Monday, October 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji ber nebûna mazota piştgirî, herêma Cizîrê şevên xwe bi tarîtiyê re derbas dike

09/09/2026
in Aborî û ekolojî
A A
Ji ber nebûna mazota piştgirî, herêma Cizîrê şevên xwe bi tarîtiyê re derbas dike
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Herêma Cizîrê yek ji herêmên girîng di hilberîna petrola Sûriyê de ye, tevî vê yekê ew ji petrolê bê par e. Madeya mazotê ku piraniya warên jiyanî pê têkildar e buhabûye û bandoreke mezin li tevahî warên jiyanî kiriye, bi taybet bûye sedema rawestandina elektrîkê û herêm di tarîtiyê de maye.

Ji dema ku hemû dosyaya petrolê ketiye destê hikumeta veguhêz a Şamê de petrolê û madeyên girêdayî wê ji herêma Cizîrê qut bûye, ev yek kirîzeke mezin çêkiriye, ji ber ku di piraniya warên jiyanî de tê bikar anîn û yên sereke Mazot û Banzîn e ku bi awayekî berbçav mîqdarên wê ji bo herêmê hatiye kêmkirin û gihaştiye astekê ku nayê peydakirin. Bi salan û di çarçoveya şerê û pevçûna li Sûriyê tevahî herêma Cizîrê ji bo dabînkirina elktrîkê xwe dispart jernetorên ku bi mazotê tê xebitandin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk mazot ji bo xebitandina jernetoran mazot bi nirxê piştgiriyê dida xwediyên jernetoran da ku elktrîk bi buhayekî kêm bidin welatiyan, bi heman awayî di warê nangehan de û wesayîtên veguhestina hundirîn, lê piştî ku birêvebirina sotemeniyê ket destê hikumeta veguhêz tişta yekemîn kir mazota piştgiriyê rawestandina ku bi milyonan kes pê têkildar bûn, bi hinceta yekkirina buhayê li hemû Sûriyê, lê vê yekê kirîzeke mezin derxistiye holê, praniya şêniyên herêma Cizîrê di xeta xizaniyê de dijî û nikarin buhayên bilind bidin, ev rewş bûye sedema rawestandina jiyanê li hemû herêmê.

Bandora rawestandinê a mezin li ser elktrîkê ye

Rêveberiya Xweser mazot ji bo jeneratoran bi buhayekî sembolîk (125) lîreyên Sûrî yên kevin serê her lîtreyê peyda dikir, ev yek alîkarî dikir ku buhayên abonetiyê di astên ku welatî dikarin bikirin de bimînin, tevî zehmetiyên aborî û kêmbûna hêza kirînê jî. Di 29’ê Tebaxê de, piştî veguhestina rêveberiya sektora sotemeniyê bo saziyên hikûmeta veguhêz, dabînkirina sotemeniyê bo tevahiya herêma Cizîrê hate rawestandin.

Yek ji xwediyê jeneratoran tekez kir ku mazota piştgiryê berê her lîtreyekê bi 175 lîreyên Sûrî dihat kirîn, lê nirxê wê niha li gorî wî gihaştiye nêzîkî 12 hezar û 500 lîreyên Sûrî, ku zêdebûneke berbiçav di lêçûnên xebatê de nîşan dide. Herwiha diyar kir ku xwediyên jeneratoran nikarin vê zêdebûnê tehemûl bikin û welatî jî nikarin bandora wê ya li ser buhayê her amperê tehemûl bikin, ji ber ku gelek malbat dahatiyek rojane ya sabît ji bo wan tune ye. Ev cudahî di navbera lêçûnên zêde yên xizmetguzariyan û asta mûçeyan de nîşan dide, ji ber ku mûçe li herêma Cizîrê di navbera milyonek û 500 hezarên lîreya sûrî û 2 milyon û 500 hezarên lîreya sûrî de ne, ev yek malbatan neçar dike ku di navbera dabînkirina elektrîkê û dabînkirina hewcedariyên din ên bingehîn de hilbijartinên dijwar bikin herwiha bandorên vê biryarê di cih de li ser şert û mercên jiyanê kir, herêmek ku welatiyên wê ji bo xebitandina jerneratoran, dabînkirina germkirinê, karanîna veguhastinê û dabînkirina hewcedariyên din ên bingehîn bi giranî xwe dispêrin sotemeniyê.

Xwediyên jeneratorên elektrîkê bi 15 hezar lîreyên sûrî yên kevin serê amperê difirotin da ku rojane heta heşt saetan bixebite. Bi zêdebûna buhayê sotemeniyê re parastina heman demjimêrên xebatê dê bibe sedema zêdebûnek girîng di xercên abonetiyê de, bo vê yekê ser amperê gihaşt nêzîkî 16 dolarê, li gorî texmînan. Ev zêdebûn dê elektrîkê ji bo beşek mezin a malbatan bê par bihêle.

