Monday, October 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rêya piştgiriyê; Ji Sûriyê ber Hizbullahê ve

08/09/2026
in NÛÇE
A A
Rêya piştgiriyê; Ji Sûriyê ber Hizbullahê ve
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Di vê rewşa xeternak ku herêm tê re derbas dibe û piştî lihevkirinên ku hiştiye rêjeya êrişên Îsraîlê li ser Lubnanê kêm bibe, bi taybet piştî pêkanîna Herêmên Ceribandinê, êdî niha Hizbullah hewl dide ku xwe ji nû ve bi hêz bike û ji xwe re xetên piştgiriya leşkerî û lojistîk ji Sûriyê xêz dike.

Nîqaşa li ser şiyana Hizbullahê ya jinûveavakirina cebilxaneya xwe ne tenê bi tiştên ku di herêmên ceribandinê de diqewimin ve sînordar e. Qaçaxçîtiya çekan a berdewam li seranserê sînorê Lubnan-Sûriyê û şiyana artêşa Lubnanî ya ji bo astengkirina van rêyan bi bandor tê dîtin.

Li gorî raporeke lêkolînerê Navenda Alma ya Îsraîlê Dvir Perry, artêşa Lubnanî di 26’ê Tebaxê de girtina welatiyekî Sûrî li bajarokê Eyha, li navçeya Raşaya nêzîkî sînorê Lubnan-Sûriyê, dema ku ew hewl dida çend guleyên RPG bi qaçaxî derbasî Lubnanê bike, ragihand.

Raporê destnîşan kir ku ev bûyer hejmareke sînorkirî ya desteserkirinên cuda yên ku ji hêla artêşa Lubnanî ve li ser sînor hatine ragihandin, zêde dike. Lê valahiyek heye ji ber ku desteserkirinên ku artêş nîşan dide pir caran piçûk û sînordar in û bi piranî ji mîqdarên hindik ên çekên kevin pêk tên. Berevajî vê, raporê rewşeke cûda li aliyê Sûriyê destnîşan dike, di mehên dawî de, dezgehên ewlehiyê yên Sûriyê belgeyên hejmareke mezin ên çekan eşkere kirine û tê gotin wan di rêya Lubnanê de desteser kirine. Di nav van barhilgiran de mûşek, mûşekên kornêt yên dijî-tankan, çekên RPG û cebilxaneyên din hebûn. Hêjayî gotinê ye ku di Tîrmeha 2026’an de rayedarên Sûriyê desteserkirina barhilgireke dronan jî ragihandin. Herwiha di 3’yê Tebaxê de Artêşa Lubnanê da eşkerkirin ku mûşekên Grad ên 122 mm li herêma Arsalê desteser kirine û tekez kir  ku ji Sûriyê bi qaçaxî derbasî Lubnanê bûne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Cîhanî ya Kecan
JIN

Roja Cîhanî ya Kecan

11/10/2026
28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ
HAJMARA PDF

28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ

11/10/2026
Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran
CIVAK Û JIYAN

Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran

11/10/2026
Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)
CîHAN

Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)

11/10/2026
Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye
Serbest

Tevliheviyên li Hesekê û Pêvajoya Entegrasyonê; Ewlehiya Rojava û Başûr Li Hember Metirsiyên Herêmî

11/10/2026
Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan
Serbest

Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan

11/10/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.