Ronahî Sadûn
Rojnameger Mehmet Alî Ertaş diyar kir ku bi banga Rêber Apo re rêya siyasî û demokratîk hatiye vekirin, lê hîn astengiyên siyasî û qanûnî hene, ji bo serkeftina pêvajoyê, divê zimanê dijberiyê cihê xwe bide aştiyê û diyalogê, bingeheke qanûnî were avakirin û deriyê Îmraliyê vebe û got, “Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dikare aştî û demokrasiyê li Tirkiyê û herêmê xurt bike.”
Di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, pêşdebirina pêvajoyê û bandora wê li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd-Tirk û tevahî herêmê, rojnameger Mehmet Alî Ertaş bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha ye:

Hûn qonaxa ku îro pêvajo Aştî û Civaka Demokratîk gihaştiyê çawa dinirxînin û astengiyên herî mezin ên li pêşiya vê pêvajoyê çi ne?
Ev pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de dest pê kir, 20 meh (salek û 8 meh) li pey xwe hişt. Piştî vê pêvajoyê PKK’ê agirbest îlan kir, xwe fesix kir û çek şewitandin. Di cîhanê de ev mînakên dîrokî û pir girîng in. Tu rêber û pêşeng nikare biryarên wisa dîrokî bide. Biryarê bide jî, nikare têxe meriyetê. Lê em dibînin ku Rêber Apo bi perspektîf û projeyên xwe dikare hemû hêza girêdayî xwe îkna bike û gava bide avêtin. Ev nîşan dide ku Rêber Abdullah Ocalan çiqas xwedî hêza bîrdozî ye. Em dibînin ku çiqas stratejîk û berfireh difikire. Hêzên ku li pey wî dimeşin, dijberî vê fikrê nikarin îtîraz bikin. Ji ber fikrên wan ên alternatif tune ne. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan fikra ku ji aliyê her kesî ve bê qebûlkirin û erêkirin pêx dixe. Loma her kes erê dike û piştgiriyê dide. Ji ber vê yekê ev pêvajoya ku Rêber Abdullah Ocalan pêx xistiye gelek bi wate û bi qîmet e. Aştiya civakî û demokrasî encex bi vê fikir û felsefeyê di nava civakê de pêş bikeve. Civak encex bi vê felsefeyê bibe xwedî hêz û vîn. Ji bo ev felsefe baş bê famkirin û hemû civak li dora wê bibin xelek, divê di hemû beşên civakê de bê vegotin û parvekirin. Ji bo vê yekê divê berî her tiştî şert û mercên Rêber Abdullah Ocalan ên fizîkî bêne guhertin. Divê Rêber Abdullah Ocalan bi xwe karibe tev li civînên gel, civînên saziyên demokratîk û rêxistinên civakî bibe. Divê bi xwe fikir û felsefeya xwe parve bike û pirsên gel û pirsên rojnameger, akademîsyen, siyasetmedaran bibersivîne. Felsefeya Aştî û Civaka Demokratîk pir kûr û jiyanî ye. Ji bo civaka exlaqî û polîtîk pêş bikeve derman e.
Astengiya herî pêş a li hemberî vê pêvajoyê, feraseta dewletê ya statukoparêz e. Divê berî her tiştî dewlet rastiya xwe qebûl bike. Hişmendiya xwe biguhere. Divê deriyê Îmraliyê veke û Rêber Abdullah Ocalan karibe serbest têkeve nava civakê û li meclisê siyasetê bike. Eger Rêber Abdullah Ocalan li meclisê tev li siyasetê bibe, çareserî dê bêtir hêsan bibe. Aştî dê zûtir kok û rehê xwe li nava civakê belav bike. Ji ber vê yekê divê dewlet statuya Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd nas bike û di qanûnên xwe de guhertinên azadiya nasnameyan çêke.
Piştî ewqas berdêlên giran û salên dirêj ên şer, “Aştiyeke bi Rûmet” ji bo civak, nasname û paşeroja gelê kurd tê çi wateyê?
Gelê Kurd berdêlên pir giran dan. Nêzî 27 hezar şehîdên Tevgera Azadiyê hene. Gelê Kurd ciwanên xwe yên herî çalak, jîr, zana û pêşeng di oxira vê dozê da dan axê. 17 hezar mirov ji aliyê kujer nediyaran (Hêzên JÎTEM-girêdayî artêşa Tirk) ve hatin windakirin û kuştin. Bi hezaran gund hatin valakirin û şewitandin. Bi sed hezaran Kurd ji cih û warên xwe koçber bûn. Lê di encama şer de her du alî jî negihiştin encamek dawî. Piştî şerê 47 salan êdî Kurdan xwe li cîhanê da qebûlkirin. Hebûna xwe îspat kir. Lê wekî ku Rêber Abdullah Ocalan jî gotiye şerê çekdarî mîadê xwe tijî kiriye. Êdî dema siyaseta demokratîk e. Di şer de kuştin û talankirina xwezayê heye. Mirov ji cih û warên xwe koç dibin. Qeyrana aborî pêş dikeve. Lê cihê ku rêya siyaseta demokratîk û diyalog hebe, divê mirov şer tercîh neke. Divê mirov siyaseta demokratîk û diyalogê tercîh bike. Kurd êdî hatine wê astê ku têkoşîna aştiyê pêş bixin. Hatine wê astê ku aştiyê li Tirkiyê mayinde bikin û bi kok û reh bikin. Ji ber ku aştî bi xwe re aramî, dewlemendî û tenduristiyê pêş dixe. Aştî bi xwe re aboriyê pêx dixe û xwezayê diparêze. Yê ku herî zêde ji şer zerar dîtiye Kurd in. Yê herî zêde di şer de bedel dane û êş kişandine Kurd in. Ji ber vê yekê aştî ji bo Kurdan bêtir bi qîmet û wadetar e. Heger Aştî û Civaka Demokratîk pêş bikeve, ne tenê gelê Kurd, hemû gelên li Tirkiyê dijîn dê di nava aramî, wekhevî, edalet û demokrasiyê de bijîn. Lewma hem ji bo gelê Kurd û hem ji bo gelê din tê wateya jiyanek bi aram û wekhev ku her kes karibe bi reng û baweriya xwe bijî.
