Stêrk Mihemed
Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi îradeya xwe, herikîna zihniyeta zayendperest di dîroka Rojhilata Navîn de guhert, îro jî pêvajoya berxwedana xwe ber bi qonaxeke ve dibe ku di nava Wezareta Hundirîn a hikumeta veguhêz a Sûriyê de hebûna xwa ya leşkerî meyînde û misoger bike.
Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ne tenê hêzeke leşkerî ye, lê di heman demê de sembola şoreşeke kûr a civakî, îdeolojîk û zayendî ye ku dîroka jin di Rojhilata Navîn de guhert. YPJ’ê di nav agirê Şoreşa Rojava de wekî bersiveke radîkal a li dijî hişmendiya baviksalar û zayendperest geş bû. YPJ’ê ji destpêka avabûna xwe heya roja me ya îro ji bo parastina gel û jinan têkoşîneke mezin dide meşandin, ew bi qehremanî û îradeya xurt mohra xwe li dîroka Rojhilata Navîn da û bandoreke mezin li cîhanê kir. Hêz û vîna YPJ’ê sînor û zihniyetên bi salan ên mêrperestî, derbas dike.
Avabûna YPJ’ê û destpêkirina Şoreşa jinê
Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di 4’ê Nîsana 2013’an de bi awayekî fermî hate avakirin. Ev hêza leşkerî ya taybet a jinan di nava şert û mercên giran ên Şoreşa Rojava û şerê navxweyî yê Sûriyê de mîna bersiveke herêmî û îdeolojîk derket holê. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re di 19’ê Tîrmeha 2012’an de jinan di her qadan de cih girt. Di destpêkê de, jin di nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de wekî tabûrên tevlîhev şer dikirin. Lê belê ji ber zêdebûna gefên çeteyên mîna Cebhet al-Nusra û piştre DAIŞ’ê, herwiha ji bo rûbirûbûna hişmendiya baviksalar a di civakê de, pêdiviyeke mezin bi rêxistinbûneke serbixwe a leşkerî ya jinan hebû. YPJ’ê xwe li ser sîstema 3 kantonan Cizîr, Kobanê û Efrîn û li ser bingeha felsefeya konfederalîzma demokratîk û Parastina rewa xwe ava kir.
Yekemîn tabûra jinan tabûra Şehîd Rûken bû ku di 23’ê Sibata 2013’an de tabûra xweser a jinan di bin banê YPG’ê de li navçeya Cindirêsê ya herêma Efrînê hate avakirin. YPJ’ê bi tabûreke bi çûk dest bi tekoşîna xwe ya leşkerî, siyasî, civakî û hişmendî kir, lê bi salên piştî avabûna xwe re bû hêzeke leşkerî a berfireh ku di nava xwe bi hezaran jinên şoreşger û qehreman digire. Ji 2013’an heya 2026’an Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) cihê xwe di xeta pêş a têkoşîne de girt. Ji gel û jinan re bû mertal û ev yek jî heya roja me ya îro tê jiyan kirin.
YPJ’ê ne tenê hebûna leşkerî di nava şer û êrişên li ser herêmê de parast, lê belê hebûn, rol û vîna jinê parast û ji qonaxa koletiyê ku li ser jinê hatiye ferzkirin, veguherand qonaxa ku jin bû xwedî biryar, rol û îrade. Di haman demê de bi avabûna YPJ’ê de bi dehan saziyên jin yên leşkerî, siyasî û civakî hatin avakirin ku kêlî bi kêlî bi YPJ’ê re di nava berxwedan û têkoşînê de bûn.
YPJ’ê bi hêza xwe serkeftinên mezin dan avakirin
YPJ’ê di destpêka Şoreşa Rojava de li hember her şer û êrişekî de mertalên zindî bûn, di pêvejoya avabûna xwe de haya roja me ya îro, ew di gelek şer û cengan re derbas bûne ku bi hêza xwe şer biserxistin. YPJ’ê bi avabûna xwe re şerê destpêkê li hemberî komên cebhêt Al-Nusra hin komên din ên çekdar ên girêdayî Opozîsyona Sûriyê meşand. Piştî avabûna tabûrên yekemîn ên jinan li herêma Efrînê şervanên YPJ’ê li navçeya Cindirêsê û gundên Şêrawa li hemberî êrişên cebhêt Al-Nusra ku paşê wekî HTŞ hat naskirin şerekî mezin dan meşandin. Herwiha YPG li gel YPJ’ê li dijî tora Al-Qaide, Enstiya Al-Nusra û DAIŞ’ê şerekî stratejîk meşand ku dergehê sînorî yê Til Koçer rizgar kirin. Di heman demê de piştî qonaxa avakirina Şoreşa Rojava di 2014’an de êrişa hebûna û guhertinê li Kobanê di navber Şervanên YPJ’ê- YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê de dest pê kir. Çeteyên DAIŞ’ê bi awayekî hovane, hejmararekî mezin û hişmendiya îslama radîkal, êrişî Kobanê kir. Şervanên YPJ’ê û YPG’ê li hember van êrişên dermirovî ku bi piştgiriya dewleta Tirk bû, berxwedaniyeke mezin meşandin.