Ji xwe ev rawestandin bi wergirtina berpirsiyariyên saziyên hikûmetê di sektora petrolê de li Hesekê hevdem e, wekî beşek ji pêvajoya entegrasyonê ya berdewam bi hikûmeta veguhêz re û veguheztina rêveberiya sektorê bo mekanîzmayên ku ji hêla hikûmetê ve hatine pejirandin.

Yekkirina buhayê an yekkirina êşê ye?

Hikûmeta veguhêz dibêje ku rawestandina belavkirina mazota piştgiriyê ber bi yekkirina buhayê mazotê ji bo hemû parêzgehan ve diçe. Lêbelê, rexneya sereke ya vê biryarê ne li ser prensîba yekkirina buhayê bi xwe ye, lê belê li ser rêbaza pêkanîna wê û şert û mercên derdorê ye, ji ber ku Herêma Cizîrê ji aliyê xwezaya sektora xwe ya enerjiyê ve ne wekî herêmên din ên Sûriyê ye. Ew herêmeke hilberîna petrolê ye û sektorên mezin ên wê xwe dispêrin sotemeniya herêmî. Wekî din, qelsiya tora elektrîkê ya nîzamî jeneratorên taybet kiriye beşek girîng a jiyana rojane. Guhertinek ji nişka ve ji buhayekî piştgiriyê bo buhayekî pir bilindtir, bêyî ragihandineke zelal a alternatîfan, mekanîzmayên tezmînatê, an planeke ji bo misogerkirina elektrîkê, dikare biryareke îdarî ya têkildarî buhayên sotemeniyê veguherîne krîzeke berfireh a debara jiyanê.

3 hezar metrekup di rojê de hatin rawestandin

Rojane nêzîkî 3 hezar metrekup petrola xav ji parêzgehê re dihat, ku di rafineriyên herêmî de dihat rafinekirin û nêzîkî 19 tankerên mazotê hildiberand. Mîqdarên rafinekirî ji bo dabînkirina sotemeniya ji bo sektorên cûrbecûr, di nav de jeneratorên elektrîkê, nangeh, veguhastina giştî, aşxane û hin karûbarên bingehîn, dihatin bikar anîn. Li vir pirsgirêk ji mijara mazota ji bo amperan wêdetir diçe; ji ber ku rawestandina vê madeyê dibe ku bandorê li ser rêze xizmetguzariyan bike, ku bi elektrîkê dest pê dike û bi veguhastin, nangeh, av û buhayên kelûpelan bi dawî nabe. Wekî mînak elektrîk bandorê li ser xebitandina stasyonên pompkirina avê dike û av ji bo misogerkirina berdewamiya operasyonên pompkirin û veguhastinê hewceyê sotemeniyê ye. Lêçûna bilind a veguhastinê bi lez di buhayên xwarin û kelûpelan de li bazaran xuya dike. Bi gotineke din, krîza sotemeniyê wekî krîzeke sotemeniyê namîne, lê dikare veguhere krîzeke xizmetguzarî, buha û asta jiyanê.

Li gorî raporên medyayî hat destnîşan kirin ku rayedarên hikûmetê yên pêwendîdar Rêveberiya Sotemeniyê agahdar kirine ku belavkirina mazota piştgiriyê dê wekî beşek ji hewildanên yekkirina buhayê mazotê li seranserî parêzgehan, were rawestandin.

Herêma Cizîrê ji rawestandina mazota piştgiriyê bi awayekî mezin piştî biryara hikûmeta veguhêz bandor bû, bi vî awayekî welatî dest bi kirîna mazotê ji bazara azad kirine bi buhayê 12 hezar û 500 lîreyên Sûrî ji bo her lîtreyekê, ev yek bandor li ser hemû sektorên xizmetguzariyê yên girêdayî mazota piştgiriyê kiriye, tevî jeneratoran.

Buhayê petrolê bilind dibe, pê re lêçûnên jiyanê jî zêde dibin

Dema ku behsa hilberîna petrolê li herêmê tê kirin, ev biryar hîn hesastir dibe. Li gorî daneyan hilberîna petrolê li herêma Cizîrê rojane digihîje nêzî 100 hezar bermîlan û piştî peymana ku di navbera Şîrketa Petrolê ya Sûriyê û şîrketeke Amerîkî de hatiye îmzekirin, tê payîn ku hilberîn dê zêde bibe. Ji ber vê yekê herêma Cizîrê beşek girîng ji dewlemendiya petrolê ya Sûriyê hildiberîne, lê ew nikare sotemeniyê ji bo elektrîkê bi buhayên ku ji welatiyên wê re guncav be peyda bike. Ev cudahî bûye sedema nerazîbûna civakî, nemaze ji ber ku nifûs hîs kirine ku veguhestina rêveberiya zeviyên petrolê bo saziyên hikûmetê ne bi başbûna elektrîkê, sotemeniyê an jî xizmetguzariyan re çêbûye, lê belê di destpêkê de bi betalkirina mekanîzmayeke piştgiriyê ya ku berê hebû re çêbûye. Mijar ne ew e ku kî van zeviyên peretrolê bi rê ve dibe, lê ew e çawaniya dabeşkirina vê dewlemendiyê li ser nifûsê ye.

