Can Yûsiv
Nivîskar û Şoreşger Herekol Dêrik; Rewşenbîrê ku ji bo azadiyê pênûs û çek bi hev re hilgirt.
Dîroka gelan ne tenê bi çek û gotinan hatiye çêkirin,lê ji aliyê wan kesên ku di navbera raman û têkoşînê de hevrêzî afirandine, hatiye nivîsandin, ku êş û azarên xwe veguherandine dozekê ku di wijdana nifşan de lêdide. Di nav wan de navê têkoşer, nivîskar û bîrmendê Kurd Husên Şawîş, weke yek ji rewşenbîr û têkoşerên ku hevahengiyek kirine di navbera peyva azad û karê şoreşgerî de, derdikeve pêş.
Têkoşerê mezin Hisên Şawîş bi pirsgirêkên gelê xwe re girêdayî bû, û xem û derdên welatê xwe di raman, pênûs û helwestên xwe de hilgirt, jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiya gelê Kurd û parastina nasnameya wî ya çandî û netewî terxan kir.
Rola wî tenê bi têkoşîna siyasî ve nehat sînordarkirin; lê berfireh bû û gihişt warên raman, çand û wêje jî ,bi vî awayî, ew bû nimûneyek ji rewşenbîrê şoreşger, ku di navbera zanîn û pabendbûnê de hevgirtinek hêja pêk anî.
Nivîskar Husên Şawîş,ku bi navê xwe yê tevgerî (Herekol) tê naskirin, di sala 1958’an de ji dê û bavek Kurd, (Xelîl û Xedîce), li gundê Beroj, ku li quntara çiyayê Qereçox ê dikevê di herêma Koçera ya girêdayî bajarê Dêrikê , hatiye dinyayê.
Ew di nav malbateke Kurdperwer, neteweyî û kedkar de mezin bû, ku ji eşîra Mîran a Koçera ye; eşîreyek ku xwedî dîrokeke civakî ya kevnar û dewlemend e.
Ew di jîngeheke gundewarî ya hêsan, lê dewlemend bi nirxên mirovî û exlaqî de mezin bû, ku rêzgirtina ji bo kar, ruhê hevkarî û piştgirîkirina hevdu beşek bingehîn a jiyana rojane bû, ev yek bo sedema çêbûna hişmendiya wî û girêdana wî ya kûr bi erd, nasname û civakê di temenek piçûk de.
Di despêka zarokatiya xwe de, Herekol bi xwezayê û çiyayên Qereçox re dilgirêdayî bû, jiyana koçertî û şivanan û stranên wan ên gelêrî bandoreke mezin li ser wî kirin, bi vî awayî, hesta girêdana neteweyî di wijdana wî de kûr bû, û ji temenekî biçûk ve têgihişt bi êş û azarên Kurdan, di bin bandora siyaseta înkarkirinê, paşguhkirinê û bêparhiştina neteweyî de.
Xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe Beroj qedand, paşê qûnaxên amadeyî û lîse li bajarê Dêrikê domand, ji temenek biçûk ve bi hezkirina xwendin û lêkolînê, û herwiha bi guhdana xwe ya li dîrok, siyaset û wêje dihate nasîn, ev yek jî roleke girîng lîst di avakirina kesayetiya wî ya ramyarî û pêşxistina hişmendiya wî ya neteweyî de di temenê biçûk de.
Paşê tevlî Enstîtuya Çandiniyê li Şamê bû, lê wî hevyaz (tercîh) kir ku dev ji xwendina xwe berde û xwe bi timamî terxan bike ji bo xebata siyasî, piştî ku ew zû têgihişt ku doza kurdî hewcedarê hewlên gelê xwe û enerjiya ciwanên wê ye.
Di destpêka xebata xwe ya siyasî de, tevlî refên çepên kurd bû, lê di wê rêxistinê de pirojeyekî siyasî ku bikaribe daxwazên gelê kurd û mafên wî yên neteweyî pêk bîne, nedît, ji ber wê jî lêgerîna xwe ya ji bo dîtineke ku zêdetir bi pirs û hêviyên gelê xwe ve girêdayî be, berdewam kir.
