Bêrîtan Xalid
Ziman ne tenê amûrekî ragihandinê ye, ziman nasname, dîrok, çand û bîranîna gelan e. Ji bo gelê Kurd jî zimanê Kurdî yek ji bingehên sereke yên hebûna wî ya neteweyî û çandî ye. Di dîroka dirêj a gelê Kurd de, jinan roleke girîng di parastin û veguhestina zimanê Kurdî de lîstine. Ji malê heta dibistanê, ji dayikê heta mamoste û ji nifşekê heta nifşê din, jin bûne yek ji stûnên sereke yên ku ziman hatiye parastin û domandin.Dayik, bi taybetî, yekem mamosteya zimanê zarokan e. Zarok zimanê xwe ya yekem carî ji malê û ji dayika xwe fêr dibe. Gotinên kevneşopî, stran, çîrok û bîranînên ku dayik ji zarokan re dibêjin, hem ziman diparêzin û hem jî çanda gelê vediguhezînin nifşên nû. Ji ber vê yekê, parastina zimanê Kurdî ne tenê erkê saziyên perwerdeyê ye; malbat, civak û bi taybetî jin di vê mijarê de xwedî roleke bingehîn in.Di van rojên dawî de, biryara Wezareta Perwerdeyê ya derbarê dersên zimanê Kurdî bûye mijareke girîng û bûye sedema nîqaşên berfireh di nav civakê de. Kêmkirina demjimêrên dersên zimanê Kurdî di dibistanan de, ji aliyekî ve bandorê li ser derfeta xwendekaran a hînbûna zimanê dayikê dike û ji aliyê din ve pirsên girîng derdixe holê: Em çawa dikarin zimanê Kurdî di nav nifşên nû de bihêz bihêlin? Çi rolek dê malbat û civakê di vê pêvajoyê de bilîzin? jin dikarin çawa vê valahiya perwerdeyê dagirin?
Di vê çarçoveyê de, rola jinan dibe ku hîn girîngtir bibe. Jin dikarin zimanê Kurdî di malê de bi zarokan re bi awayekî aktîf bi kar bînin, wan teşwîq bikin ku bi zimanê xwe bixwînin û binivîsin, çîrok û stranên Kurdî ji wan re bibêjin û hest û girîngiya zimanê dayikê di wan de bihêz bikin. Herwiha jinên mamoste, nivîskar, rojnamevan û çalakvan dikarin bi xebata xwe beşdarî parastin û pêşxistina zimanê Kurdî bibin.Lê belê, parastina zimanê Kurdî ne tenê bi hest û daxwazê pêkan e. Ji bo ku ziman di jiyana rojane de bihêz bimîne, divê ew di dibistanan, zanîngehan, medyayê, çapemeniyê û hemû qadên jiyanê de cihê xwe hebe. Divê zarok bi zimanê xwe bixwînin, binivîsin û xwe bi zimanê xwe îfade bikin. Ji ber vê yekê, her biryarek ku derfetên hînbûna zimanê Kurdî kêm dike, divê bi çavê berpirsiyariyeke civakî û perwerdeyî were nirxandin.Jinên Kurd di dîroka parastina ziman û çanda Kurdî de gelek caran bê deng, lê bi bandoreke mezin kar kirine. Ew ziman ji nifşên berê girtine û gihandine nifşên nû. Îro jî divê jin tenê parêzvanê zimanê Kurdî nebin, lê di pêşxistina wî de jî pêşeng bin.Ji ber vê yekê, parastina zimanê Kurdî erkeke hevpar e. Dewlet û saziyên perwerdeyê berpirsiyar in ku şert û derfetên perwerdehiya bi zimanê Kurdî pêşkêş bikin; lê malbat û civak jî divê di vê pêvajoyê de xwedî rolê xwe bin. Di nav vê civakê de jin, bi rola xwe ya dayik, mamoste û pêşeng, dikare bibin hêza herî bihêz a parastina zimanê Kurdî.
Zimanê ku em îro diparêzin, zimanê nifşên sibê ye. Ji ber vê yekê, parastina zimanê Kurdî tenê parastina peyvan nîne; parastina nasname, dîrok û bîranîna gelê Kurd e. Û di vê rê de, dengê jinan, xebata wan û rola wan di mal û civakê de, dê her tim beşeke girîng a vê têkoşînê bimîne.






