Monday, October 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Suzan Akipa: Pêwîst e jin cihê xwe di komîsyona şopandina qanûnê de bigire

06/09/2026
in JIN
A A
Suzan Akipa: Pêwîst e jin cihê xwe di komîsyona şopandina qanûnê de bigire
Share on FacebookShare on Twitter

Stêrk Mihemed/Qamişlo

Parêzer Suzan Akipa diyar kir ku pêwîst e ji bo jinan di komîsyona şopandinê de kota were veqetandin û wiha got: “Piştî qanûna çarçoveyê pêwîst e rêziknameyên qanûnî bên derxistin ku tê de wekheviya zayendî, pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan, parastina maf û azadiyên jinan hebe.”

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Tebaxa 2025’an banga xwe ya dîrokî a bi navê “Aştî û Civaka Demokratîk” raghand. Di çarçoveya vê bangê de herî dawî Qanûna Çarçoveyê ya niha ku bi fermî wekî qanûna xurtkirina hevgirtina neteweyî û entegrasyona civakî ya hejmar 7595 tê naskirin, hate derxistin. Piştî ku ew qanûn ji aliyê Meclisa Tirkiyê (TBMM) de hat qebûlkirin, di 18’ê Tebaxa 2026’an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Pêşniyara qanûnê di 5’ê Tebaxa 2026’an de pêşkêşî Meclisê hat kirin û di 10’ê Tebaxa 2026’an de bi 467 dengên erê, hat qebûlkirin. Li Meclisa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyê (TBMM) li Enqereyê bi lihevkirin û îmzeya hevpar a AKP, MHP, DEM Partî û CHP’ê hat pejirandin. Ev qanûna nû bi tevahî ji 12 xalan pêk tê, armanc vê yekê ew e ku veguhestina ji têkoşîna çekdarî ber bi siyaseta demokratîk ve, di çarçoveyeke qanûnî û fermî de, bê misogerkirin.

Lê di nava çarçoveya qanûnî de xalên girêdayî jin nehatine dîtin. Ji bo pêkanîna van qanûnan, di heman demê de ji bo misogerkirina mafê jinê pêwîst dike ku di qanûnê de, xalên taybet ji bo parastina parêzvanên mafên jinan û siyasetmedarên jin ên ku di pêvajoyê de cih digirin, li dijî êrişên siyasî û fizîkî werin zêdekirin. Herwiha nûnertiya wekhev di hemû astên biryardan û şandeyên danûstandinê de bibe neçariyeke hiqûqî. Li kêlek wê ji bo ku rola jinan li dijî van provokasyonan bibe mîsogerî, divê ev gavên qanûnî û pratîkî bên avêtin. Da ku qanûna çarçoveyê nebe tenê metnekî li ser kaxezê, divê rêgezên civaka demokratîk bi cih werin. Di vê qonaxa krîtîk de rola jinê û hewldanên ji bo sazkirin û derbaskirina qanûnê, divê li ser van xalên bingehîn û stratejîk ava bibe. Di cîbicîkirina xalên qanûnê de mîna di xebatên Komîsyona Şopandin û Tespîtê de pêwîst e jin cihê xwe di komîsyona şopandinê de bigirin.

Derbarê qanûna çarçoveyî û rola jinê di vê qanûnê de, Parêzer Suzan Akipa ji Rojnameya me re axivî.

‘Piştî qanûna çarçoveyê pêwîst e rêziknameyên qanûnî bên derxistin’

Suzan Akipa destnîşan kir ku di qanûna çarçoveyê de tu xalên girêdayî beşdariya jinan nayê dîtin û wiha got: “Qanûna çarçoveyî di 18’ê Tebaxê de kete meriyetê. Di vê qanûna çarçoveyê de tu xalên ku beşdariya jinan di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, pêşbînî dikin tune ye. Ji bilî rêziknameya qanûnî ya têkildarî bidawîanîna têkoşîna çekdarî ya PKK’ê tu xalên din di qanûnê de cih nagirin. Le belê, ew ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd di çarçoveyeke qanûnî û yasayî de gaveke destpêkê ya girîng û stratejîk e. Ev gav deriyê aştiyê û çareseriya siyasî vedike. Piştî qanûna çarçoveyê, pêwîst e bi hezaran rêziknameyên qanûnî bên derxistin weke: wekheviya zayendî, pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan, parastina maf û azadiyên jinan. Ev tişt jî veguherîna yasayî dixwaze.”

