Monday, October 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Efrînê demsala çêkirina dimsa rezan; Keda destan û bereketa rezan

09/09/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Li Efrînê demsala çêkirina dimsa rezan; Keda destan û bereketa rezan
Share on FacebookShare on Twitter

Zeryan Lêlûn

Çêkirina dimsa reza (tirî) li herêma Efrînê hêmanekî bingehîn û resen ê kultur, nasname û kelepora Kurdewarî ye ku bi sedsalan ji nifşekî derbasî nifşê din dibe. Ev pîşeya kevnar ku bi hatina meha îlonê û dawiya havînê re dest pê dike, gund û zozanên Efrînê vediguherîne şahiyeke komînal û festîvalekê ku her sal tê dubarekirin.

Hevgirtina gelêrî

Demsala dimsê li Efrînê dema hevgirtin û piştgiriyê ye. Ev kar bi tena serê xwe nayê kirin, malbat, cîran û xizm hemû kom dibin û bi rihê hevgirtin û yek destî destên xwe didin hev. Ji berhevkirina tirî ji rezan, heta zextkirin û kelandina wê, her kesek (jin, mêr, zarok û kal) xwedî rolekî ye. Ev hevkarî peywendiyên civakî xurtir dike û westandina karê giran vediguherîne şahî û stranan.

Efrînî pîşesaziya dimsê wekî hunerekî pîroz dibînin ku rasterast bi bereketa axê re girêdayî ye. Bikaranîna amûrên kevneşopî yên mîna “Meqsere” (hewdên kevirî yên zextkirinê) û bikaranîna “Axa Spî” (Hewre) ku ji çiyayên herêmê tê anîn ji bo parzûnkirin û şîrînkirina ava tirî, nîşaneya têkiliya kûr a mirovê Efrînî û xwezaya wî ye. Kelandina li ser êzingan û tevdana bi çortên gihayên çiyayî yên taybet, bêhn û çêjeke bêhempa dide dimsê ku nasnameya axa Efrînê diparêze.

Dimsa tirî dibe alîkara aborî û tenduristî

Dims ji bo malbata Efrînî stûna “Zexîreya Zivistanê” ye. Di bin mercên dijwar ên aborî û guhertinan de, çêkirina dimsê sembola aboriya xweser e. Ew enerjî, germî û tenduristiya zivistanê ye ku her malek hewl dide bi destên xwe berhem bîne daku serxwebûna xwe ya aborî biparêze. Di heman demê de dimsê tirî ji bo tenduristiya mirovan û zarokan di zivistanê de gelek sûdwere. Di sermayê de ji bo kuxik û hwd gelek baş e.

Çawaniya çêkirina dimsê rezan

Rêûresmên çêkirina dimsê rezan li herêmê Efrînê ji pêşketinan û desketina aliyetên ku dims çê dike, hinekî dur e. Hê jî li Efrînê çêkirina dimis her çiqasî tirî pir be jî, lê bi rêûresmên kevnar yên bi dest û lingên mirovan tê çêkirin.

Di destpêkê de dema ku tirî digihêje û zer dibe di meha Îlonê de, gundi û xwediyên rezan tiriya xwe kom dikin û tînin mal. Li mal ew tirî hemû ji hev tê veqetandin da ku hinekî paqij bikin, teneyên hişê, pel û teneyên tirş jê têne derxistin. Û ger malbat dixwaze mewêjan çêbike, di wê demê de dikarin teneyên herî baş ji tirî veqetînin û bikin mewêj.

Piştî paqijkirina tirî; qisim bi qisim axa spî lê direşînin û pêlê dikin da ku were pelçiqandin û şerbeta tirî jê derbikeve. Axa spî ango hewre dihêle ku şerbet were qetandin.

Piştî ku tirî hate pelçiqandin û bû şerbet, wê demê dikin biroşên baqirî, û datînin ser agir. Di wê demê de, ev nabe kelandina dimis, ev tenê yek kel pêdikeve û dikin legenên baqirî, da ku şerbet were qetandin, li jor şerbeta dimsê dimîne ya ku bê kelandin û li jêr ew axa spî dimîne. Bê guman dema ku şerbeta dimsê pir be, hemû bi hev re nayê kelandin û qetandin, qismî qismî ev kar tê kirin.

Dema şerbeta zelal li jor dimîne, ev şerbet dixin biroşan û êdî hêdî hêdî dikelînin, heyanî bibe dimsê reza ya tîr û xweş.

Hêjayî gotinê ye ku piştî dimis çêdibe, rêûresma zarokan li ber xwerina kef dimisê tiştekî dîrokî ye û her çiqas zeman û dem pêş bikeve, xwerina kef dimsê ji bo zarok û gelê Efrînê, her dimîne gava herî xweş ji demsala çêkirina dimsê reza.

Cûreyên herî baş yên ji bo dimsê

Li Efrînê, ji ber cihêrengiya xak û avhewayê, gelek cureyên tirî tên çandin. Lê dema ku mijar dibe çêkirina dimsê, gundî û cotkarên Efrînî balê dikşînin ser cureyên ku rêjeya şekir û ava wan zêde ye da ku dimsên herî bi kalite, tîr û şîrîn bi dest bixin.

Cureyên tirî yên herî navdar û çêtirîn ji bo dimsê li Efrînê ev in:

Tiriyê Spî (Kermî/Maksûsî): Ev cure li seranserê herêmê şahê dimsê ye. Ava wî pir e, çermê wî zirav e û rêjeya şekirê tê de pir bilind e. Dimsê ku ji vî tirî derdikeve rengê wî zêrîn-sor e û pir zelal e.

Tiriyê Bilorî (Zerik): Cureyekî din ê spî ye ku bi hebên xwe yên hinekî dirêj û zelal tê naskirin. Dimsê vî tirî pir şîrîn û bi çêj e.

Tiriyê Reş (Şerabî yan Rûmî): Her çend ji bo xwarinê û çêkirina mewîjan (tiriyê hişk) pir tê bikaranîn, lê hinek malbat hez dikin dimsê xwe ji tiriyê reş çêkin. Dimsê vî tirî xest (tîr) dibe, rengê wî tarîtir e (ber bi reş û moriya tarî ve diçe) û ji bo tenduristiyê (bi taybetî ji bo kêmxwîniyê) pir bi feyde tê dîtin.

Tiriyê Sincarî (Şingalî): Cureyekî xwecihî ye ku li hinek deverên çiyayî yên Efrînê heye. Ev tirî dereng digihîje (tam di meha îlonê de), ava wî kêm e lê pir tîr û bi şekir e, loma ji bo dimsê pir aborî ye (ji her kîloyî bêtir dims derdikeve).

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Cîhanî ya Kecan
JIN

Roja Cîhanî ya Kecan

11/10/2026
28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ
HAJMARA PDF

28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ

11/10/2026
Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran
CIVAK Û JIYAN

Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran

11/10/2026
Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)
CîHAN

Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)

11/10/2026
Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye
Serbest

Tevliheviyên li Hesekê û Pêvajoya Entegrasyonê; Ewlehiya Rojava û Başûr Li Hember Metirsiyên Herêmî

11/10/2026
Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan
Serbest

Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan

11/10/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.