Monday, October 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kakşar Oremar: Pêwîstiya Îranê eniyeke hevpar a hêzên demokratîk e (1)

09/09/2026
in ROJEV
A A
Kakşar Oremar: Pêwîstiya Îranê eniyeke hevpar a hêzên demokratîk e (1)
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn

Rojnamevan û Nivîskar Kakşar Oremar eşkere kir ku rêjîma Îranê ji ber kirîzên siyasî, aborî û civakî di rewşeke giran de ye, Kurd jî hêzeke siyasî ya bihêz a dijî rêjîmê ne, ji ber vê yekê, yekîtiya Kurd û hemû hêzên demokratîk dikare di guherandina siberoja Îranê û avakirina sîstemeke demokratîk de roleke girîng bilîze.

Derbarê rewşa Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, herwiha Kurd çawa dikarin xwedî rol bin di nivîsandina qedera siberoja Îranê de, rojnamevan û Nivîskar Kakşar Oremar bersiva pirsên Rojnameya me da û beşê yekem yê hevpyevîn wiha ye:

Rewşa Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî piştî şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê de û niha bi domandina şerê DYA re, çawa dinirxînin?

Rêjîma Îranê di roja îro de bi kirîzên siyasî, civakî, aborî, çandî û mafên mirovan re rû bi rû maye. Zêdetir ji her kirîzekê di warê aborî û civakî de tirseke mezin ketiye nava dilê rayedarên dewletê. Bi vê rewşê re têkçûna rêjîma îslamî zêdetir ji her salê nêzî rastiyê bûye. Jêrxanên aborî di 6 mehên derbasbûyî de, rêjeya bêkariyê gihandiye astekê ku êdî dewlet heta nikare mûçeya mehane ji karker û xebatkarên xwe re bide. Ji xeynî van faktoran bi taybetî yên weke ceza û dorpêçên aborî ji hêla civaka navneteweyî ve, herwiha di rêveberiya naxwe a welat de jî meşrûyeta dewletê zêdetir ji salên berê hatiye xwarê. Rêveberiya gendel, aloziyên herêmî, zextên zêde li ser Kurd û Belûçan, zêdebûna darvekirina girtiyên siyasî û bi hemû awayan binpêkirina mafên mirovan dihêle ku mirov pêşbînî bike zivistaneke gelekî giran li pêşberî rêjîmê ye.

Berê Îran welatekî birîndar û ji hev ketiye, niha jî stratejiya Amerîka, Îsraîl û gelek welatên cîhanê guherandina vê sîstema birêveber a Îranê ye. Lê rêjîm jî dibêje em çiqas birîndar bin, wê hêza me li dijî dijminên me zêdetir û mezintir bin. Ji hêla din jî berpirsên desthilata îslamî di nava xwe de yekrêz û hemaheng nîne. Her yek bi rêyekê daxuyanî û peyamên metirsîdar belav dike, lê di gotarên tevan de em dibînin ku gef û tehdîd, tawanbarkirina navendên ragihandinên hundirîn û derve, rojnamevan û komên etnîkî, soza tolhildanê ji artêşa Amerîka û êrişên li ser partiyên siyasî li derveyî sînorên Îranê, hene.

Şerê aborî yê ku herî dawiyê DYA li dijî Îranê daye destpêkirin hema zû bandora xwe daye diyarkirin. Yanî dolarek gehaye 230 hezar Tumenê Îranê. Rêyên cîbicîkrina petrolê li kendavê weke berê bi temamî ne di bin desthilata Îranê de mane. Tengava Hurmiz bi rêbazên herî giran hêdî-hêdî ji hêla artêşa Amerîka tê kontrolkirin û mayînên ku Sûpaya Pasedaran li wir bicih kirine têne rakirin. Ji 17 dewletên ku cîranên Îranê ne, piranî di warê aborî-siyasî de xwe ji wan dûr dikin û hevkariya DYA dikin. Mîna Imarata Erebî di hemû warên êstixbarat û aborî de hevkariya Îsraîl û Amerîka dike. Bi ser hev de berfirehbûna erdnîgariya şer û êrişên DYA li ser bajar û navendên aborî-hêza etomî yên Îranê û bersiva giran a Spahê Pasdaran, fikarên cihanî li ser belavbûna şer zêdetir kirine. Lê li rex hemû aloziyên heyî hewlên navbeynkaran (Pakistan û Qeter) ji bo dîsa destpêkirina hevdîtinan berdewam in.

