Idrîs Henan
Li Rojhilata Navîn, rakirina çekan ji danîna wan hêsantir e. Çek mirovan bi hêz dike û li ser maseyên diyalogê destê wan bilindtir dike. Lê berdana çekan ne tenê ezmûnek leşkerî ye; ew di heman demê de ezmûna siyasî ya gerantiyên destûrî û sazîbûna demokratîk ya dewletê ye.
Ji ber vê yekê, divê gavên ku Kurdan li Sûriyê avêtine, ne tenê di çarçoveya pirsa “Kî bi ser ket û kî bi bin ket?” de werin şîrovekirin. Mijar ne tenê leşkerî ye. Pirsa rastîn û girîngtir ev e: Dema ku dozek bi salan çekdar be û di dawiyê de ji meydana şer derbasî meydana diyaloga siyasî bibe, çi dibe?
Bê guman Kurd bê proje nîn in. Mîrateya dehan salên berxwedanê û ezmûna îdarî û siyasî di bixçika wan de heye. Di qonaxa herî kirîtîk a Sûriyê de derketin holê, li dijî terora DAIŞ`ê bi ser ketin û têkiliyên herêmî û navdewletî yên bêhempa ava kirin. Wan dikarîbû hevbendiyên xwe li gorî guhertinên balansên hêzê biguherînin û herêmên di bin kontrola xwe de bikin eniyên nû yên şer û ji kirîza herêmê re dergehek din vekin. Lê bi vîna xwe ya serbixwe û berpirsiyar, bi tercîha ku doza xwe ji meydana pevçûnê bînin nav saziyên dewletê û mekanîzmayên siyasî, gav avêtin. Ji lew re jî mesele ne tenê parastina destkeftiyan e, lê belê çawa dikare ezmûna nû bibe bingeha projeyek siyasî ya nû û di nava avahiya dewleta Sûriyê de cih bigire.
Ji ber vê yekê, gelek şaş e ku mirov entegrasyona QSD`ê di nav refên Wezareta Berevaniyê de wekî dawiya doza Kurd li Sûriyê binêre. QSD`ê hêzeke leşkerî ye ku li gorî şert û mercên qonaxekê û hewcedariyên wê hatiye avakirin. Di şert û mercên nû de, reng, rol û peywirên wê dikarin biguherin. Lê gelê Kurd bi kok e û parçeyekî bingehîn ê tevna civaka Sûriyê ye. Doza wî ji dirûvên siyasî yên demkî mezintir, ji peymanan qedîmtir û ji kesayetan gewretir e. Ji ber vê yekê, entegrasyona leşkerî û îdarî nayê wateya tunebûna vê dozê. Berovajî; guhertina cewherê rêbaza têkoşînê û derbasbûna bo qonaxek nû ye. Ji xwe qonaxa herî zehmet li vir dest pê dike. Ev qonax dê li ser bingeha; Doza Kurd wê di nav avahiya Sûriyê ya nû de çawa xwe vesaz bike û destkeftiyên xwe bi çi mekanîzmeyên destûrî, yasayî, siyasî û îdarî ve gerantî bike?
Çek dikare li ser maseyên diyalogê mirovan bike aktorên sereke, lê bi tenê nikare welatekî dadperwer ava bike. Lê destûrek dikare dadmendî û pabendiyê garantî bike û bê çek jî mafan biparêze. Pirsa ku divê mirov bipirse ne; “Çima Kurdan çek berdan?”, lê belê “Li beramberî vê gava Kurdan, dewlet dê çi bixe ser masê?”.
Divê têgihiştinek wiha jî hebe ku eger mesele yek artêş, yek hikûmet û yek dewlet be, ev nayê wê wateyê ku divê yek reng, yek ziman, yek çand û yek bîra civakî hebe. Yekîtiya siyasî nayê wateya înkarkirina taybetmendiyên çandî û neteweyî yên gelan. Sûriyê dikare yek dewleta Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û pêkhateyên din be û pirrengiya wan a çandî û zimanî di çarçoveya hemwelatîbûna yeksan de nas bike. Hêza dewletên nûjen ew e ku karibe vê pirrengiyê hembêz bike û bi wê re li hev bike. Ji ber vê yekê, çawa ku em dibêjin entegrasyon ne helandin e, di heman demê de nayê wê wateyê ku herêmên Kurdan jî derveyî sînorên dewletê bimînin. Berevajî vê, divê maf û hiqûqên bingehîn ên çandî, zimanî û siyasî yên hemû pêkhateyan di destûra bingehîn de werin parastin.






