Monday, October 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Di navbera valatiya siyasî û jinûveavakirina demokratîk

06/09/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Korîdorên Enerjiyê, Bazariyên Qirêj û Rojava
Share on FacebookShare on Twitter

Pêjder Altan

Hilweşîna rejîma Baas ji Sûriyê re deriyekê azadiyê vekir; lê li pişt vê deriyê hem firsendek dîrokî û hem jî valatiyek siyasî ya bi xeter heye.

Hilweşîna rejîma Baasê di 8’ê Kanûna 2024’an de, tê wateya rizgarbûna Sûriyeyê ji dînîteyeke nîv sedsalê. Lêbelê, hilweşîna rejîmê nayê wateya ku dewletek nû xwe bixwe hatibe avakirin.

Guhertina ji pergaleke otorîter bo pergaleke demokratîk ne tenê bi rêya guhertina desthilatdariyê, lê di heman demê de bi rêya ji nû ve avakirina saziyên sivîl, ji nû ve rêxistinkirina qada siyasî, ji nû ve pênasekirina têkiliya di navbera civak û dewletê de û avakirina çarçoveyeke destûrî mimkun e.

Xetera herî mezin a ku îro li pêşiya Sûriyeyê ye, tam ev valahiya siyasî ye. Valahî ne tenê nebûna siyasetê ye; lê di heman demê de dagirtina bilez a cîhê ku ji hêla dewletê ve vala hatî hiştin, ji hêla hêzên radîkal ên hişk (komên heremî, komên çekdar ên radîkal û tevgerên îdeolojîk) ve têne dagirtin e.

Tevger an jî komên radîkal, tenê bi motîvasyona îdeolojîk dernakevin holê; berovajê wê, lawaziya saziyan, kêmbûna nûnertiyê, durhiştina aborî û tengavbûna siyasî van tevgeran xwedî dike.

Ger dewleta Sûriyê ya nû, ewlekariyê, edaletê û xizmetên bingehîn nikaribe sazbike; ger hin aliyên civakê xwe li derveyê vê pergalî hîs bike, ger qenalên tevlîkirinê ya siyasî neyên vekirin, dê radîkalîzm an jî tundrewî ji nû ve derkeve û vê valahiyê dagire.

Ji ber vê yekî têkoşîna bi tundrewiyê re tenê bi siyasetên ewlekariyê ve divê neyê sînordarkirin. Têkoşîna esasî, avakirina sîstemekê ku deriyên beşdarbûna aştiyane vedike û li ser bingeha hemwelatiyên wekhev ava dike ye.

Li Sûriyê mijara Îslama siyasî, ne nîqaşek ku bi olê re di nava pêvçûnê de ye, nîqaşekê ku li ser xwezaya dewletê û çavkaniyên meşruiyetê ye.

Hemwelatiyên older, parçeyek xwezayî ya civaka siyasî ye; lê pirsgirêk ew e ku girêdayîbûna an jî radîkalîzma ol dikeve cihê krîterên gel ên siyasî. An jî komek bi îdeaya “meşruyeta îlahî” hewil dide dewletê bixe bin çengê xwe û tenê gotinên wan derbas bibe.

Pêkateyên cîhadî-selefî, ji ber pirrengiyê red dikin û tundiyê dikin amûrê xwe yê esasî nikarin bibin parçeyek ji rekabeta siyasî.

Paşeroja Sûriyeyê, ne bi îtîfaqên li ser bingeha nasnameyê, encax bi cebheyek demokratîk a berfireh ku  hemwelatiya wekhev, hiqûqa li ser esasê exlaq û pîvana civakê, pirrengiya siyasî, azadiyên rayagiştî û wek edaleta serdema veguhêz nava xwe de dihewîne ve girêdayî ye.

Ev cebhe, dikare hemû civakan ên wek e Ereb, Suryanî, Asûrî, Durzî, Elewî û civakên din; bi hêzên liberal, çepgir, demokratîk û serbûxwe re li dora projeyeke siyasî ya hevpar bigihêjin hev.

Demokrasî, ne jiholêrakirina nasnameyan e; avakirina çerçoveyek yasayê ya ku nasnameyê wek amûrê desthiladariya siyasî bikar tînin asteng dike ye.

Yanî daxwazên Kurdan ên mafên siyasî û çandî, tirs û fikarên rêveberiya heremî û ewlehiya Durziyan, pêdiviya parastinê ya cudakirinê ya Elewiyan…

Ev daxwaz ne dijberê hev in; dema te wan anî asta rêgezên makezagonî, dê bibin kevirê bingehîn a jinûve avakirina Sûriyeyê;

Mafên Kurdan – naskirina pirrengiya netewî û çandî

Parastina Durziyan – Beşdariya heremî û rêgezên parastinê

Parastina Elewiyan – Berpirsiyartiya civakî û edaleta serdema veguhez

Ev nêzîkatî, mantixê “xwestekên taybet” derbas dike û li ser esasê hemwelatiya wekhev, paktek netewî ava dike.

Ji vê re jî Hevpeymana Civakî tê gotin. Lewra li Sûriyê ger hevpeymaniyek civakî neyê avakirin sîstemek siyasî ya bi istikrar nayê avakirin.

Divê ev hevpeyman van rêgezan di nava xwe de bihewîne;

Hemwelatîbûna wekhev, cudakarî neyê kirin, naskirina pirrengiya çandî û netewî, parastina azadiya gelan, hêz û dewlemendiyan bi awayek edlane dabeşkirin, serxwebûna darazê, serdema rêveberiyek aştiyane.

Lê rastiyek jî heye ev hevpeyman bi zext û ferzkirinê nabe, divê bi awayek lihevhatinê bê avakirin.

Bêguman demokrasî, bi hilweşandina rejîmek tundrew re bi awayek otomatîk nayê. Ger hêzên siyasî û civakî yên ku demokrasiyê biparêzin tunebin, tundrewî wê bi biçimekê din derkeve pêş.

Ji ber vê yekê, peymana civakî ya nû divê li ser vê prensîbî be: Di înşaya nû de yê qezanc dike an jî winda dike nîne; hemwelatiyên wekhev û civakên hevkar hene.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Cîhanî ya Kecan
JIN

Roja Cîhanî ya Kecan

11/10/2026
28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ
HAJMARA PDF

28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ

11/10/2026
Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran
CIVAK Û JIYAN

Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran

11/10/2026
Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)
CîHAN

Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)

11/10/2026
Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye
Serbest

Tevliheviyên li Hesekê û Pêvajoya Entegrasyonê; Ewlehiya Rojava û Başûr Li Hember Metirsiyên Herêmî

11/10/2026
Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan
Serbest

Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan

11/10/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.