Hemzaa Sêvo
Weke destpêka avakirina du blokên nû yên dijî hev li Rojhilata Navîn peymana Mekayê bi hevkariya Tirkiyê, Erebistana Siûdî û Pakistanê, herwiha peymana Mertalê Aşîl a Îsraîl û Yûnanistanê di nava mehekê de hatin îmzekirin. Di gewdeyê her peymanek ji van peymanan de tenê dilek bi eşqa şer û bidestxistina çekên pêşketî lêdixe.
Di 7ê Tebaxa 2026’an de peymana parastina hevbeş li Mekkeyê di navbera Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de hat îmzekirin, ev gav ne tenê bûyerek dîplomatîk a demkî bû. Peymana parastinê ya sêalî ku xala wê ya bingehîn destnîşan dike ku her êrîşek çekdarî li ser yek ji sê welatan wekî êrîşek li ser her sêyan tê hesibandin – nîv sedsalek pêşketinê vedihewîne. Di vê demê de Tirkiye ji welatekî ku hebûna wê ji ber ambargoyên çekan di bin gefê de bû, veguherî hêzek parastinê ya xweser, ev jî dihêle alavên xwe peyda bike û beşdarî jinûveşekildana binesaziya ewlehiya herêmî bibe.
Peymana Parastina Hevbeş a Mekkeyê?
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Pakistanê, ev peyman armanc dike ku aramiya herêmî biparêze. Êrişeke leşkerî ya li yek ji van 3 welatan dê wekî “êrişeke li her 3 welatan” were qebûlkirin. Ev pêngav wekî guherîneke stratejîk a di ewlehiya herêmê de tê dîtin. Armanca wê ya sereke xurtkirina kapasîteyên wan welatan ên parastinê ye. Xala herî krîtîk a peymanê li ser bingeha “parastina kolektîf” hatiye avakirin. Li gorî madeya 51ê ya Peymana Neteweyên Yekbûyî ku mafê parastina rewa dide dewletan; êrişeke çekdarî ya li Tirkiyê, Erebistana Siûdî yan jî Pakistanê, dê wekî êrişeke li ser her 3 dewletan were hesibandin û ew dê bi hev re bersivê bidinê. Hat tekezkirin ku ev peyman ti welatan nake armanc lê armanc dike ku bi rêya hevahengiyê ewlehiya herêmî mîsoger bike. Peyman ne tenê di asta operasyonên leşkerî de, di warê pîşesaziya parastinê de jî girîng e. Her 3 welat dê ji bo bipêşxistina şiyana xebata bi hev re ya yekîneyên xwe yên leşkerî gavan biavêjin. Tê pêşbînîkirin ku bi vê hevkariyê re ewlehiya rêyên bazirganiya deryayî ya cîhanî zêdetir bibe.Hat diyarkirin ku ev yek dê bandoreke erênî li hinardekirin û dabînkirina enerjiyê ya Tirkiyê bike. Herwiha hat destnîşankirin ku şandina leşkerên Tirkiyê ya herêmên kirîzê ne bi awayekî otomatîk e. Ev yek dê li gorî mekanîzmayên biryardanê yên neteweyî û sîstema destûrî ya Tirkiyê were birêxistin. Di metna peymanê de hat gotin: Xeta biratiyê ya ku ji Anadoluyê heta Hîcazê, ji Îslamabadê heta Riyadê dirêj dibe, îradeya miletên ku di rojên dijwar de li cem hev radiwestin nîşan dide. Hat destnîşankirin ku ev peyman ne tenê li ser berjewendiyan, li ser dîrok, bawerî û biratiyeke qedîm hatiye avakirin. Peymana Mekeyê di demekê de hat îmzekirin ku li herêmê aloziyên di navbera Îran û Amerîkayê de û metirsiya belavbûna şer berdewam dikin.
