Remezan Olçen
Ziman ne tenê amrazek e ku mirov pê bi hev re dipeyivin; ziman nasname, çand, hafize û stûna bingehîn a hebûna gel û neteweyekê ye. Dema ku gelek bêyî zimanê xwe bimîne, bi demê re çand, dîrok û taybetmendiyên xwe yên neteweyî jî ji dest dide. Zimanê dayikê kok û reh e, ruh e ku neteweyê li ser piyan dihêle û perwerdeya bi zimanê dayikê jî mîsogeriya paşeroja wî gelî ye.
Rola zimanê dayikê di pêşketina kesayetî û hişmendiya zarokan de gelekî mezin e. Fêrbûna bi zimanê dayikê, rê dide zarokan ku cîhanê çêtir fêm bike, ramana xwe ya rexneyî pêş bixe û xwe bi awayekî azad û xwebawer bîne ziman. Di 14 salên dawî de li Rojava ev nifş gihîşt û mezin bû. Lêkolînên zanistî jî diyar dikin ku zarokên ku perwerdeya xwe ya yekem bi zimanê xwe yê dayikê dibînin, di warê zanistî, teknîkî û hunerî de gelekî serketîtir dibin. Dema perwerde bi zimanekî biyanî an jî ferzkirî be, zarok berî ku mijarê fêm bike, di valahiya ziman de tengav dibe û ev yek dibe asteng di rêya geşepêdana wî/ê ya hişî de.
Di dîrokê de hewlên ji bo tunekirin an pişaftina gelan, bi giştî bi rêya qedexekirina ziman dest pê kirine. Ji ber ku xetereya herî mezin a li ser gelekî, qutkirina pêwendiya wî ya bi zimanê wî re ye. Dema ko civakek neyê perwerdekirin bi zimanê xwe, pirtûk, wêje, helbest û zanista wî zimanî li paş dimînin, ziman di çarçoveya peyivîna rojane de asê dibe û ber bi windabûnê ve diçe. Ji ber vê yekê, têkoşîna ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî di hemû astan de —ji refa yekem a dibistanê heta zanîngehê— têkoşîneke rewa ya ji bo parastina hebûn û rûmeta neteweyî ye.
Sîstema perwerdeyê ya ku li ser bingeha zimanê dayikê hatibe avakirin, ne tenê ji bo parastina çandê ye, di heman demê de ji bo çêkirina dahatûyeke azad û pêşketiye. Li Rojavayê Kurdistanê û li Bakurê Kurdistanê, daxwaza perwerdeya bi Kurdî maf û heq e, têkoşîna div ê oxirê de jî weke şîrû dayikê paqij, heq û maf e. Perwerdeya ji refa yekem heta astên herî bilind ên akademîk bi zimanê dayikê, derfetê dide zanyar, nivîskar, bijîşk û endezyarên paşerojê ku bi hişmendiya çanda xwe cîhanê şîrove bikin û beşdarî şaristaniya cîhanî bibin.
Siyaseta qedexekirinê û nebûna mafê perwerdeyê ti carî nebûye asteng li ber vîna gelan. Zimanê Kurdî bi berxwedan û kedeke mezin heta îro hatiye parastin, lê ji bo ku ew bibe zimanê zanist, teknolojî û rêveberiyê, divê saziyên perwerdeyê yên fermî bi vî zimanî bixebitin. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî gerdûnî ye ku nayê astengkirin û ji bo hebûna gelê Kurd stûna herî sereke ye.
Herçî millet ereb e, pê re komplekseke li hemberî Kurd û Kurdî tine ye. Milletekî bi zimanê xwe bawer. Ti problemeke Kurdan jî bi Ereb û Erebî re tine ye. Lê lêv beriya diran e. Ji bo me jî wekî her millet pêşî zimanê me tê. Em bi zimanê xwe hene û em dev ji vî mafê xwe bernadin. Zimanê me jî weke zimanê her miletî mîsogeriya nasnameya me ye.