Aboriya Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di nava çi rewşê de ye?

Rewşa Rojhilatê Kurdistanê di warê aborî de ji hemû deverên din yên Îranê xerabtire, lê di warê siyasî de Kurd weke dijberên vê rêjîmê yên herî bihêz in. Di çavê piraniya Îraniyên li derve û hundirîn de tevgera siyasî ya Kurd (bi hemû partî, rêxistin û saziyên xwe) weke cudahîxwaz û dijmin têne dîtin. Yanî her du sîstemên padşahî û olî, dîktator û dijberên berjewendiyên gelan in. DYA û Îsraîl baş dizanin ku bê beşdarîkirina hêzên Rojhilatê Kurdistanê têkçûna rêjîmê ne mumkin e, lê çar sedemên jêr bûne sedem ku heya niha rêjîma îslamî a Îranê têk neçe:

  1. Trump ji destpêkê heya niha daye diyarkirin ku naxwaze rêjîm bê guherandin.
  2. Ji ber zextên Erdogan û dewleta Tirkiyê, hêzên hevgirtî yên Kurdistanê nekarîn li ser erdê êrişî ser rêjîmê li Rojhilatê Kurdistanê bikin û bibin sedema têkçûna wê. Vê yekê zêdetir ji hemû herêmên din metirsiyên mezin di nava rayedarên Tehranê de çêkiriye.
  3. Îtilafa partiyên siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê zêdetir bawerî bi garantîtoriya Amerîka û Îsraîlê hebû, heya ku bi birayara xwe di piratîkê de pêngavekê hêlînin. Heya niha wê hevgirtinê zêdetir ji kiryarê bi awayekî şiklî reng û rûyê xwe ji me re daye xuyakirin. Ger siberojê jî di qada xebatê de biryarekê li dijî rêjîmê bidin û bi çêkirina hêzeke leşkerî derbeyekê li qirargehên leşkerî-êstixbaratî yên rêjîma îslamî bidin, dê bibe sedema destpêka pêvajoyeke nû li hemû herêmê û di encamê de jî têkçûna rêjîma Îranê yê bi xwe re bîne. Mixabin hevgirtina hêzên Kurd tenê li ser kaxezê bûye, heta gotar û daxuyaniyên wan jî carna li dijî stratejiya wan ya ku di destpêkê da dabûne diyarkirin.
  4. Li çar parçeyên Kurdistanê hêza gel ji ya partiyên me zêdetir, hevgirtîtir û mezintir e. Lê partiyên me ne li gor berjewendiyên gel, li gor daxwazên xwe stratejiya xwe dimeşînin. Ev rewş li Rojhilatê Kurdistanê ji her sê parên din bihêztir e. Yanî civaka Kurd xwedî asteke rewşenbîrî ya bilind di qada siyasî de ne, bendewariyên wan girîng in, lê heya vê deqê jî îtilafa partiyên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê kar û xebateke nekirine ku zêdetir ji salên berê hêviyên mezin di dilê xelkê de biafrînin û pêngavekê bizava xwe ya siyasî ber bi pêşve bibin. Kurdan xeyalên vegera sîstemeke monarşiyê şikandine ku Riza Pehlewî bi hevkariya Panîranistan serkêşiya wê dike. Amerîka jî bi siyaseta wan re nîne. Di nava ewqas tevlîheviyan de tenê yek rê li ber me dimîne: Yekîtiya hêzên alîgirên demokrasiyê ku daxwazên wan jî wiha ne:
  5. Komar an jî desthilatek demokratîk li ser bingeha dengê piraniya gel e.
  6. Li ser erdê û di kiryarê de xwedî biryar bin.
  7. Di eniyeke hevgirtî de amade bin ku şerê dijberên demokrasîxwazan bikin.
  8. Armanaca sereke hevgirtina partiyên siyasî li Kurdistan, Belûçistan, Xuzistan, Gîlan û Azerbayîcan be ku bikarîbin hilweşîna rêjîma dîktatora îslamî bi avakirina komareke piralî û demokrat bigehînin encamê.

