. Ev jîngeh di xeyal û afirîneriya wî de amade ma, û di helbestên wî de ku bi wêneyên xwezaya Kurdistanê û ruhê cih û bîranîna wê tijî bûne, bi awayekî zelal xuya bû.
Xwendina xwe ya destpêkê û perwerdeya olî li ser destê zanyar û melayên herêmê, ji wan Mela Osman Omerî û Mela Mihemed Bêrtî, wergirtiye, Paşê xwendina xwe ya fermî li dibistana gund heta pola pêncan a dibistana seretayî berdewam kir, vê hevahengiya çandî û olî roleke girîng di avakirina kesayetiya wî ya ramanî û zimanî de lîst û zanînek di ziman, wêje û folklorê de da wî ji despêkê ve û rê li ber jêhatiya wî ya helbestî vekir ku di tevahiya jiyana wî de pê re ma. Ji zarokatiya xwe ve bîr û heweseke wî ya mezin ji bo xwendin û ezberkirina helbest û destanên gelêrî hebû, ev yek bû sedem ku şiyana wî ya helbestî xurt bike û hesta wî ya wêjeyî pêş bixe. Di temenekî biçûk de, dest bi nivîsandina helbestan bi zimanê Kurdî kir, bin bandora hezkirina wî ya kûr ji bo ziman, welat û mîrateya gelê xwe.
Yek ji bûyerên ku heta dawiya jiyana wî di bîra wî de mayînde ma bû, ew bû ku dema ku wî di pola çaremîn a dibistana seretayî de dixwend, mamosteyê wî ji wî xwest ku sirûda neteweyî ya Sûriyê ya wê demê, «Biladul Erebi Ewtanî», bixwîne ,lê ew li ber hevalên xwe rawesta û bi dengekî bilind û bi coşeke mezin got:
Biladul Kurdî ewtanî yanî “Welatên Kurdan welatê min in.” Ew kêlî di jiyana wî de qonaxeke destpêkê bû ,ji ber ku destpêka hişyariya wî ya neteweyî afirand û pêwendiyeke kûr damezrand ku di helbest û girêdana neteweyî di xebata wî ya dirêj de bi hev re bihêle. Ji wê demê ve, helbest bûye parçeyek ji hebûna wî ya giyanî ku ji wî nayê veqetandin.
Wî ne ji bo nav û dengê xwe û ne jî ji bo peydakirina cih û payeyek wêjeyî helbest dinivîsand; belê, ji ber ku helbest di kûrahiya giyanê wî de dijiya û di hemû hûrguliyên jiyana wî ya rojane de bi wî re dimeşiya. Ji zarokatiya xwe ve, bi hestyarî bi ax, xweza û mirovê Kurd ve girêdayî maye, ku piştre di piraniya helbestên wî de, ku xemên welat, xewnên gelê wê, daxwazên azadî û rûmetê hildigirin, diyar bû. Ji salên xortaniya xwe yên destpêkê ve, Îbrahîm Reşo berê xwe da çalakiyên çandî û neteweyî, bi baweriyeke kûr ku zimanê Kurdî xezîneya nasname û bîreweriya neteweyî ye, û parastina wî parastina hebûna gelê Kurd û mîrateya wî ya çandî ye.
Sala 1961’an di jiyana wî de rawestgeheke girîng bû, dema ku ew bi hejmarek ji hevalên xwe re , di nav wan de helbestvan Yûsif Berazî û kesên din, ji ber xebatên wî yên neteweyî û helwestên wî yên welatparêzî hate girtin û heta sala 1967’an şeş salan di zindana Hesekê de ma. Lê girtîgeh nekarî vîna wî bişkîne an jî dengê wî yê helbestî bitepisîne; belê, girtîgeh ji bo wî veguherî qadeke raman û afirandinê, wî di helbestê de amûrek ji bo berxwedana li hember zordariyê û parastina hêviyê dît, û helbestên ku wateyên pêdariyê, azadî û girêdana bi rûmet û welat ve girêdide nivîsandin. Piştî ku di sala 1967’an de serbest hat berdan, tevî malbata xwe koçî bajarê Hesekê kir û li taxa Tel Hecer bi cih bû û li wir bi hemû zor û zehmetiyên xwe ket qada şerê jiyanê û di karên azad ên dijwar de xebitî ,ji nêzîk ve êş û azarên mirovên hêsan û kedkar dizanibû, ku di helbestên wî de bi awayekî zelal xuya dibû, ku bi rastgoyî, rastîbûn û nêzîkbûna bi nebeza civakê re, dihatin naskirin.