Çîroka êşa artêşa Tirkiyê
Çîroka çekan û artêşa Tirkiyê vedigere rabirdûyeke nêzîk, vedigere 15’ê Tîrmeha 1974’an dema ku Artêşa Niştîmanî ya Qibrisê bi piştgiriya Atînayê darbeyek pêkanî. Enqerê bi operasyonek leşkerî bersiva vê derbeyê da, ambargoyek berfireh a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di 5’ê Sibata 1975’an de ket meriyetê. Ambargo heta alavên ku berê ji bo wan pere hatibûn dayîn jî hewand, gavek ku ji hêla Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Gerald Ford ve wekî “çalakiyek bêhempa li dijî neteweyek dostane” hate binavkirin, hat avêtin. Enqerê peymana parastinê xera kir û tesîsên leşkerî yên Amerîkî girt û alên Amerîkî ji 26 baregehan daxist. Ev biryar hişt ku nêzîkî 50 ji 100 ya artêşa Tirkiyê lawaz bibe, herwiha bandorek giran li ser hêza hewayî bibe. Derbarê dijwariya wê serdemê generalê berê yê Tirkiyê Ergîn Saygun vedibêje: “Bi şerm û kîn em mezin bûn ku leşkerên me betaniyên ku li ser wan navê Amerîkayê hebû, digirtin. Di heman demê de ji tebeq û kevçîyên Amerîkî dixwarin.”
Qubeya pola li dijî qubeya hesinî
Piştî kirîna pergala S-400 ya Rûsyayê ji hêla Tirkiyê ve di sala 2017’an de û cezayên CAATSA (Qanûna Têkoşîna Dijminên Amerîkayê Bi Rêya Cezayan) yên paşê yên Dewletên Yekbûyî, Enqerê ji bernameya F-35 derxist. Tirkiyê bi destpêkirina projeya “Qubbeya Hesinî” bersiv da Îsraîlê, Erdogan got “Ger hin kes xwedî qubeya hesinî bin, em jî dê xwedî qubeya polat bin.” Rêveberê Roketsan, Murat Ekincî piştrast dike ku ev proje bingehê ajotina ber bi serxwebûna parastina neteweyî vedihewîne. Di warê balafirên leşkerî de Tirkiyê balafira şer a nifşa pêncemîn a KAAN pêş xist. Endezyarê wê yê sereke Imrî Yapan, tekez dike ku ev proje sedî sed xwecihî ye ku pergalek xebitandin û sêwirandinê ya herêmî pêşxistiye û Tirkiyê dixe nav rêza çar dewletên ku van çekan çêdike.” Qubeya hesinî ji aliyê du kargehên Îsraîlî yên bi navê ’Rafael Advanced Defense Systems û Israel Aerospace Industries’ ve bi piştgiriya Amerîkayê hat çêkirin û di sala 2011’an de dest bi xebatê kir. Lewma mebesta Eredogan bi gotina xwe ya ku dibêje ger hin kes xwedî qubeya hesinî bin em ê bibin xwedî qubeya polatî bin, ew e ku wê Tirkiyê li hemberî Îsraîlê gavan biavêje, ew ê çekên hîn pêşketîtir çêke û hevkariya parastinê biafirîne, armanca avakirina yekîtiyekê bi hin hêzên herêmî weke Siûdî û Bakistanê jî di vê çarçoveyê de ye.
Peymana Medîneyê û ya Mekayê?!
Rêvebirê TUSAŞê Mehmet Demir Oglu felsefeya hevkariya leşkerî û çêkirina çekên pêşketî bi gotina “Aştî û heskirinê têrê nake, em nahêlin hûn zirarê bidin me” tekez dike ku divê Tirkiyê bi qasî dijmin xwedî heman asta çekan bin. Hewlên cidî yên bidestxistina çekên herî pêşketî weke balafira F-35 ji sala 2023’an ve ye bi taybet piştî êrişa 7’ê Cotmehê ya ku bi destê Hemasê li ser Îsraîlê pêk hat. Di heman demê de li lûtkeya NATO’yê de jî doza herî serke bi destxistina vê balafira Amerîkî bû, lê piştî vê civînê plana Meymana Mekayê çêbû, lewma balafirên leşkerî de Tirkiyê balafira şer a nifşa pêncemîn a KAAN li pêş xist. Di demekê de ku pêvajoya Aştî û Civaka Demkokratîk tê rêvebirin, herwiha Rêber Apo banga aştiyê dike da ku Rojhilata Navîn ji qeyranan xelas bibe, Tirkiyê xwe di warê leşkerî de xurt dike û dibêje aştî têrê nake û divê çek amade bin. Di heman demê de Rêber Apo dibêje da ku gelên Rojhilata Navîn peymana Medîneyê pêşinyar dike, tê de aştî û wekhevî û xwerêvebirin heye, lê li hêla din sê dewletên desthilatdar peymana Mekayê bi hev re îmze dikin û ji bo pêkanîna şer û tevlîheviyê dixwazin herêmê bi agirê peymana Mekayê bişewitînin.
