Hemza Sêvo/ Qamişlo
Rawestandina piştgiriya Amerîkayê ji bo Pêşmergeyan û vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji Iraqê û Başûrê Kurdistanê di vê qonaxa hestyar de gav bi gav pêk tê. Yekîtiya siyasî û hêzên Pêşmerge, herwiha çareserkirina pirsgirêkên navxweyî şertên sereke yên parastina ewlehiyê û siberoja Başûrê Kurdistanê ne.
Biryara rêveberiya Amerîkayê ya rawestandina îmzekirina lihevkirinê ya bi navê (MOU) ya derbarê piştgiriya hêzên Pêşmerge de, ku di dawiya Îlonê de diqede, gelek pirs li ser pêşeroja piştgiriya ewlehiyê ya Amerîkayê ji bo Herêma Kurdistanê derdixe holê, ev yek jî bi vekişîna hêzên dawîn ên hevpeymaniya Navdewletî ji Iraqê re hevdem e.
Ev pêşketin di demekê de tê ku herêm bi êrişên dubare yên dron û mûşekan re rû bi rû ye, ango êrişên Îran û komên Îraqî yên girêdayî wê li ser Başûr didomin.
Dîroka hevkariya keoalsyon û Pêşmerge
Berî şerê li dijî DAIŞ’ê û di salên şerê li dijî DAIŞ’ê de Pêşmerge di navbera partiyên siyasî de, bi taybetî di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de, hatine dabeşkirin. Piştî Damezrandina Hevpeymaniya Navdewletî di 10’ê Îlona 2014’an de, wê baregeha xwe ya operasyonên leşkerî li Hewlêrê ava kir, hevkarî di navbera hêzên Pêşmerge û hevpeymaniyê ya bi serkêşiya Amerîkayê de dest pê kir. Di çarçoveya vê hevpeymaniyê de, di sala 2016’an de lihevkirinek di navbera Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û Wezareta Pêşmerge de hate îmzekirin û di sala 2022’an de hate nûkirin, ev yek jî dê di dawiya Îlona 2026’an de biqede. Armanca vê peymanê destpêkirina projeyek ji bo yekkirina hêzên girêdayî partiyên siyasî di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de bû. 11 firqeyên leşkerî hatin damezrandin û Yekîneyên 70 û 80, yên girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), hatine hilweşandin û li şûna wan Fermandariya Herêma Yekem li Hewlêrê û Fermandariya Herêma Duyem li Silêmaniyê hatine danîn. Di çarçoveya vê peymanê û Hevpeymaniya Navdewletî de komeke şêwirmendiya pirneteweyî hatiye damezrandin, ku ji şêwirmendên leşkerî yên Dewletên Yekbûyî, Brîtanya, Fransa, Îtalya û Hollanda pêktê. Hemûyan di Wezareta Karûbarên Pêşmerge de ji bo yekkirina hêzan û yekkirina hesabên darayî, ji bilî piştgiriya di şerê li dijî DAIŞ’ê de, xebitîn. Niha li derveyî Wezareta Karûbarên Pêşmerge tu hêz nemaye. Rayedarên Amerîkî ragihandine ku Dewletên Yekbûyî niyeta nûkirina lihevkirinan bi Îraq û Başûr tuneye, di heman demê de rayedarên Herêma Kurdistanê û rêberên Wezareta Pêşmerge bi salan e ji vê yekê haydar in.
Vekişîna keoalsyonê û bandora wê
Hikumeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Karûbarên Pêşmerge dibînin ku vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî gaveke hestyar û xeternak e. Lê belê, bidawîbûna erka hevpeymaniyê nayê wateya bidawîbûna hevkariya di navbera hêzên Pêşmerge û Dewletên Yekbûyî de, ji ber ku Washingtonê bi berdewamî hevkariya xwe ya berdewam bi hêzên ewlehiyê yên Iraqê re, tevî Pêşmerge, piştrast kiriye. Piştgiriya leşkerî û darayî dê bi bandor bi bidawîbûna mîsyona hevpeymaniya navneteweyî bi dawî bibe. Wî zêde kir ku heke Washington di pêşerojê de hewce bike ku piştgiriyê bide hêzên Pêşmerge, dibe ku vê yekê bi rêya Wezareta Parastinê ya Iraqê bike. 61 milyon dolar nefeqeya Amerîkî ya ku ji bo hêzên Pêşmerge tê veqetandin, dema ku lihevkirin û hevpeymanî xwe ji Başûr vekişîne ew ê nefeqe jî bên rawestandin.
Bandor tenê bi Wezareta Pêşmerge ve sînordar nabe, ev nefeqe barê gelek lêçûnên wezaretê hildigire ser milê xwe. Lê metirsiyên rastîn bêtir bi Îranê û komên girêdayî wê ve eleqedar in jî. Vekişîna hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ji Başûr dibe ku bi sûdê bide Herêma Kurdistanê, ji ber ku ew ê hincetên ku ji hêla Îran û aliyên girêdayî wê ve têne bi kar anîn di warê êrişên Başûrê Kurdistanê de ji holê bi dawî bike. Ev qonax hestyar e ji bo serokatiya Herêma Kurdistanê û wê wekî ceribandinek rastîn a şiyana wê ya çareserkirina pirsgirêkên navxweyî, û her weha bi Bexda û welatên cîran re bi nav kir. Îran êrişî partiyên opozîsyona Kurd di nav sînorên herêmê de dike, di dema heyî de hewldanên berdewam hene ji bo çareserkirina statuya wan li gorî peymana ewlehiyê ya ku di navbera Iraq û Îranê de di sala 2023’an de hatî îmzekirin, lê tevî wiha jî Îran Başûrê
5 hezar Pêşmergeyên Roj li Başûr hene
Pênc hezar Pêşmergeyên Roj li herêma Kurdistanê hene, ev yek pêwîst dike ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê pirsgirêkê bi hikûmeta Sûriyê û QSD’ê re çareser bike.