Di warê malbatî de jî, helbestvan Îbrahîm Reşo di jiyana xwe de ji gelek qonaxên mirovî û bandordar re derbas bû, ew sê caran zewicî; piştî mirina hevjîna xwe ya yekem Helîme, bi Xanim Hemdîye re zewicî, lê piştî çend salan wê jî ji dinyayê koç kir, paşê, ew bi Badiya Xanimê re zewicî, ya ku bi wî re di rêwîtiya jiyanê de berdewam kir û bû piştgira wî di salên wî yên paşîn de,ji her sê hevjînên wî, Xwedê 11 zarok dayê wî; (5 keç û 6 kur),û li ser nirxên mirovahî û welatparêzî yên ku ew bawer pê dikir û berevaniya wê di hemû jiyana xwe dikir bo ew mezin kirin.
Li gel şert û mercên giran ên jiyanê û tevger, geryan, çewisandinên ewlehiyê û zehmetiyên jiyanê jî dest ji nêzîkatiya têkoşînê û peyama xwe ya wêjeyî berneda, belê, wî bi vîn û îsrarek bi hêz wî nivîsandina helbesta kilasîk a pîvan û bi rêzbend berdewam kir û gotina azad kir menberek bo derbirîna hêviyên gelê xwe,êş û azarên wî û daxwazên wî yên azadî û rûmetê. Ezmûna wî ya helbestî bi sadebûn, durustî û girêdayîbûna bi pirsgirêkên civakê ve dihate naskirin, wî wêneyên xwe û wateyên xwe ji jiyana rojane, xwezaya Kurdistanî û derdên mirovên sade werdigirtin ,di helbestên wî de mijarên welat, doza kurd, azadî, zimanê kurdî, hişyarî, perwerdehî, azadiya jinê, ji bilî nirxên mirovahî û civakî yên ku pê bawer dikir û diparast.
Di heyama xebata xwe ya wêjeyî de li bajarê Hesekê û bajarên din ên Cizîrê beşdarî gelek çalakiyên çandî, şevbuhêrk û şahiyên Newrozê bû û wek helbestvanekî pabendîdar bi pirsgirêkên gelê xwe re di qada çanda Kurdî de ma û di wê baweriyê de bû ku çand yek ji girîngtirîn rêgezên parastina nasnameya neteweyî û parastina mîrateya şaristanî ye.
Tevî ku beşeke mezin ji helbestên wî bi salan dirêj bi awayekî devkî di nav gel de hatibû veguhestin, lê wî beşek ji berhemên xwe di dîwaneke ku bi navê «Ronahî» , kom kir, ev nav baweriya wî bi ronahî, zanîn û hêviyê nîşan dide. Yekîtiya Rewşenbîrên li Kantona Cizîrê di sala 2019’an de çavdêriya çapkirina vê dîwanê kir, ku beşeke girîng ji helbestên wî dihewand, herwiha hejmarek ji helbest û destnivîsên din ên ku nehatine çapkirin mane.
Helbestên wî mijarên curbecur digirtin; wî li ser welat, doza Kurdî, xweza, azadî, perwerdehî û azadiya jinê nivîsand, herwiha, ew li ser trajediyên ku gelê Kurd rû bi rû maye rawestî, û li ser Helebce, Enfal, Kobanî, Şengal û Efrîn nivîsand, wî şehîd û berxwedêr, û pêşengên tevgera neteweyî ya Kurdî yên ku jiyana xwe ji bo parastina ax û rûmeta gelê xwe terxan kiribûn, bi rêzdarî û hurmet bi bîr anîn û pesnê wan da. Ew di ezmûna xwe ya helbestî de ketbû dibin bandora çend helbestvanên mezin ên Kurd de ,di serî de Cegerxwîn, Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî,wî ew wekî nimûneyên ronahî yên helbestvanê ku bi pirsgirêkên gelê xwe, çand û mîrateya xwe ve girêdayî ye, di hesibandin.
