Monday, October 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xwendekarên Dêrikê daxwaza guhertina biryara hînkirina bi zimanê kurdî kirin

08/09/2026
in NÛÇE
A A
Xwendekarên Dêrikê daxwaza guhertina biryara hînkirina bi zimanê kurdî kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Îro li bajarê Dêrikê xwendekarên dibistana Yûsif Elezeme derbarê biryara hikumeta veguhêz a Sûriyê ku di hefteyê de tenê 3 wane bi zimanê kurdî werin hînkirin, derketin kolanan û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Li bajarê Dêrikê xwendekarên dibistana Yûsif Elezeme ji bo biryara wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhzê a Sûriyê ku tenê di hefteyê de 3 wane bi zimanê kurdî werin dayîn nerazîbûna xwe nîşan dan. Xwendekaran bi siloganên ‘Em zimanê xwe dixwazin, Zimanê me kurdî ye mafê me destûrîye, Derkevin netirsin zimanê xwe bixwazin’ ji dibistana Yûsif Elezme berê xwe dan desteya perwerdeyê û daxwaz kirin ku zimanê wan were parastin, di heman demê de ji desteya perwerdeyê berê xwe dan cihê Rêveberê bajarê Dêrikê Şêro Şero û bi israr jê daxwaz kirin ku ew dengê wan bighînin cihên peywendîdar da ku zimanê kurdî jî bibe zimanekî fermî.

Piştî ku Rêveberê Bajarê Dêrikê Şêro Şero li wan guhdar kir soz da wan ku bi rêya zagonên qanûnî wê hemû hewildanên xwe bikin da ku zimanê kurdî were parastin û li seranserî parêzgeha Hesekê gelê kurd bi zimanê xwe bixwînin.

Di derbarî nerazîbûna xwendekaran li ser biryara wezareta perwedeyê a hikumeta veguhêz a Sûriyê ku tenê di hefteyê de 3 wane bi zimanê kurdî were hînkirin xwendekarên bi navên Lûceyîn Ebdê û Cûdî Hacî ji Rojnameya me re axivîn.

‘Pêwîste her netewek bizimanê xwe bixwîne’

Xwendekara bi navê Lûceyîn Ebdê anî ziman ku ew ê her roj derkevin kolanan heya ku ev biryar were guhertin û wiha got: “Em biryara tenê 3 wane di hefteyê de bi zimanê kurdî werin dayîn qebûl nakin ji ber ku ev 12 salin em bi zimanê kurdî dixwînin. Dema dewlet zimanê me qebûl neke ev tê wateya ku hebûna me jî qebûl nake. Me zexit li tukesî nekiriye ku bi zimanê kurdî bixwînin lewma ne ji mafê tukesî ye jî ku zextê li me bikin em bi zimanê wan bixwînin. Daxwaza me ji hikumeta veguhêz a Sûriyê ew e ku vê biryarê biguhere da ku zimanê kurdî jî bibe zimanekî fermî û her netewek bi zimanê xwe bixwîne.”

 ‘Divê zimanê kurdî were parastin’

Xwendekara bi navê Cûdî Hacî diyar kir ku her gelek bi zimanê xwe tê nas kirin neqebûl kirina zimanê kurdî gumanê li cem gelê kurd çêdike û wiha got: “Ev 14 salin gelê kurd ji bo parastina zimanê xwe têkoşînê dikin, lê îro roj dema biryarek bi vî rengî di derheqê zimanê kurdî de derkevê helbet wê neqebûlkirineke mezin di nava gelê kurd bi taybet di nava xwendekaran de derkeve pêş. Ji bo vê jî em ê bi şev û roj li kolanan bin da ku em vê têkoşînê berdewam bikin. Em ne li dijî zimanên biyanî ne lê em dijî hemû qanûn û biryarên ku mafê zimanê me binpê dike ne. Ji zarokatiyê ve em bi zimanê xwe dixwînin û tucarî em qebûl nakin ku zimanê me bibe zimanekî hilbijartî û sînordarkirî, daxwaza me ji saziyên berpirsiyar ku bi erkê xwe rabin da ku ev biryar were guhertin û mafê zimanê Kurdî di destûra Sûriyê de were misogerkirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Cîhanî ya Kecan
JIN

Roja Cîhanî ya Kecan

11/10/2026
28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ
HAJMARA PDF

28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ

11/10/2026
Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran
CIVAK Û JIYAN

Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran

11/10/2026
Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)
CîHAN

Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)

11/10/2026
Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye
Serbest

Tevliheviyên li Hesekê û Pêvajoya Entegrasyonê; Ewlehiya Rojava û Başûr Li Hember Metirsiyên Herêmî

11/10/2026
Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan
Serbest

Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan

11/10/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.