Monday, October 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Yemenê ragêşî û şer didome, di heftiyekê de 300 kuştî!

08/09/2026
in NÛÇE
A A
Li Yemenê ragêşî û şer didome, di heftiyekê de 300 kuştî!
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Ev demeke ku şerê di navbera artêşa Yemen û Hûsiyan de didome, vî şerî sînorê Yemenê derbas kiriye û zerera şer gihiştiye Sûdiyê jî. Di encama şer de jî êdî guhertin di nexşerêya Yemenê de çêdibin, ne xasim li Cewf û Senaayê. Di encama vî şerî de di heftiykê de 300 kes ji artêşa Yemen û Hûsiyan hatine kuştin.

Ev demeke ku şer di navbera hikumeta Yemen û Hûsiyan de rûdide, di 7’ê Îlonê de hêzên hikumeta Yemenê operasyonên xwe yên leşkerî li dijî Hûsiyan ya ku ji aliyê Îranê ve tê piştgirtin berfireh kirin, li parêzgeha El-Cewf a li bakurê rojhilatê Senayê eniyeke nû vekirin. Ev yek bi êrişên dijber ên li perava rojava û eniyên Taîzê û êrîşên asmanî li El-Dale’a, Elbeydaa û rojavayê Maribê re hevdem bû.

Hêzên hikumetê êrîşek ji bo rizgarkirina parêzgeha Elcewf dane destpêkirin û di demjimêrên dawî de, karîbûn kampa Ellebnat û derdora wê ku li rojhilatê El-Hezmê, paytexta parêzgehê ye, herwiha di bin kontrola Hûsiyan de ye, ji nû ve bi dest bixin. Ev pêşketin eniyeke nû ya fireh li dijî Hûsiyan vedike, hem jî hêz ji bo rizgarkirina bajarê Elhezmê pêş ve diçin.

Operasyon ji aliyê hêzên ji Firqeya Awarte ya 1.emîn û 3.yemîn û Herêma Leşkerî ya 6.emîn a Artêşa Yemenê ve tê birêvebirin. Di nav Hûsiyan de vekişîn û hilweşînên çêbû û ew rastî êrîşên asmanî û topbaranê hatin.

Tevgera li Cewfê piştî rojekê ji ragihandina hedefgirtina kampa El-Libnat, ev kamp jî Hûsiyan wekî cihekî leşkerî bi kar tanîn, pêkhat. Li gorî berdevkê Hêzên Çekdar, Kolonel Mecîd El-Nuzeyîlî hat tekezkirin ku vê operasyonê şiyana Hûsyan lawaz kir û hejmarek ji wan kuşt.

Li perava rojava Hêzên Hevbeş ên Yemenê ragihand ku wê şerê dijwar bi Hûsiyan re li eniyên cuda bidome, bi taybetî li eniya El-Berah ku tê de cûreyên cûda yên çekan dest pê kir. Di heman demê de hêzê li deverên El-Cezla û Berah ên navçeya Meqbana, li rojavayê Taîzê bi hewldanên ketina Hûsiyan re mijûl bûn.

Li eniya Seqam jî piştî tespîtkirina hêzên piştgir û hewldanên ketina komê pevçûnên dijwar qewimîn. Di heman demê de, li gorî çavkaniyên leşkerî, hêzên hikûmetê karîn Cebel El-Koura li eniya El-Kedha vegerînin.

Geşedanên li El-Qedhayê ji ber cihê wê li ser rêya ku Taîz û bajarê peravê Mocha bi hev ve girêdide, gelekî girîng in, ev yek jî pêşveçûna Hûsiyan di rojên dawî de lawaz kiriye. Ji 5 mehê ve hêzên hikumetê li peravê û Adenê xwe ji nû ve rêxistin dikin û piştgiriyê didin artêşê.

Li eniya Meqbanayê şer li Tellat El-Arayal ji nû ve dest pê kir, di heman demê de hêzên hevbeş hewlên Hûsiyan têkbirin.

Li eniya Taîzê li Hezran, El-Rabî û Şêx Seîd kombûnên Hûsiyan hatin hedefgirtin û hêzên hikumetê bersiv dan Hûsiyan ku taxên niştecihbûnê yên bakurê bajêr hedef girtin.