Di jiyana wî ya kesane de, hezkirineke wî a mezin ji bo têkoşera Kurd Leyla Qasim hebû;ku weke sembola jina Kurd a azad û wêrek didît ,ji lewra , navê wê li keça xwe ya helbestvan Leyla Reşo kir, ku di qada helbest û wêjeyê de li ser şopa wî meşiya û ji wî evîna ziman, çand û afirandinê ji wî wergirt. Îbrahîm Reşo bi nirxên resen ên Kurdatiyê ve girêdaneke kûr hebû; ew bi prensîbên azadî, rûmet û parastina nasnameya neteweyî ya Kurdî bawer bû. Pabendbûna wî ne tenê di helbest û peyvê de bû, lê di helwestên wî yên pratîkî de jî xwe nîşan dida, wî deriyên mala xwe li ber têkoşerên tevgera rizgariya Kurdistanê vekirbû û heta ku dikarî ji bo doza kurd , piştgirî û alîkarî pêşkêş dikir. Wî qet bala xwe nedida ser bar û metirsiyên ku dikaribûn ji vê yekê derkevin, û heta dawiya jiyana xwe amade bû ku her tiştê hêja û giranbuha ji bo azadiyê, parastina rûmeta gelê xwe û mafên wî yên rewa bide.
Ev nêzîkatiya welatparêziyê di nava malbata wî de jî xwe nîşan dida; kurê wî, Şêrgo Îbrahîm Reşo, di rêya welat û rûmetê de şehîd bû, ew yek ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) bû û di 3ê Mijdara 2019’an de, dema ku li herêma Til Hemîsê erka xwe ya neteweyî pêk dianî şehîd bû. Bi vî awayî, di jiyana Îbrahîm Reşo de helbest, têkoşîn û fedakariyê bi hev re kom bûn, û tecrûbeya wî ya mirovî û neteweyî bû wêneyeke zindî ji fedakariya malbatekê ku xwe ji bo xizmeta gel û doza xwe terxan kiriye. Îbrahîm Reşo rola helbestvan , rewşenbîr û têkoşerê neteweyî di kesayetiya xwe de kom kir, û heta dawiya jiyana xwe ji zimanê xwe, gelê xwe û doza xwe re dilsoz ma, wî mîrateyeke wêjeyî û çandî li dû xwe hişt ku navê wî di bîra wêjeya Kurdî ya hevdem de zindî û mayînde dike.
Di 26ê Hezîrana 2024’an de, helbestvan Îbrahîm Reşo piştî xebateke dirêj a wêjeyî, çandî û welatparêzî di temenê 94 saliya xwe de koça dawî kir. Lê belê çûyîna wî dawî li hebûna wî ne anî, ji ber ku helbestên wî di bîra gelê wî de zindî man, şahidiya serpêhatiya helbestvanekî ku di wê baweriyê de bû ku peyva rast dikare li hember jibîrbûnê berxwe bide û dema welat teng bibin dibe ku helbest bibe welatek.
Helbestvanê Kurd Ibrahîm Reşo (Şevgîr) dilsozê zimanê xwe, gelê xwe û doza xwe ma, wî helbest kir malek ji bo bîranîna kurdî û peyv kir pira ku paşerojê bi pêşerojê ve girêdide, bi vî awayî, ew yek ji wan dengên helbestî yên Kurdî ma ku derd û xemên mirovan, welat û ziman hilgirtbû, û roleke berbiçav lîst di parastina nasnameya çandî û bihêzkirina nirxên azadî û rûmetê di wijdanê nifşan de. Ji bo giyanê wî rehmet û ji bo bîranîna wî mandarî. Ji bo mîrateya wî ya têkoşînî, neteweyî, çandî, wêjeyî û zimanî domdarî.






