Monday, October 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêniyên Qamişlo derbarê kêmkirina demjimêrên fêrkirina Kurdî nerazîbûn nîşan dan

08/09/2026
in NÛÇE
A A
Şêniyên Qamişlo derbarê kêmkirina demjimêrên fêrkirina Kurdî nerazîbûn nîşan dan
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Şîneyên Qamişlo bi meşeke girseyî biryara wezarata perwerdeyê a hikumeta veguhêz a Sûriyê ku perwerdeya bi zimanê Kurdî tênê bi 3 waneyan di hefteyê de sînordar kiriye, red kirin. Di meşê de hate tekezkirin ku ziman beşek girîng a nasname û çanda civaka Kurd e ku divê bi fermî were pijrandin. 

Li hemberî biyara Wezareta Perwerdê ya hikumeta veguhêz a derheqê zimanê Kurdî derket, ku di heftiyê tenê 3 wane bi zimanê Kurdî were dayîn, ev çend roj in çalakiyên cûr be cûr li hemû bajarên Parêzgeha Hesekê û herêma Kobanê tên lidarxistin. Îro jî di heman çarçoveyê de ji aliyê Însiyatîfa Gel a Qamişlo meşeke girseyî bi beşdarbûneke berfireh a gel hat organîzekirin. Xwepêşandan ji çerxerêya Sonî a li bajarê Qamişlo dest pê kir û li çerxerêya Şehîdan veguherî mîtîngê.

Di meşê de pankartên ku li ser wan hatibû nivîsand; “Zimanê me çand û hebûna me ye”, “Me bi Kurdî dest pê kir û em ê bi Kurdî bidomînin”, “Zimanê xwe biparêzin, nasnameya xwe biparêzin”, “Zimanê Kurdî dengê gelê Kurd e  û Em bi zimanê xwe hene” hatin bilindkirin.

Di heman demê de, beşdaran dirûşmeyên ku girîngiya zimanê Kurdî û pêwîstiya parastina wê tekez dikirin, di nav wan de: “Bê ziman jiyan nabe, zimanê me hebûna me ye, zimanê min ê Kurdî mafê min ê di destûrê de ye” qîr kirin.

Meş li Qada Şehîdan veguherî mîtîngê û bi sirûda Ey Reqîb kêliyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan hat girtin. Piştre endama Koordînasyona Kongra Star Cewahir Osman axivî û tekez kir ku zimanê Kurdî ne tenê amûrek ragihandinê ye, lê belê stûnek bingehîn a hebûna gelê Kurd, nasname, çand û bîra wan a dîrokî temsîl dike.

‘Pabendbûna bi zimanê Kurdî berpirsiyariyeke kolektîf e’

Cewahir destnîşan kir ku veqetandina tenê sê waneyan di hefteyê de ji bo hînkirina zimanê Kurdî pêdiviyên xwendekar û civakê pêk nayne, ji ber ku parastina ziman li dibistanê dest pê dike û kêmkirina demjimêrên hînkirinê rasterast bandorê li ser şiyana nifşên nû dike ji bo fêrbûna zimanê dayikê û girêdayîbûna bi çanda xwe û wiha got: “Pabendbûna bi zimanê Kurdî berpirsiyariyeke kolektîf e dikeve ser milê dê û bavan, xwendekaran, saziyên perwerdehiyê û civakê. Gelê Kurd, tevî şert û mercên ku pê re rû bi rû mane, zimanê xwe parastiye û ji nifşekî gihandiye nifşekî din, parastina zimanê Kurdî parastina nasname û hebûnê ye. Pêwîst e zimanê Kurdî di dibistan, sazî û qada giştî de hebe.”

Endama Koordînasyona Kongra Star Cewahir Osman di dawî de tekez kir ku daxwaza berfirehkirina perwerdeya bi zimanê Kurdî ne ji xwesteka parçekirinê ye, lê ji mafê civakê yê ku parastina ziman û çanda xwe bike, tê. Herwiha banga pabendbûna bi zimanê Kurdî, fêrkirina wê ji nifşên pêşerojê re kir û ew wekî emanet û berpirsiyariyek li hember dîrok û pêşeroja gelê Kurd dît.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Cîhanî ya Kecan
JIN

Roja Cîhanî ya Kecan

11/10/2026
28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ
HAJMARA PDF

28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ

11/10/2026
Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran
CIVAK Û JIYAN

Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran

11/10/2026
Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)
CîHAN

Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)

11/10/2026
Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye
Serbest

Tevliheviyên li Hesekê û Pêvajoya Entegrasyonê; Ewlehiya Rojava û Başûr Li Hember Metirsiyên Herêmî

11/10/2026
Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan
Serbest

Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan

11/10/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.