Monday, October 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Biradost Mîtanî: Zimanê Kurdî nasname, giyan û rûmeta gelê Kurd e

09/09/2026
in CIVAK Û JIYAN
A A
Biradost Mîtanî: Zimanê Kurdî nasname, giyan û rûmeta gelê Kurd e
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Dîroknas û lêkolîner Biradost Mîtanî diyar kir ku zimanê Kurdî ne tenê amûreke danûstendinê ye, ew nasname, giyan û rûmeta gelê Kurd e û got, “Parastina zimanê Kurdî ne tenê erkekî çandî ye, parastina hebûn û siberoja gelê Kurd e. Ev parastin ji axaftina bi zarokan re  li malê dest pê dike û li dibistan, kolan û saziyên civakî belav dibe.”

Di derbarê biryara wezareta perwerdeyê a Sûriyê a sînordarkirina zimanê Kurdî li dibistanan tenê bi sê waneyan di hefteyê de, dîroknas û lêkolînerê Kurd Biradost Mîtanî bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

-Hûn biryara wezareta perwerdeyê a  dayîna sê wane bi zimanê kurdî  di hefteyê de çawa dinirxînin?

Ev biryar nayê pejriandin û ne li gor rewşa perwerdeya zimanê Kurdî ye, ji ber ku zimanê Kurdî zimanê gelekî ye, ew ziman hêza wî heye ku raje hemû babet û mijaran. Ev biryara ku 3 wane tenê zimanê kurdî were dayîn piryareke şaşe û gelê kurd vê yekê qebûl nake bi taybet kesên dilsoz.  Di heman demê de biryara ku dibêjin ku mirov serbeste metiryalan hilbijêre ev pêkenokeke ku li zimanê kurdî tê kirin, tê diyar kirin ku asta wan a mirovahî gelekî seqete heya ku zimanê kurdî bê wateye di çavên wan de, dema dibêjin bila fîzîk, kîmîk, bîrkarî û zanyarî bi zimanê erebî be ev yek di derheqê zimanekî de nexweşe. Ev 14 salin ku perwerdeya zimanê kurdî di dibistanan de tê dayîn û bûye hêzek çi bi şagirtan re çi jî bi mamosteyan re, îro şagirtên amadehî dema li ser metiryalên zanistî diaxivin mirov matmayî dibin ji şiyan û hêza wan re ku çawa van metiryalan gotûbêj dikin. lewma em mehneyên ku derheqê zimanê kurdî de derdixin, heya niha çanda mafê netewan li cem vê hikumetê nexurte, ji bo vê yekî pêwîst e her kes vê biryarê nepejirêjin heya ku were pûç kirin. Divê nûnerên kurdan jî li dijî vê biryarê nerazîbûna xwe ji hikumeta demkî re nîşan bidin, da ku ji vê biryara xwe werin xwar.

-Şoreșa Rojava bi şoreşa ziman hat naskirin û ji bo ziman gelek xebat hat kirin, ji bo xwedîderketina li zimanê Kurdî pêwîst e çi were kirin?

Serkeftina mazin û ya yekem ew bû ku zimanê kurdî di perwerdeyan de hat dayîn, tevî hemû fişar û helwestên xirab li dijî vê perwerdeyê dihatin kirin jî lê gelê kurd bi rijde berdewam kir. Lewma ew rijdeya berê pêwîste îro berdewam bike ji ber ku dema îro hêsantire ji demên berê, di demên berê de bi dehan sazê dezgeh û heya beşek ji gelê kurd jî li dijî perwereya bi zimanê kurdî bûn lê bi demê re ev yek hat qebûl kirin tevî ku şoreşa leşkerî hebû û zehmetî zêdetir bûn jî lê perwerdeya bi zimanê kurdî bi ser ket.  Niha jî pirojeya aştiyê pêk tê pêwîste li hember vê biryarê em rijdebin da ku careke din perwerdeya me ya bi zimanê kurdî were dayîn û bibe zimanekî fermî. Ev yek erkê herkesî ye ku xwedî li ziman derkeve û destkeftiyên pêk hatîn ji bo ziman û hişmendiya ku avabûyî were parastin, ev hişmendî bi zimanê kurdî ava bûye ev 13 sal û girêdayî ye bi kesayeta netewî ve û ev yek heya radeyeke mezin bi xwendekarên me re hatiye avakirin.

-Çi ji nifşên nû tê xwestin da ku li zimanê xwe xwedî derkevin?

Nifşên nû xwe ji her kesî zêdetir di zimanê kurdî de dîtine, ji ber ku kesên wek me di xulekên teng de xwe fêr kirine û derfetên gelekî piçûk. Xwendekarên me yên ku diçin dibistanan xwe di perwerdeya zimanê kurdî de dîtin û kesayeta xwe ava kirin bi riya xwendina bi zimanê kurdî weke dara ku şîn were di xakeke guncaw de. Pêwîste ev nifşên nû xwe biparêzin nehêlin ew kesayeta wan a ku hatî ava kirin seqet bibe sedema van biryarên ku tên derketin, divê di mal, kolan, dibistan û li herderî vê xwendinê biparêzin. Ji ber zimanê kurdî bûye  kesayeta wî û serkeftineke herî mezin bû  ku nifşên me yên nû li ser vî ziman, kevnetûr, çand, metelok û dîroka kurdî xwe avakirin û pêwîste bi herkesî re bibe alîkar û derkevin xwepêşandana da ku xwendina bizimanê xwe berdewam bike û bi serbikevin di pêşxistin û serkeftina bi zimanê dayîkê de.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Cîhanî ya Kecan
JIN

Roja Cîhanî ya Kecan

11/10/2026
28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ
HAJMARA PDF

28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ

11/10/2026
Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran
CIVAK Û JIYAN

Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran

11/10/2026
Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)
CîHAN

Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)

11/10/2026
Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye
Serbest

Tevliheviyên li Hesekê û Pêvajoya Entegrasyonê; Ewlehiya Rojava û Başûr Li Hember Metirsiyên Herêmî

11/10/2026
Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan
Serbest

Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan

11/10/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.