YPJ’ê di wî şerê de bû hêza herî pêşeng a berxwedanê. Li hemberî rêxistineke ku jin kole didîtin, hêzeke jin bi felsefeya azadiyê rabû ku ew çete rûbirûbûna bandoreke psîkolojîk a mezin kir. YPJ’ê li Kobanê çeteyên DAIŞ, bi îrade û hêza xwe ya azadiya gel û jinan têk bir û mohra qehremaniya xwe li dîrokê da. Bi sedan şervanên YPJ’ê bûn semboa hêz û cesaretê. Fermandarên mîna Arîn Mîrkan ku bi çalakiya xwe ya fedaî li Girê Miştenûrê herikîna şer guherand û Revana Kobanê bûn sembolên vê berxwedanê, di heman demê de bi sedan lehegên mîna wan bi xwêdan, xwîn û israra xwe Kobanê ji DAIŞ rizgarkirin û cîhan ji DAIŞ’ê parastin.
Berxwedaniya van şervanan di Rojavayê Kurdistanê de sînordar nema, di 2014’ê an de dema êriş û tofana çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê, wan xwe gihandin hewara gelê Êzidî. Herwiha YPJ’ê di 2017’an de cihê xwe di operasyona rizgarkirina Reqayê ku wekî paytexta DAIŞ’ê dihat naskirin, girt. Ev yek serkeftineke dîrokî ya leşkerî û siyasî bû. Di 2019’an jî de di pêngava dawî ya li Baxozê de ku dawî li desthilatdariya DAIŞ’ê anî roleke sereke lîst û bi sedan jinên dîlgirtî rizgar kirin.
Di rizgarkirina Tebqa, Dêrezor, Minbic, Şedadê û hwd… de YPJ’ê xwedî ristekî sereke bû, hem jî di nav û derdora kampa Holê de ku li bajarê Hesekê dikeve ku weke kampa herî xeter a malbetê DAIŞ’ê dihat naskirin, YJP’ê derdor jê parast û di oparasyonên di hundir wê de pêk dihatin xwedî roleke mezin bû.
Di salên 2018 li Efrîn û 2019 li Serêkaniyê û Girê Spî de, şervanên YPJ’ê li dijî êrişên artêşa Tirk û komên girêdayî wê berxwedaneke mezin nîşan dan. Şervanên mîna Avesta Xabûr û Barîn Kobanê bûn mînakên herî berbiçav ên vê qonaxê. Ne tenê ev, YPJ’ê li hember şaneyên veşartî a DAIŞ’ê û hewildana belavkirina wan di herêmê de, berxwedaniyeke mezin kir. YPJ’ê ne tenê di çeperan de bi hêza xwe qehremanî nîşandan, lê belê di ortema civakî û siyasî de bi îrade û hêza xwe bandorek avakir. Heya pêvajoya şerê herî dawî ya li herêmê jî, YPJ’ê ji bo parastina herêm, gel, jin û destkeftiyên şehîdan xwedî roleke sereke û binghîn bûn. Di êrişa li ser Rojavayê Kurdistanê de YPJ’ê giyanê xwe kir mertal û bû bersiv ji her êrişekê re.
YPJ’ê bi vîna xwe bandor li jinên Rojhilata Navîn û cîhanê kir
YPJ’ê di nava cîhanek ku li ser sîstema hişmendiya zayendperes û bavilsalar dimeşe, pirek bi azadî, wekheviya zayendî û vîna jinê avakir. Bi hezaran bi vê yekê bandor bûn û di ser vê pirê re meşiyan. Îro di nav refên YPJ’ê de ne tenê jinên Kurd, lê belê jinên Ereb, Suryanî, Ermenî, Aşûr û bi sedan jinên enternasyonalîst (ji Ewropa, Amerîka û Asyayê) cih digirin. Bandor û hêza YPJ’ê sînor û hişmendiya paşverû ya dewletan şikandin. Di civakeke ku jin bê îrade dihat dîtin, YPJ’ê ew yek guhert û nîşan da ku jin dikare bibe her tişt. Lewma dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” ya ku îro li seranserî cîhanê deng vedide, bi felsefe û pratîka van jinên şervan gihîşt lûtkeya xwe. Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li ser asta cîhanê û li ser hişmendiya jinan, erdhejeke ramanî û civakî ya wisa mezin çêkir ku sînorên herêmî derbas kirin û kete nav rûpelên dîroka gerdûnî. YPJ bû navendeke felsefî ku jinên azadîxwaz ji her çar aliyên cîhanê kişand ser axa Rojava.