Li beşên mezin ên Sûriyê, jenerator alternatîfek pêwîst bo elektrîka hikûmetê ne, ne luks in. Ji ber vê yekê her zêdebûnek tûj di lêçûnên xebitandina wan de dê rasterast bandorê li ser malbatan bike. Malbateke ku ji bo dabînkirina çend demjimêrên elektrîkê di rojê de mîqdarek sînorkirî dida, dê bi fatûreyek bilindtir re rû bi rû bimîne, di heman demê de beşek mezin a nifûsê ji xwe ji dahata kêm û buhayên bilind ên xwarin, derman û veguhastinê êşê dikişînin. Herwiha, xwediyên jeneratoran bi xwe ne sûdmendên biryarê ne; ew bi zêdebûna lêçûnên sotemenî, lênêrîn û xebitandinê re rû bi rû ne, ku ev yek bilindkirina buhayan ji bo wan vebijarkek pêwîst dike, eger ew bixwazin berdewam bikin. Berevajî vê buhayê bilind ê elektrîkê dibe ku bibe sedema ku hin malbat abonetiyên xwe kêm bikin an jî dev jê berdin, ev yek jî gefê li çerxeya aborî û xizmetguzariyê ya jixwe qelse, dixwe.

Bihaya nû dibe sedema nakokiyan

Li Qamişlo, krîza têkildarî nirxdayîna elektrîkê ya ji hêla jeneratorên taybet ve tê peyda kirin berfirehtir bûye. Di 5’ê Îlonê de, Rêveberiya Herêma Qamişlo xerca xebitandinê ya amperan li gorî hejmara saetên xebitandinê yên rojane, bi buhayê 1.25 dolar ji bo her saetek xebitandinê ya mehê, destnîşan kir.

Rêveberiya Herêmê di daxuyaniyeke çapemeniyê de ev encam radighand û piştrast kir ku ev lêçûna bilind barê darayî li ser hemwelatiyan giran dike û ji hêza wan a kirîna zêdetir e. Li gorî rêveberiyê tedbîrên îdarî yên pêwît hatin girtin û bi lez nivîsên fermî, raporên berfireh û lezgîn ji bo Parêzgarê Hesekê şandine. Di van nivîsan de aliyên krîza heyî û encamên wê yên civakî û xizmetguzariyê hatine ravekirin û daxwaz ji bo destwerdana bilez hatiye kirin, da ku çareserî û alternatîfên guncav werin dîtin û bigihîjin çareseriyeke dadperwer ku vegerandina elektrîkê ji bo hemwelatiyan bi lêçûneke guncav misoger bike.

Ji bo malbatan, rawestandina jeneratoran tê wateya windakirina çavkaniyek alternatîf a elektrîkê di demekê de ku elektrîka nîzamî bi awayekî têrker peyda nabe, di heman demê de zêdebûna abonetiyan dibe sedema zêdebûna barên darayî li ser malbatan ku niha bi zêdebûna hevdem a buhayên xwarin, veguhastin û karûbarên bingehîn re rû bi rû ne.

Hikumeta heyî tu şîroveyên zelal nedaye

Hikumeta veguhêz li pêşiya ezmûneke rastî ye, ji ber ku kontrolkirina îdarî li ser zeviyên petrolê an yekkirina saziyan nayê wateya serkeftinê, lê serkeftina rastî ew e şiyana hikumetê ku van çavkaniyan bike xizmeta şêniyan û rewşên wan ên aborî baş bike piştî salên dirêj yên şer û hilwişîna rewşa aborî. Lê dema ku sotemeniya piştgiriyê tê rawestandin, pê re xebitandina jernetoran herwiha lêçûna veguhestin û xizmetan buha dibe, di vir de welatî xwe dibîne li pêşiya barekî giran, di heman demê de hevkêşeyek zehmet ku were çareserkirin, tevî ku biryar li ser bingehên darayî û îdarî be.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Cîhanî ya Kecan
JIN

Roja Cîhanî ya Kecan

11/10/2026
28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ
HAJMARA PDF

28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ

11/10/2026
Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran
CIVAK Û JIYAN

Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran

11/10/2026
Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)
CîHAN

Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)

11/10/2026
Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye
Serbest

Tevliheviyên li Hesekê û Pêvajoya Entegrasyonê; Ewlehiya Rojava û Başûr Li Hember Metirsiyên Herêmî

11/10/2026
Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan
Serbest

Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan

11/10/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.