Êrişên hewayî yên dijwar

Rêjeya zêde ya êrîşan ber bi eniyên din ve jî dirêj bû, hêzên çekdar ragihandin ku 13 êrişên hewayî li navçeyên Şerîa, Zî Naîm, Beydaa û Sewadiye yên li parêzgeha Beydaa kirine hedef. Êrişên hewayî li eniyên başûrê Maribê jî êrîşî kombûn û baregehên Hûsiyan kirine, di heman demê de balafirên şer li eniya Marisê ya li parêzgeha Beyda êrişek pêk anîne, li gorî medyaya leşkerî odeyek fermandarî û kontrolê, pergaleke pêşketî û kombûnên Hûsiyan li lûtkeya Çiyayê Nesayê têkbirine.

Medyaya leşkerî jî ragihand ku dronek li nêzî Çiyayê Nesayê û cebilxaneyê xistiye, di heman demê de Hûsiyan gundê Adma li Marisê bi hawanan topbaran kirine, zirar dane mal û milkên sivîlan. Li rojavayê Taîzê, topbarana Hûsiyan a li ser gund û taxên niştecihbûnê berdewam kir. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku komê gundên li navçeyên El-Şaracah û Benî Bekarî yên Cebel Hebaşî, herwiha gundên li herêma El-Şeqab a navçeya Sabir El-Mewadim topbaran kir. Ev topbaran bi êrşên li ser taxên niştecihbûnê yên li rojhilat û bakurê bajarê Taîzê re hevdem bû û zirar da avahiyan û sivîlan birîndar bûn. Di heman demê de, medyaya leşkerî ya Berxwedana Neteweyî ragihand ku pêvajoya rakirina mayîn û teqemeniyên destçêkirî (IED) ên ku ji hêla komê ve hatine çandin li eniyên perava rojava li parêzgehên Taîz û Hudeydayê berdewam dikin. Ajansa medyayê diyar kir ku tîmên endezyariyê di du rojên borî de hejmareke mezin ji van teqemeniyan ji holê rakirine.

Li gorî agahiyên ku herdu aliyan dan AFP’ê, li başûrrojavayê Yemenê ji 3’yê Îlûnê û vir ve di şerê navbera hêzên hikumetê û Hûsiyan de zêdeyî 300 kes mirin. Ji ber şer gelek malbat neçar man ku herêmê biterikînin.

Biryara bidestxistina Seniayê ji Hûsiyan û êrişên dijî Siûdiyê

Hûsiyan di 8’ vê mehê de êrîşî Siûdiyê kir, rêjeya êrişên li Yemenê zêde bû û di haman demê de pêşketinên hikumeta Yemenê li eniyên Cewf û Beydayê pêk hat. Ev yek di demekê de tê ku Neteweyên Yekbûyî hişyariyên kirîza mirovî ya xerabtir û pêla nû ya koçberiya girseyî dide.

Li gorî hevpeymaniya Siûdî li Yemenê, êrîşên Hûsiyan li ser Siûdiyê 73 sivîl birîndar kirin, di nav wan de jin û zarok jî hebûn û binesaziya sivîl û aborî li bajarên Abha, Xemîs Muşayt, Cîzan û Necran hedef girtin.

Di guhertinek stratejîk de, hikumeta Yemenê bi rêya Cîgirê Wezîrê Parastinê, General Semîr el-Sebrî, biryara dawî ya destpêkirina operasyoneke leşkerî ragihand, biryar ew e ku paytext Senia ji destê Hûsiyan were rizgarkirin.

Piştî 7 Îlonê şerên bejahî û hewayî berfireh bûne û çar parêzgehên sereke di nav xwe de digirin El-Cewf, El-Beydaa, Taiz û El-Hudeyda in.

Li gorî çavkaniyên hikumeta Yemenê, li Beydaa, hêzên hikumetê yên ji Lîwayên Herî Mezin piştî şerên dijwar ên ku di encamê de 23 Hûsî hatin kuştin, bi dehan kes birîndar bûn û Hûsiyên mayî vekişiyan, karîbûn pozîsyonên stratejîk ên pêşverû bigirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Cîhanî ya Kecan
JIN

Roja Cîhanî ya Kecan

11/10/2026
28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ
HAJMARA PDF

28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ

11/10/2026
Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran
CIVAK Û JIYAN

Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran

11/10/2026
Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)
CîHAN

Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)

11/10/2026
Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye
Serbest

Tevliheviyên li Hesekê û Pêvajoya Entegrasyonê; Ewlehiya Rojava û Başûr Li Hember Metirsiyên Herêmî

11/10/2026
Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan
Serbest

Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan

11/10/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.