Di dema heyî de çi proje li ser Îranê hene?

Belê proje hene lê stratejî ya aliyên dijberî Îranê weke hev nîne. Proja Îsraîl ya herî girîng têkçûna rêjîma Îranê ye, lê Amerîka vê yekê naxwaze. Li pey şoreşa Jin-Jiyan-Azadî de cesareteke mezin di nava çînên civakê de (bi taybetî jin û keçan de) çêbûye. Êdî li pey şerên sê alî (Îran-Amerîka û Îsraîl) bûne sedem ku têgehên weke firotina şoreşa îslamî, şerê bi welatên Rojavayî re, aboriya îdeolojîk, şerên bi wekalet û ji holêrakirina dewleta Îsraîl bi zext û kirîzeke mezin re rû bi rû mane. Weke ku hemû tiştek ber bi paşve vegerin û êdî behsa li ser sekularîzm, pêşkeftên aborî, neteweperestî û hwd… zêdetir bûne.

Ger hûn li ser projeyên dewleta Îranê bipirsin, wan ne projeyên avedaniyê hene, ne jî di warê siyasî û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî de û ne jî bi cîranên xwe re xwedî proje ne. Ji ber ku di warê siyasî û aborî de sîstema di rewşa xwe ya herî kambax de ye. Jêrxanên aborî, leşkerî û êstixbaratî ji hêla Amerîka û Îsraîlê ve hatine wêrankirin, lê zextên hêzên serkûtker yên rêjîmê jî bûne sedem ku tirseke mezin li ser civakê hakim bin. Li hemû dever û bajarên Kurdistanê rewşeke awarte tevî mîlîtarîzekirin û zextên giran heye. Li gor raportên saziyên mafên mirovan û Neteweyên Yekgirtî rêjeya herî zêde ya bêkarî, îdam, girtiyên siyasî û kuştinên li ser sînoran li Kurdistan û Belûçistanê hene. Carê Îran tenê bi awayekî rojane dixwaze desthilata xwe biparêze û hêzên etlatê jî bi zextên dijwar li ser civakê mijûlî girtin û serkûtkirina gel in. Meşrûyeta wan di çavê xelkê de ketiye bin sifirê. Sewiya jiyanê zêdetir ji her carê nêzî xêza sor bûye. Êdî li Îranê xelk tenê dikare bi awayê rojane jiyanê derbas bike, ne jiyankirinê. Di sekturên aborî, perwerde, mafên jinan, jîngehparêzî, pêşkeftên teknolojî û hilbirînê, xizanî û newekhevî rewşa civakê di asta herî xwarê de ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Cîhanî ya Kecan
JIN

Roja Cîhanî ya Kecan

11/10/2026
28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ
HAJMARA PDF

28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ

11/10/2026
Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran
CIVAK Û JIYAN

Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran

11/10/2026
Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)
CîHAN

Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)

11/10/2026
Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye
Serbest

Tevliheviyên li Hesekê û Pêvajoya Entegrasyonê; Ewlehiya Rojava û Başûr Li Hember Metirsiyên Herêmî

11/10/2026
Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan
Serbest

Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan

11/10/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.