Monday, October 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

1928 Qanûna Tecîl û 2026 Qanûna Çarçove

09/09/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sed salên Komara Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Li Kurdistan li hember siyaseta qirkirinê gelek serhildan an jî nerazûbûn çêbûne. Şer kirine, têkoşiyane, bedel dane û hin caran jî darbe li dijmin danê.

Hin caran darbe xwarine û vekişiyane ji nû ve bi rêxistin û tanzîm bûn e.

Dijmin jî dema di serhildana Kurdan de serkeftinek bides nedixist û dema di dît ku Kurd ji nûve bi rêxistin dibin, serî li lîstikên siyasî da.

Em vegerin salên piştî damezirandina Komara Tirkiyê. Piştî xiyaneta li dijî Kurdan, dibin pêşengtiya Şeyh Saîd e serhildanek destpê kir. Encam tê zanîn. Îdam, sirgun, qetlîam hwd.

Di vê serdemê de Kurdên ji ber pêla Kemalistan xilas bûn, berê xwe dane Lubnan û binxetê.

Di sala 1928an de, li Sûriyê û Libnanê Xoybûn bi rêxistin dibûn, berxwedana li dora Çiyayê Agirî berfireh dibû.

Serokên eşîrên kurd yên ji malbatên Bedirxan û Cemîl Paşa, ronakbîrên endamên civakên kurd, ji bo dewleta Tirkiyê pirsgirêkeke ewlehiyê ya giran ava dikirin.

Piştî çardeh salan, hikumeta demê, rêbazeke nû pêşxist.

Di 9’ê Gulanê 1928’an de bi hijmara 1239, “Qanûna Derbarê Rawestandina Lêpirsîn û Cezayan li Vilâyet û Qezayên Diyarkirî yên Herêma Rojhilat” ango “qanûna Tecîl” hat pejirandin.

Ev qanûna 1928’an bi taybet ji bo herêmên Kurdan, wek Dîyarbekir, Elezîz, Bidlîs, Wan, Hekarî, Mêrdîn, Riha, Sêrt, Bazîd û Meletî, hatibû derxistin.

Ji bo kesên ku reviyabûn, merc hat diyarkirin ku di nav sê (3) mehan de xwe teslîmî rayedarên peywendîdar bikin.

Di serhildanên berede dewlet hedefek waha dabû pêş xwe: Serhildanê tepeser bike. Kadroyên pêşeng ji holê rake. Rêxistina çekdar a li derveyî sînoran ji hev cuda bike. Yên ku xwe teslîm dikin re derfetên hiqûqî (qanûnî) peyda bike. Yên ku venagerin bike hedefên leşkerî.

Wekî tê dîtin, di modela 1928an de jî nermbûna hiqûqî, ne alternatîfa dewletê ye. Berevajî vê, armanca sazkirin û temamkirina serweriya leşkerî ye.

Em vegerin qanûna çarçove ya sala 2026an. Ev qanûn, ji aliyê teknîkî ve dişibe qanûna 1928’an.

Di 1928’an de dema serlêdanê 3 meh bû, lê di 2026-an de ev dem hatiye dirêjkirin û bûye 6 meh.

Lê ev qanûn “efû, paşê destberdana çekan” nîne. Berevajî vê, ew bi vî awayî hatiye sazkirin: Pêşî PKK divê dest ji çekan berde, paşê ev yek ji aliyê dewletê ve were pejirandin û piştre jî ev yek bi biryara Meclîsa Ewlekariya Neteweyî (MGK) were qebûlkirin. Tenê piştî van gavan qanûn dikeve meriyetê.

Di her du qanûnan de (1928 û 2026) mantiqa qanûnî heman e. Dewlet demek diyar dide, lê pêvajo bi tevahî di destê dewletê de ye.

Her çend 98 sal derbas bûne jî, awayê çareserkirina pirsgirêka Kurdî ji aliyê dewletê ve neguhartiye, tenê dem hate dirêjkirin. Lê 1928 û 2026 ji aliyê dîrokî ve ne yek in.

Di sala 1928’an de, serdema yek-partiyê, Plana Reforma Rojhilat, Sîstema Mufetîşên Giştî, komkujî û tedbîrên ewlekarî yên awarte hêj di meriyetê de bûn. Di demek waha de qanûna efû yê derxistibûn.

Di sala 2026’an de êdî dewleta derveyî norm jî nikaribû dîrekt midaxle bike. Îroj hin qanûn û peymanên ewrûpa jî parçeyek vê pêvajoyêne. Dewlet wê nikaribe wek sala 1928’an tevbigere.

Di sala 1928’an de di nav CHPê de hin nîjadperest ku dewama Îtîhat û terakî bûn hebûn. Ev alî bi taybet dixwest ku girkirina Kurdan dewam bike.

Tişta herî giiring ya ku îroj naşibê serdema 1928’an, Kurd birêxistinîn. Masaya muzekereyan heye. Dîsa rêberek heye, midaxleyî hewldanên li dijî berjewendiyên Kurdan dike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Cîhanî ya Kecan
JIN

Roja Cîhanî ya Kecan

11/10/2026
28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ
HAJMARA PDF

28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ

11/10/2026
Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran
CIVAK Û JIYAN

Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran

11/10/2026
Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)
CîHAN

Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)

11/10/2026
Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye
Serbest

Tevliheviyên li Hesekê û Pêvajoya Entegrasyonê; Ewlehiya Rojava û Başûr Li Hember Metirsiyên Herêmî

11/10/2026
Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan
Serbest

Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan

11/10/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.