Can Yûsiv
Hunermend Ciwan Hesen; Balyozê çand û stranbêjiya Efrînê û dengê çiyayê Kurmênc”
Hunermendê Kurd ê neteweyî yê pabendîdar, nebeza gel e, ruhê neteweyê ye û parêzvanê çand, ziman û nasnameya wî ye, bi berhemên xwe yên hunerî yên armancdar, roleke girîng lîstiye di parastina mîrateya çandî, parastina zimanê kurdî û bilindkirina hişmendiya neteweyî li hemberî polîtîkayên tinekirin û înkarkirinê. Huner ji bo wî ne tenê amûreke afirandinê bû, lê peyameke neteweyî û mirovahî bû ji bo parastina axê, nasnameyê û rûmetê.
Hunermendê Kurd Ciwan Hesen, kurê bajarê Efrînê, nimûneyeke berbiçav a vê hunera bi doza neteweyî ve girêdayî bû, wî jêhatiya xwe ji bo xizmeta welat û gelê xwe terxan kir, û bi stran û awazên xwe beşdarî parastina mîrateya çandî û zimanê Kurdî bû, bi taybetî di şert û mercên ku tê de hewildanên jêbirina çandî û zimanî hebûn. Ji ber vê yekê, berhemên wî bûn dengê berxwedanê û peyamek ku derbirîna êş û azarên gelê Kurd, hêvî û armancên wî, herwiha daxwazên wî ji bo azadî û rûmetê dikir.
Hunermend, awazdêner û stranbêjê kurd Ciwan Hesen ji dê û bavek Kurd (Esmet û Zafet Izet) li gundê Gurda yê girêdayî navçeya Cindêrsa Efrînê hatiye dunya ye ,ew herêmeke naskiriyê bi dewlemendbûna xwe ya çandî û Hunerî ya Kurdî, ew di nav malbatek kurdperwer û welatparêz û xebatkar ya Kurd de mezin bû ye, ku gêrêdayî bi nirxên welatparêziyê ve , evîndar û dildarê azadî û axa welat, ew zewicî bû û bavê sê zarokan bû, (du keç û kurek) û ew mirovekî ku hunera xwe terxan kir bû ji bo doza xwe û gelê xwe.
Meylên wî yên hunerî, evîna wî ji bo stranbêjiyê û hezkirina wî ji bo muzîka kurdî di temenek piçûk de, hîn di heşt saliya zaroktiya xwe de dest pê kir ,ji zaroktiya xwe ve, ew ji hêla jîngeha muzîkê ya herêmî ve bandor bû, ji ber vê yekê ew fêrî bi lêxistina amûrên kevneşopî yên mîna Tambûr, Ûd û Bizqê bû. Ev yek bû sedema ku jêhatiya wî pêş bixe û girêdana wî bi mîrata muzîkê ya Kurdî hîn zêdetir bihêz bike.
Ciwan bi jêhatîbûna xwe ya xwezayî tenê razî ne bû, lê wî muzîk bi awayekî akademîk xwend, evê yekê derfet da wî ku ezmûna xwe ya hunerî pêş bixe, û beşdarî nûkirina stranê Kurdî bibe, bi tevlihevkirina resenîtiya mîrata wê bi şêwazên muzîkê yên hevdem re. Ciwan li bajarê Cindirêsê dibistana seretayî û amadeyî xwend, paşê tevlî peymabgeha Amadekirina Mamosteyan li bajarê Ezazê bû, û li wir xwendina xwe ya zanistî berdewam kir, di heman demê de jêhatiya xwe ya hunerî jî pêş xist.