Di navbera du blokên dijî hev, Sûriyê dê çawa bike?
Di 31’ê Tebaxê de Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku ji bo firotina sîstema parastina hewayî bi Yûnanistanê re peymanek ji 3 milyar Euroyî hatiye îmzekirin. Wezaretê peyman weke yek ji peymanên herî mezin ên firotina parastinê ya dîroka Îsraîlê pênase kir. Di çarçoveya peymanê de ku li Tel Avîvê hate îmzekirin, Îsraîl wê ji bo Yewnanistanê sîstemeke parastina hewayî ya berfireh a bi navê “Mertalê Aşîl” ava bike. Di nava sîstemê de wê David’s Sling a Rafaelê, sîstema (IAI)) BARAK MX a Israel Aerospace Industries û sîstema parastina hewayî ya Sypder a Rafaelê hebe. Her wiha wê radarên MMR ên pir wezîfeyî yên Eltayê jî tevlî sîstemê bê kirin. Li gel peymanê wê Yûnanistanê bi nirxê 26 milyar Euroyî sîstemên Drone Dome jî bikire. Sîstemên ku ji aliyê Rafael ve hatine çêkirin wê li hemberî amûrên hewayî yên bêmirov ji bo parastinê û ewlekirina navendên stratejî bêne bikaranîn. Li gorî geşedanên ku çêdibin, hevsengiya hêzê tê guhertin, bi taybet di vê demê de û li Rojhilata Navîn piştî 7’ê Cotmeha sala 2023’yan û şerê Îran û Amerîkayê êdî blokên nû yên dijî hev çêbûn. Yek jê peymana Mekayê ku sê alî tê de hene û ya din jî peymana Îsraîl û Yûnanistan bû, ev her du peyaman li dîjî hev hatin avakirin, aliyên sereke Tirkiyê û Îsraîlê ne, van her du hêzan dewletên din kişandine ber bi dijberiyeke mezin ve, weke tê xuyakirin qey serdema berjewendiyên di navbera Îsraîl û Tirkiyê de êdî hin bi hin bi dawî dibe. Êdî her yek ji wan dixwaze hêzeke hev beş bide avakirin, vaye gavên wan tên avêtin, ya balkêş ew e ku dewleta Tirk dixwaze hikumeta veguhêz jî bikişîne nava bloka xwe. Di derbarê Sûriyê de peymana Mekayê formuleyek temsîl dike ku hevalbendên wê dike yek û dijberên wê qels dike. Ji ber vê yekê, ew rêya guncawtir ji bo hikumeta veguhêz tê hesibandin. Wekî din avakirina hevsengiyek herêmî ku ji hêla Îran an Îsraîlê ve nayê monopolkirin, ji bo jinûveavakirina dewlet, artêş û aboriya xwe derfetek mezintir dide Sûriyê. Lê gelo zexta ku ji hêla Amerîka ve li ser Sûriyê tê kirin, herwiha tirsa Sûriyê ya ji Îsraîlê wê bihêle Sûriyê xwe tevlî blokekê bike ku Îsraîlê dijberiya wê dike? Ev yek dihêle Sûriyê hesaban bike û bi giranî nêzî peymana Mekayê bibe.