Di sala 1982’an de, dema ku li Şamê dixwend, kadroyên Partiya Karkerên Kurdistanê nas kir, û di civîn û hevdîtinên xwe yên bi wan re, fêrî bîrdoziya partiyê û pirojeya wê ya siyasî bû, û di wan de tiştê ku ew ji bo dîtina rizgariya neteweyî, demokrasî û dadperweriyê lê digeriya, dît.
Di sala 1984’an de, dema ku li artêşa Sûriyê xizmeta leşkerî ya neçar dikir, agahdariya wî li ser ramanên Tevgera Azadiya Kurdistanê zêdetir bû, baweriya wî bi prensîb û armancên wê xurtir bû, di wê de îfadeya herî nêzî baweriyên xwe yên rewşenbîrî û netewî dît,
Di destpêkê de, ew wekî alîgir tevlî wê bû, paşê, di sala 1985’an de, piştî lêkolînek kûr li ser raman, îdeolojî û dîtina wê ya ji bo rizgariya neteweyî, demokrasî û mafên gelan, biryara xwe da ku bi awayekî tam tevlî nav refên wê bibe, li Şamê, di nav rêzên tevgerê de wî çalakiyên rêxistinî di nav xwendekar û karkeran de bi rêve birin.
Di sala 1986’an de, ew tevlî Akademiya Mehsûm Qorqemaz li Lubnanê bû û heta sala 1987’an li wir ma. Li wir wî perwerdeyên berfireh ên ramyarî, siyasî û rêxistinî wergirtin, ku di pêkanîna kesayetiya wî ya têkoşer û şoreşger de roleke girîng lîstin û ew ji bo hilgirtina berpirsiyariyên rêxistinî û gelêrî amade kirin.
Di salên xebata xwe ya gelêrî de, ew di navbera Şam, Heleb, Amûdê, Dêrik û herêmên cuda yên Rojavayê Kurdistanê de digeriya, wî di nav gel de hişmendiya neteweyî belav dikir, di rêxistinkirina gel de beşdar dibû û di xurtkirina çanda azadiyê û berxwedanê de roleke girîng dilîst.
Piştî çend salan ji xebatên gelêrî, çandî û rêxistinî di nav gelê Kurd de li herêmên cuda yên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê, îsrara wî zêdetir bû ku derbasî qadên têkoşînê li çiyayên Kurdistanê bibe, wî bawer dikir ku berevaniya ji bo azadiyê pêwîst dike ku mirov hem di qada ramanê de û hem jî di qada berxwedanê de amade be.
Rêbertiya tevgerê daxwaza wî qebûl kir, lewma di sala 1989’an de li herêma Botanê tevlî nava refên gerîla bû û çûyîna wî ya ber bi çiyayan tacdaneke têkiliyek hestyarî ya kûr bû ku ji zarokatiya wî ve wî bi xwezaya Kurdistanê û çiyayên wê yên bilind ve girê dide,ku her tim weke sembola azadî, pêdarî û serbilindiyê didît.
Di çeperên şoreşgeran de ne tenê çekdarek bû, di heman demê de weke perwerdekar, rewşenbîr û xwedî hişmendiyeke rewşenbîrî û rêxistinî ya pêşketî derketibû pêş,wî semînerên ramyarî û bîrdozî dida şervanên nuh û beşdarî amadekirina kadroyên rêxistinî û rewşenbîrî yên tevgerê dibû û di wê baweriyê de bû ku avakirina mirovekî hişmend ne kêmtir ji avakirina şervanekî jêhatî ye ku dikare bi astengiyan re rû bi rû bibe.
Di 7ê Nîsana sala 1990’an de, li herêma Beyt şebabê, di navbera hêzên Gerîla û artêşa Tirk a bi piştgiriya çeteyên wê de şerên giran derketin , pevçûn sê rojan berdewam kir û di van pevçûnan de Herekol û hevalên xwe li hember hêzên dijmin berxwedanek qehremanî û rawestaneke bêhempa nîşan dan.