Li hêla din ji bilî penaberên Îranî û Tirk, zêdetirî nîv milyon penaber li herêmê hene, piraniya wan ji Rojava ne. Vegera wan bo warê wan pêwîst e, ev yek dê barê aborî û civakî yê li ser nifûsa herêmê sivik bike, herwiha hemû pirsgirêkên mayî bi hikûmeta federal re çareser bike, hem ji bo mûçeyan, petrol û gazê û hem jî pirsgirêka kontrola çekan.
Amerîka Başûr parast?
Vekişîna hêzên Amerîkî dê bandorê li ewlehiya Herêma Kurdistanê neke ger serokatiya wê fêm bike ka meriv çawa van pirsgirêkên mayî çareser dike. Herêma Kurdistanê rastî bi sedan êrîşên bi mûşek û dronan hatiye, Îran û aliyên girêdayî wê van êrişan pêktînin. Bi dirêjahiya şerê Îran û Amerîkayê pergalên parastinê yên Amerîkî ezmanê Herêma Kurdistanê ji van hemû êrîşan neparastin, lê belê parastina berjewendî û baregehên Amerîkî yên li Başûr sînordar bûn. Dema ku êrîşên li ser baregehên Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, herwiha baregehên Pêşmergeyan pêkhatin, pergalên parastinê yên Amerîkî li ku bûn? Hebûna hêzên hevpeymaniya navneteweyî li herêmê ji bo qada aborî bû ango ne ji bo parastina gelê Başûr bû, dema ku Başûr rastî êrîşan hat, pergalên parastinê yên Amerîkî parastina gel nekirin. Herêma Kurdistanê ji sala 1991’an vir ve ji bo parastina xwe, xwe dispêre hêzên navdewletî yên rojavayî, tê dîtin ku vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê wekî ceribandinek rastîn a şiyana serokatiya herêmê ya parastina xwe dihesibîne. Başûr beramberî xeteriyeke mezin e, pêwîst e hêza siyasî bibe yek û hikumetê ava bikin, tê zanîn jî ku parlamentoya Kurdistanê hîn jî nehatiye sazkirin hikûmet hîn jî bi awayekî demkî dixebite tevî ku du sal ji hilbijartinan derbas bûne. Ev pirsgirêkên navxweyî, nevekişîna hêzên hevpeymaniya navneteweyî, gefa rastîn a ewlehiya herêmê ne. Îran û komên çekdarên girêdayî wê dê vekişîna hêzên Amerîkî ji Herêma Kurdistanê bi kar bînin. Başûr ji destpêka şer ve helwestek bêalî girtiye û Wezareta Pêşmerge bi berdewamî ragihandiye ku ew tevlî şerê herêmî nabe. Li hêla din partiyên opozîsyonê yên Kurdî yên Rojhilat yên li Başûrê Kurdistanê beşdarbûna xwe di şerê li dijî Îranê de ranegihandin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di bin serokatiya Trump de ji destpêka şer ve bi Herêma Kurdistanê re wekî hebûnek ku ji hêla “du rêveberiyan” ve tê rêvebirin, mijûl bûye. Bangên wî yên telefonê bi Mesûd Barzanî, wekî serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK û Bafel Talabanî re cuda hatine kirin û ne bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re wekî hikumeteke yekgirtî pêktanî.
Rêya çareseriyê?
Vê dabeşbûnê helwesta Kurdan li ser gelek mijarên navxweyî, hem jî di warê têkiliya wê bi Bexdayê re û li ser qada navneteweyî lawaz kiriye. Başûrê Kurdistanê ji aliyê du partiyan ve tê rêvebirin, yek jê rêveberiya Silêmaniyê ku ji hêla Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve tê rêvebirin û rêveberiya Hewlêrê û Duhokê ku ji hêla PDK’ê ve tê rêvebirin. Parçebûna partiyan wekî rêyeke guncav e ku dewletên cîran û heta ji partiyên di nav Bexdayê de di karûbarên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de destwerdanê bikin. Yekane rêya çareseriyê ew e ku her du hêz yekîtiyeke xwe ava bikin û rêveberiya Başûrê Kurdistanê xurtikirina asta danûstandina bi Bexda, Tirkiye, Îran û heta Sûriyê re pêkbîne.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê siyasetek piştgiriya dewleta navendî dimeşîne, helwestek ku hin welatên Ewropî jî parve dikin û dibêjin ev nêzîkatî ne di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye. Îro Başûrê Kurdistanê bi qonaxeke pir hestyar re rû bi rû ye, lewma nêzîkatiyeke aqilane li hember guhertinên siyaseta Amerîkayê û guhertinên welatên cîran pêwîst e.