‘Divê kota jinan di komîsyona şopandinê de hebe’

Suzan Akipa da xuyakirin ku tevlîbûna jinan di pêvajoyên aştiyê û li ser maseyên mûzakere de hîn jî pir sînordar e û wiha pê de çû: “Komisyona Şopandin û Tespîtê hatiye damezrandin, lê tu agahî derbarê naveroka wê de hîn bi raya giştî re nehatiye parvekirin. Lê belê, em dizanin ku şopandineke sivîl û siyasî ji bo serkeftina pêvajoyê girîng e. Di vir de jî parlemento dikeve dewrê. Ger ev komîsyon wekheviya zayendî misoger bike, ew ê nêzîkî armanca xwe bibe. Bê guman, beşdariya jinan di komîsyona şopandinê de, ne tenê meseleya temsîliyetê ye. Tevlêbûna jinan, ji perspektîfa jinan ve tê wateya şopandina pêvajoyê, pêşxistina polîtîkayan û avakirina aştiyê. Ji ber vê sedemê, divê ji bo jinan di komîsyona şopandinê de kota were veqetandin û divê komîsyonên jinan ên bêhempa di asta civaka sivîl de werin damezrandin. Divê raman, pêşniyar, proje û polîtîkayên jinan werin qebûl kirin û bicîhkirin. Herwiha ev tişt, bikevin bin siwana qanûnan, da ku daimî û sazumanî bibe. Biryara 1325’an ya Neteweyên Yekbûyî heye ku bang li beşdariya jinan di pêvajoyên aştî û mûzakereyê de dike. Lê belê, li ser asta cîhanê, tevlîbûna jinan di pêvajoyên aştiyê û li ser maseyên muzakereyê de hîn jî pir sînordar e. Bi rastî, tevlîkirina jinan di pêvajoya muzakere ya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd de, li gorî mînakên li seranserê cîhanê, rewşeke pir erênî û pêşketî ye. Ev yek tê wê wateyê ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve ji bo jinan qada muzakere hatiye vekirin; serdema 2013 û 2015’an û pêvajoya niha vê yekê nîşan didin. Lewma, pêwîst e ev helwesta Rêber Abdullah Ocalan bê xurtkirin.”

‘Di şopandina qanûna çarçoveyê de berpirsiyariyên girîng dikeve ser milê jinê’

Suzan Akipa diyar kir dewlet di vê pêvajoyê de pir hêdî tevdigere û wiha domand: “Ev pêvajo nêzîkî du salan e berdewam dike. Di vê demê de, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê gavên pir girîng, radîkal û avaker avêtin. Lê belê, dewlet di vê pêvajoyê de pir hêdî tevgeriya. Avakirina komîsyona parlementoyê gava yekem bû; gava duyemîn jî qanûna çarçove ye. Ew ne pakêtek demokrasiyê ye, ne jî çareseriyek berfireh e. Lê di rêya demokrasî, aştî û çareseriyê de, gava yekem e. Îradeya ku ev qanûn amade kiriye jî, dibêje ku ew gava yekem e. Gelê Kurd jî, ji vê yekê haydar e. Çareseriyek siyasî ji bo pirsgirêka Kurd, hindik hindik xuya dike. Piştî vê qanûnê karê mezin û rastîn li benda me ye. Têkoşîna ji bo zimanê dayikê, rêveberiya herêmî û mafên çandî dê berdewam bike. Divê dewlet di vî warî de jî, gavên qanûnî bavêje. Bêguman, di vê qonaxê de, derbarê pêkanîn û şopandina qanûna çarçoveyê de, berpirsiyariyên girîng dikevin ser milê dînamîkên civakî de, bi taybetî jinan. Çimkî pêvajoyeke ku jinan li derve dihêle, dê nebe sedema hiqûqê, ne aştiyê û ne jî çareseriyê.”

‘Ji bo serxistina pêvajoyê, divê Rêber Apo bi awayekî çalak beşdarî komîsyonê bibe’

Parêzer Suzan Akipa axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo ku pêvajo bi ser bikeve, divê Rêber Apo bi awayekî çalak û şexsî di komîsyonê de beşdar bibe. Ji bo vê yekê, ji xwe di qanûna çarçoveyê de jî peşniyarî hene. Lewma pêwîst e pêkhateya komîsyonê ku Rêber Apo dê beşdar bibe, bêyî derengmayînê were destnîşankirin. Hem jî çarçoveyek yasayî ji bo destpêkirina karê Rêber Apo were danîn, da ku Rêber Apo kes an nûnerên ku ew dixwaze vexwîne komîsyonê. Qanûn ji xwe vê yekê destnîşan dike. Ev qanûn jî gerek were bicîhanîn. Ev yek statuya Rêber Apo jî diyar dike. Ger ew bi şexsî bixebite, bê guman pêvajo dê bileztir bibe. Wekî din, divê dewlet di vê pêvajoyê de di derbarê mafê hêviyê de gavên yasayî bavêje. komîsyona çavdêriyê jî di derbarê mafê hêviyê de pêşniyaran ji parlementoyê re jî bike. Ev jî erkê komîsyonê ye. Ev hemû tişt, da ku bileztir bibin, hewce ye ku zextek rastîn a civakî werin afirandin. Beşa herî girîng a vê yekê jî têkoşîna jinan e. Têkoşîna jinan têkoşîna civakê xurt dike. Ev tişt jî, zextek erênî li ser dewletê diafirîne.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Cîhanî ya Kecan
JIN

Roja Cîhanî ya Kecan

11/10/2026
28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ
HAJMARA PDF

28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ

11/10/2026
Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran
CIVAK Û JIYAN

Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran

11/10/2026
Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)
CîHAN

Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)

11/10/2026
Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye
Serbest

Tevliheviyên li Hesekê û Pêvajoya Entegrasyonê; Ewlehiya Rojava û Başûr Li Hember Metirsiyên Herêmî

11/10/2026
Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan
Serbest

Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan

11/10/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.