Di 9’ê Nîsanê de piştî ku Herekol bi giranî birîndar bû û hejmarek ji hevrêyên wî şehîd bûn, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve dîl hate girtin.
Bi vî awayî, qonaxeke nû ya jiyana wî dest pê kir; ku panzdeh salan li pişt dîwarên zindanên Tirkiyeyê dirêj kir, lê belê, zindanê nekarî îradeya wî bişkîne û ne jî ruhê wî yê têkoşer vemirîne, berevajî vê, ji bo wî zindan veguherî qadeke zanînê, ramînê, afirînerî û xwepêşxistinê.
Di salên dîlgirtinê de, wî zanîna xwe ya bi zimanên Kurdî û Tirkî kûrtir kir û çanda xwe di warên dîrok, siyaseta û wêjeyê de berfirehtir kir, herwiha, di hundirê girtîgehê de jî di perwerdekirina rêhevalên xwe de ked da û jêhatîbûna wî ya wêjeyî û ramyarî jî zêdetir derket holê ,gotar û lêkolînan werdigerîne kurdî, lêkolîn û gotar dinivîse û helbestê wekî amûrek ji bo derbirîna êş, xewn û hêviyên xwe yên azadiyê bi kar tîne. Di sala 200’4an de, dema ku ew di girtîgehê de bû, agahiyek gihişt wî ku birayê wî yê biçûktir Zerdeşt Dêrik (Seîd Şawîş) di rêzên Hêzên Parastina Gel (HPG) de, di dema pevçûnên bi artêşa Tirkiyeyê re li Bakurê Kurdistanê, şehîd bûye. Vê nûçe bandoreke kûr li ser wî hişt lê bi ruhê têkoşerekî ku bi doza xwe bawer bû bi wendabûnê re rû bi rû ma û soz da birayê xwe ku rêya têkoşînê bidomîne û ji fedakariyên şehîdan re dilsoz bimîne.
Di sala 2005’an de, ew hat azadkirin û piştî bidawîhatina hukmê wî, ew radestî desthilatdarên Sûriyeyê hate kirin û li wir 14 rojan li zindana şaxê Filestînê li Şamê ma, berî ku were berdan, piştî ku vegeriya Rojava, bi sûdwergirtina ji ezmûna xwe ya dirêj û çanda xwe ya berfireh, dîsa dest bi xebatên xwe yên siyasî, çandî û gelêrî kir, ji ber nefsbiçûk, şehrezayî û nêzîkbûna wî ji gel re, rêz û hurmeta civakê bi dest xist û parêzvanê nirxên azadî, edalet û rûmeta mirovahiyê ma.
Di sala 2007’an de, di konferansa damezrandinê ya Saziya Zimanê Kurdî de li Kobanê, ew wekî serokê saziyê hate hilbijartin, wî di pêşxistina zimanê Kurdî û xurtkirina cihê wî di warên çandî û perwerdehiyê de roleke girîng lîst; ji ber ku wî bawer dikir ku ziman di parastina nasname û bîranîna gelê de xwedî roleke bingehîn e.
Xebata wî ya ramyarî û çandî jî ji şopandin û çewisandina ewlekariya Sûriyê rizgar nebû ,ew rastî bangkirin û zextan hat û ji ber vê yekê jî di sala 2008’an de careke din tevlî nava refên gerîla li çiyayên Kurdistanê bû û têkoşîna xwe berdewam kir.
Herekol ji bilî rola xwe ya çalakvanî û siyasî, wek nivîskar û bîrmendek derketiye pêş û mîraseke girîng a ramyarî û çandî ji xwe re hiştiye. Nivîsarên wî bi rexne û vekolînên xwe dihatin naskirin û di xurtkirina hişmendiya neteweyî û çandî û herwiha di parastina azadî û mafên gelan de roleke girîng lîstin.