Ji ber ku YPJ’ê nîşan da ku azadiya civakê tenê bi azadiya jinê gengaz e. Çîroka YPJ’ê bandoreke mezin li ser sînema, wêje û medyaya cîhanê kir. Bi dehan fîlm û belgefîlmên navneteweyî û pirtûk li ser berxwedana Kobanê û YPJ’ê hatin çêkirin. Kovên herî navdar ên cîhanê (mîna Marie Claire, Rolling Stone, BBC, CNN) şervanên YPJ’ê wekî lehengên serdemê yên ku cîhan ji hovîtiyê parastin nîşan dan.
YPJ’ê bi entegrasyonê re de derbasî qonaxekî nû dibe
Di Çileya 2026’an de ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heya Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş, şer û pevçûnên giran di navber Hêzên Sûriya Demokratîk û hikumeta veguhêz a Sûriyê de rû da. Di nava vê şerê de gelek bûyer, şehîd, birîndarî û xerbûn derket ortê heya ku peyman hate îmzekirin. Li Rojavayê Kurdistanê şerê hebûn û nebûnê hate meşandin. Di nava vê şerî de vê care ne tenê şervan bûn mertal ji bo parastina destkeftiyên Şehîdan, lê belê gelê Kurd jî li kêlekî şervanên xwe bûn mertal. Tevahî jinan li kêlekî şervanên YPJ’ê di nava vî şerê de berxwedaniyeke dîrokî dane meşandin. Bi pêşengtî û fermandariyê jinê şerê hebûn û rûmetê hate meşandin. (YPJ) weke her car di nava şer de qehremanî da meşandin, da ku destkeftiyên jin û gelê Kurd biparêzin. Di nava her rabûn û çalakiyên li ser asta cîhanê ji bo Rojava silogan bi navê YPJ’ê bilind dikirin, ji ber ku hemû cîhan baş dizane YPJ’ê hêza Rojava ye ku wê temsîl dike û diparêz e.
Piştî şer û pevçîna di navbera QSD û hikumata veguhêz a Sûriyê de ji bo bidawîkirina şer, seknanadina herikîna xwînê û parstina nasnameya Kurd di destûra Sûriyê de, peymaneke di 29’ê Çileya 2026’an de di navbera her du aliyan de hat îmzekirin. Di nava xalên vê peymanê de gelek bend hatin nivîsandin yek ji wan jî entegrastona saziyên leşkerî û rêveberî bi saziyên hikumetê re, li ser vî esasî Hêzên Sûriya Demokratîk bi 4 lîwayan tevilî wezareta parstinê a hikumeta veguhêz a Sûriyê bûn. Bi vê peymanê re herêma Cizîrê û Kobanê derbasî pêvajoyeke nû ya veguhertina stratejîk, leşkerî û qanûnî bû. Piştî ku QSD’ê bi daxuyaniyeke fermî entegreya xwe di nava bidawîbûna artêşa neteweyî de ragihand, pêşeroj û statûya YPJ’ê bû mijara nîqaşên herî girîng ên vê demê.
Di destpêkê de Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ji ber nebûna qadroya jinê di nava sîstema wan de, di pejirandina YPJ’ê de astengî derxistin. Di civîna fermî ya 26’ê Tebaxa 2026’an de ku di navbera Fermandariya Giştî ya YPJ’ê û şandeya Wezareta Hundirîn a Şamê de pêk hat, li ser pîvanekê lihevhatin çêbû. Hat diyarkirin ku YPJ dikare wekî hêzeke taybet, xweser û rêxistinkirî di nav Wezareta Hundirîn de cih bigire. Lê hîn jî bi fermî ev yek nehatiye ragihandin.
Siberoj divê çawa be?
Ev qonax ji bo YPJ’ê ceribandineke mezin a dîplomatîk û siyasî ye. Piştî 13 salan ji şerê çekdarî û parastina cewherî, YPJ niha kete qonaxeke nû ku nasname, felsefe û mafên jinan di qonaxa destûrê nû ya Sûriyê de biparêze. Ev peymana nû nîşan dide ku tu sîstema nû ya li Sûriyê nikare hêz û vîna jinê ya ku YPJ’ê ava kiriye, paşguh bike. Bi vê gave re YPJ’ê xwe derbasî nava her jinekê di Sûriyê de kir û bû hêza yekem a parastina maf û vîna wan. Danûstandinên ji bo temamkirina hûrgiliyên vê entegrasyonê di bin sîwana peymana 29’ê Çileyê de bi taybet girêdayî YPJ’ê hîn jî berdewam dikin.