Di serkeftina vê pêvajoyê de, rola zimanê siyasetê û avakirina “zimanê aştiyê” çi ye?
Rola zimanê siyasetê di avakirina aştiyê de gelek girîng e. Ji bo aştî bi ser bikeve, divê berî her tiştî hişmendiya xwe li gorî paradîfmaya Aştî û Civaka Demokratîk ji nû ve ava bikin. Eger dîsa di feraseta berê de israr bikin, dê ziman jî neyê guhertin. Ji bo ziman bê guhertin, divê berî her tiştî hişmendî bê guhertin û dest ji polîtîkayên înkar û serdestiyê berdin. Pêwsît e êdî kesên heta niha înkar dikirin û xwe serdest didîtin, qebûl bike û berjewendiyê civakê esas bigire. Wê demê dê zimanê wan jî biguhere. Eger ziman biguher, dê dijberî, rikberî û bêtahamulî jî pêş nekeve. Dijberî û rikberî bi dawî bibe, dê hezkirin, piştevanî û şewirîn jî zêde bibe. Ev dê bihêle ku bêtir hev nas bikin û êşê hev hîs bikin. Ev jî dê bêtir xizmeta aştiyê bike, çiqas her kes xizmeta aştiyê bike, dê ew qas pêvajo jî bi ser bikeve.
Çareserkirina pirsgirêka Kurd li ser bingeha demokratîk, dê çi bandorê li ser aramî û paşeroja gelên herêmê bike?
Eger li ser esasê demokratîk pirsgirêka Kurd çareser bibe, dê gelê Kurd karibe bêtir xwe tev li siyasetê bike û karibe xwe bi rêve bibe. Berî her tiştî dê şer bi dawî bibe. Eger bi temamî şer bi dawî bibe, dê bandoreke mezin li ser aboriya Tirkiyê û Kurdistanê bike. Dê yekîtiya gelê Kurd û Tirk bêtir xurt bibe. Yekîtî û tifaqa gelan dê xurt bibe. Dê aştiya navxweşî pêş bikeve. Ev dê bibe sedem ku dewlet jî bi hêz bibe. Yekîtî, tifaqa gelan û aştiya navxweşî dê hêzê bide yekîtiya gelan û siberoja gelan. Ji ber ku hemû pirsgirêkên gelên Rojhilata Navîn hinekî li neçareseriya pirsgirêka Kurd asê mane. Eger ev pirsgirêk çareser bibe, dê Kurd pêşengiya demokrasî û edaletê bikin. Ev jî dê bandorê li gelên din jî bike.
Hûn helwesta desthilatdariyê û hişmendiya dewletê ya heyî li hemberî avakirina bingeheke qanûnî û hiqûqî ji bo aştiyê çawa dibînin?
Hişmendiya dewletê û desthilatê ya li hemberî çareseriyê hişk û di ya berê de israr dike. Hişmendiya netew-dewletê ye. Hîn li ser fikra yek al, yek netew, yek ziman û yek çand tev gere. Lê eger îro hatibe asta ku ji bo guhertina qanûnan gavan bavêje û deriyê çareseriyê li pêşiya Kurdan veke, ev jî ne ku di hişmendiyê de guherî ye. Ji ber şertên derve û hundirîn û têkoşîna gelê Kurd, herwiha paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan neçar maye û dimîne ku xwe biguherîne. Nexwe dizane ku gavan navêje rê, siberoja dewletên cîran li pêş wê bin jî.
Ji bo rakirina astengiyên hiqûqî û siyasî qanûnên çarçoveyî dikarin bibin xwedî çi rolê?
Qanûna Çarçovî her tiştî bi temamî çareser nake. Pir aliyê wê yên kêm hene. Lê ji bo derî vebe, gavek e. Ji bo karwan bimeşe neqebeke ku diçe çareseriyê. Ya girîng piştî vê Qanûna Çarçoveyê hemû hêzên demokratîk û rêxistinên civakî yên ku aştî, aramî û demokrasiyê dixwazin bêtir zorê li dewlet û hikumetê bikin ku bêtir vî terî vekin û bêtir vê neqebê fireh bikin. Wekî Rêber Abdullah Ocalan jî gotiye ji hezar kîlometreyî tenê gavek e. Ji bo gavên duyemîn, sêymîn, çaremîn û gavên dîtir bên avêtin ev gava destpêkê ye û ya girîng mirov zorê bike ku gavên li pey li ser hev bêne avêtin. Ev jî bi têkoşîn û rêxistinkirina civakê û tevgerên rêxistinên civakî ve girêdayî ye.