Piştî destpêkirina şoreşa Rojava di sala 2011’an de, ew wekî mamosteyek zimanê kurdî xebitî û wî li ser asta kantona Efrînê koma yekem ya mamosteyên zimanê Kurdî perwerdekir, wî çar salan di pîşeya perwerdehiyê de berdewam kir , dûv re ew şeş mehan wek nûçegihanê tilvezyonê li kanala “Ronahî ” di beşê Kurdî de xebitî. Piştî dagirkirina bajarê wî “Efrîn” ji hêla Artêşa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve sala 2018’an, ew neçar ma ku bi darê zorê ji bajarê xwe derkevê û koçber bibe, ew di şert û mercên dijwar ên koçberiyê de nêzî şeş salan li deverên Şehba, bakurê Helebê jiya ,di wê qonaxê de, xwe bi tevahî ji huner û stranbêjiyê re terxan kir, û hesreta xwe ya ji bo Efrînê veguherand çavkaniyeke afirîneriyê; ji ber vê yekê gelek stran nivîsîn û bestekirin ku derbirîna êşa koçberiyê, hesreta welatê û hêviya vegerê dikirin. Her wiha ew tevlî Navenda Çand û Hunerê ya Şehbayê bû, berî ku di sala 2024 de bi malbata xwe re li bajarê Amûdê bi cih bibe , li wir, neh mehan, wekî amadekarê bernameyan û ragihandkar li Radyoya «Arta» xebitî,dengê wî bi mirovan re hevrê ma, û peyamên hêvî û hesretê digihand wan.
Ciwan Hesen dest bi rêwîtiya xwe ya hunerî kir wekî sazvanê amûra Bizq û Tembûrê berî ku ew di sala 2018’an de, dest bi weşandina yekemîn stranên xwe bike, di rêwîtiya xwe ya hunerî de, wî gelek karên hunerî pêk anîn, gelek helbestên stranbêjiyê nivîsandin û awazên wan çêkirin , û qursên perwerdehiyê li ser amûrên muzîkê daye ji bo xwendekaran . Hunermend Ciwan mînaka hunermendê welatparêz û pabendîdar bû, wî pirsgirêkên welatê xwe bi dilpakî û dilsozî, ji dilê Efrînê heta Şehba yê hilgirtin û gotin û awazên xwe kirin neynika êş û azarên zarokên gelê xwe û hêvî û daxwazên wan; tevî dijwariya şert û mercan û êşên koçberiyê, ew her tim ji peywira xwe ya çandî û mirovahî re dilsoz ma.
Ew bi stranên xwe yên ku derbirîna wijdana kurdewarî û êşên koçberiyê dikirin dihat naskirin,wî gelek berhem nivîsandin, bestekirin û bi xwe jî gotin; hin ji wan berheman belavbûneke berfireh bi dest xistin û bûn beşek ji bîra hunerî ya Kurdî,herwiha, hin ji stranên wî ji aliyê hunermendên din ve jî hatin gotin, û bi vî awayî wî mîrateyeke hunerî û mirovahî ya mayînde li paş xwe hişt ku di wijdana zarokên gelê wî de zindî bimîne, û bibe yek ji dengên berbiçav ên di pêşketina strana Kurdî ya hevdem de.
Hunermendê nemir Ciwan Hesen bi gelek stranên ku bi xwe nivîsandin û pêşkêşkirin dihat naskirin, wî her weha ji bo çend hunermendên din jî stran û awaz çêkirin û ji stranên wî yên herî navdar ev in:
– Ax lo welato
– Sal debasbûn
– Şala Zeytûnê
– Siba te bi xêr, Efrîna min
– Xom Xom
– Dayika min tu negrî ser gora min
– Tê bîra min bêhna gundê min
– Buhara Gula min barkir
– Dil sare
– Mala min
– Herder Rojava.
Strana yekem a ku wî nivîsand, bi navê «Li Te Digerim Efrînê Min» bû, wî peyvên wê bi xêzên hesret û bêrîkirin ê vehûnand û ew pêşkêşî hevalê xwe Mihemed Belko kir ,wî jî awaza wê kir, paşê ev stran bi dengê hunermend Ciwan Hesen û Bilind Îbrahîm hate gotin.