Ji berhemên wî yên herî girîng ên ramyarî û wêjeyî ev in:
– Pirtûka “Tomara Reş”: Ev berhem komkirina hejmarek ji gotar û lêkolînên wî yên siyasî û ramyarî ye.
– Pirtûka “Lêkolîneke Civakî, Çandî û Dîrokî – Xêzên Ji Bîrkirî yên Jiyana Civaka Koçerî”:
Ev berhemeke belgekirî ye ku tê de ew li ser dîroka Koçeran û jiyana wan a civakî, çandî û aborî rawestiyaye.
– Berhevoka helbestan bi zimanê Kurdî bi navê “Li Hev Kombûn û Pênûsa Min”.
– Pirtûka “Efsaneya Şehadetê”.
Ev berhem bi hevkariya nivîskar Elî Roj hatiye nivîsandin û bi her du zimanan, Erebî û Kurdî, hatiye weşandin ,di vê pirtûkê de jiyana şehîdên Rojavayê Kurdistanê û ezmûnên wan ên têkoşînê hatine vegotin.
Herekol bi zimanên Kurdî, Erebî û Tirkî baş dizanî û xebata wî tenê bi nivîsandin û nivîskariyê nehat bû sînordarkirin, lê di warê wergêrî de jî bi nav û deng bû, wî hejmarek ji pirtûk û gotaran di navbera van her sê zimanan de wergerandin.
Ji berhemên wî yên herî girîng di warê wergerê de:
-Wergera pirtûka “Rastiya Rêbertiyê ” ji zimanê Tirkî bo yê Erebî.
-Wergera pirtûka “Dîroka Partiyê” ji zimanê Tirkî bo zimanê Erebî.
-Wergera komek ji helbestên helbestvan Nizar Qebanî ji zimanê Erebî bo zimanê Kurdî.
Ji bilî nivîsên xwe, bi dehan gotar û lêkolîn di rojname û kovarên kurdî û erebî de weşandine û pirtûkxaneya kurdî bi berhemên curbicur ên ramyarî û çandî dewlemend kiriye.
Bi destpêkirina Şoreşa 19ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê, Herekol yek ji kesayetên çalak ên avakirina saziyên xwerêveberiyê û yek ji damezrînerên Tevgera Civaka Demokratîk bû. Wî berpirsiyariyên rêveberiyê girt ser xwe, herwiha, di perwerdekirina ciwanan û amadekirina wan de roleke girîng lîst.
Di sala 2014’an de, ew tevlî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bû û berpirsiyariya akademiyên perwerdehiya şervanan girt ser xwe ; bi vî awayî, wî di navbera raman û pratîkê de hevgirtinek pêk anî. Piştî salên dirêj ên têkoşîna siyasî, çandî, ramyarî û leşkerî, Herekol di 20ê Tîrmeha sala 2016’an de dema ku beşdarî çalakiyên bîranîna salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê bû, ku erkên xwe yên neteweyî û têkoşerî pêk dianî, di qezayekì de şehîd bû.
Bi çûyîna wî, tevgera çandî û neteweyî ya Kurdî yek ji rewşenbîr û têkoşerên xwe yên herî berbiçav winda kir, lê mîrateya wî ya ramyarî, çandî û têkoşerî di bîr û wijdana gelê Kurd de zindî ma û hê jî berdewam dike.
Bi boneya rêzdariya wî, çend akademî û dezgehên çandî bi navê wî hatin binavkirin û herwiha, her sal li Qamişlo Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkê ya Şehîd Herekol tê lidarxistin, ji bo zindîkirina bîranîna wî û rêzgirtin ji bo kar û xebata wî.
Bi vî awayî Husên Şawîş di bîranîna gelê Kurd de weke têkoşer, bîrmend û nivîskarek di bîra gelê kurd de zindî ma û mîrateyek nemir û mayînde di dîroka têkoşîn û çanda Kurdî de hişt.