Di sala 2020’an de, Ciwan Hesen beşdarî hilberîna strana “Banga Netewî”,bû ku wî gotinên wê bi xwe nivîsandin û ji hêla 22 hunermendên Kurd ve hate gotin bi mebesta ku piştgiriya yekîtiya kurdî di rûyê dagirker û komkujiyên ku li ser gelê kurd têne pêkanîn.
Ciwan Hesen di berhemên xwe yên stranbêjiyê de gelek bajarên Kurdî, wek Efrîn, Kobanî, Cizîra Botan û Qamişlo, bi hev ve girêdidan û wan ne tenê wek cihên erdnîgarî, lê wek sembolên berxwedanê û nasnameya neteweyî pêşkêş dikirin, di strana wî ya bi navê «Banga Netewî» de jî ev bajar wekî bangek ji bo yekîtiyê û hestkirina girêdana bi welat û nasnameyê re xuya dibin. Her wiha wî şûnwarên arkeolojîk û dîrokî û kevnar jî di stranên xwe de anîn ziman; Kela Efrînê kir sembola xweragirtinê , Çiyayê Lêlûnê kir sembola pîroziyê, Kobanî jî kir sembola berxwedanê. Li gel Cindirês û Şêranê wekî şûnwarên ku sembola têkoşînê hildigirin,herwiha Cindirês û Şêran wek du cihên ku sembolîzma têkoşîn û berxwedanê hildigirin, bi kar anî, bi vî awayî, berhemên wî veguherîn peyameke neteweyî û çandî ku kûrahiya girêdana wî bi welat û gelê wî re nîşan dide.
Dengê hunermendê Kurd Ciwan Hesen ne tenê melodiyeke derbas dibe an jî awazeke xweşe bi demê re tê ji bîr kirin, lê ew dengek bû ku di hundirê xwe de êşên gelê xwe û dîroka têkoşînê wî digire dest , dengê wî ji bo berxwedanê amûrek hêzdar bû, û peyamek rastiyê bû ku derbirîna êş û pêdarî û hêviya azadî û rûmetê dikir di rûyê zordarî û dijwariyê de.
Wî ne tenê ji bo hunerê distirand, lê stranên xwe kirin neynika êş û azarên Kurd, û wan wek amûreke belgekirina doza wan û gihandina dengê wan ber bi cîhanê ve bi kar anî , bi vî awayî, ew bû sembola hunera Kurdî ya bi doza neteweyî ve girêdayî, û hê jî dengvedana dengê wî nifşên nû jê îlham digirin.
Hunermend Ciwan yek ji navdartirîn hunermendên hunera Kurdî ya hevdem tê hesibandin, ji ber ku rêwîtiya wî bi hezkirina ji ax û mîrateyê bi taybetî Efrînê ve girêdayî bû, û heta salên xwe yên dawîn di deng û awazên xwe de hildigirt, wî êş û zehmetiya koçberbûn û dûrbûna ji warê xwe kişande heta ku jiyana xwe ji dest da bêyî ku xwestek û hêviya wî ya vegera Efrînê pêk were .
Ew beşdarî gelek şevbuhêrkên stranbêjiyê ,ahengên niştimanî , helkeftên neteweyî û festîvalên hunerî li hundur û derveyî Efrînê bû, ew dengek hunerî yê pabend bû ji bo pirsgirêkên gelê Kurd.
Ciwan Hesen mînaka hunermendê ku ji doza xwe veneqetiya ye, wî huner kire amûrek ji bo derbirîna êşa tevahî û hesreta neteweyî, û mîrateyek hunerî û mirovahî ya mayînde li dû xwe hişt, tekez kir ku hunermendê rasteqîn namire , ew vediguhêre semboleka mayînde ya di wijdana gelên xwe dimîne.
Hunermendê Efrînî Ciwan Hesen di dîroka 20/5/2025 de, li nexweşxaneyeke bajarê Helebê, ji ber şewitînên giran ên ku di encama qezayeke xemgîn de li hundirê mala wî ya li bajarê Amûdê, du roj beriya mirina wî pêk hatibû, jiyana xwe ji dest da. Wî li dû xwe jin, du keç û kurek, herwiha mîrateyeke hunerî û mirovahî ya mayînde hişt.
Hezaran ji zarokên gelê Kurd li bajarê Helebê di merasîmeke heybetdar de cenazeyê wî bi rê ve birin û ber bi deriyê Efrînê ve çûn. Cenazeyê wî li ser milan hilgirtin, û stranên wî yên ku li ser hezkirina wî ya kûr ji ax û zeytûnan re digotin,paşê cenazeyê wî birin cihê jidayikbûna wî, gundê Gurda, ku girêdayî navçeya Cindirêsê ye. Li wir, wekî ku wî wesiyet kiribû, ew di bin sîya darên zeytûnê yên ku di tevahiya jiyana xwe de jê hez dikir û bi stranên xwe ew pesn dikir, hate spartin axê, ev xatirxwestina bandorker, girîngiya mezin a cihê wî di dilê zarokên gelê wî de nîşan da.
Ciwan Hesen jiyana xwe ji dest da dema ku ew ji evîndara xwe, Efrîn dûr ket, û ewî nekaribû ku bajarê xwe careke bibîne. Efrîn di digewriya wî de janek ma û di dilê wî de hesret ma, Koçkirina wî windabûneke mezin bû ji bo qada hunerî ya Kurdî ; ji ber ku ew ne tenê hunermendek bû, lê stûneke neteweyî û çandî bû ku hunera xwe ji bo parastina nasname û mîrateyê terxan kiribû, bi dengê xwe, çîrokên axê û mirovan, êşên koçberiyê û xewnên azadiyê digihand gelê xwe.
Kurê Efrînê her tim bajarê xwe di deng û awazê xwe de hildigirt û huner kirbû peyameke berxwedanê û minbereke ji bo rastiyê, ji ber vê yekê, berhemên wî bûn beşeke resen a bîra muzîkî ya Kurdî, û dê dengê wî her tim di wijdanê zarokên gelê Kurd de zindî bimîne.
Ciwan Hesen ne tenê ji ber şewitînê jiyana xwe ji dest da, lê salên koçberî, xerîbiyê û hesreta Efrînê jî ew westandibûn, piştî çend salan li benda vegerê , sotandina biyaniyê û hesretkirina dîtina warê xwe , Ciwan vegeiya li Efrînê lê ne wekî wî dixwest , vegeriya li ser darbestê bi kefen rapêçayî ,da ku di nav axa wê de ku heta kêliyên dawî yên jiyana xwe jê hez dikir, bê veşartin.
Bi çûyîna wî re, Efrîn yek ji stûnên xwe yên hunerî ji dest da, û gelê me yê Kurd bejneke hunerî winda kir ku şopeke kûr û mayînde di bîra çandî de hişt; dengê ku her tim êş û azarên zarokên Efrînê û herêmên Kurdî, herwiha nasnameya wan a neteweyî, îfade dikir.
Oxir be yê ku di bêdengiyê de vegerî û di bîranînê de zindî mayî.
Oxir be yê ku li ser êş û azarên me strandî û bi dengê xwe çîrokên me mayende hiştîn.
Oxir be gula Efrînê, dengê te dê ligel me bimînê.
Mîrateya te wê jîndar bimîne û rêwîtiya te dê bibe minareyek rê ji nifşan re ronahî bike, stranên te dê bimînin rêhevalê her kesê ku azadî, wekhevî û rûmetê daxwaz dike.
Bila giyanê te bi aramî raze û li welatê me yê ku xwîn ji cergan dibare aştî lê belav bibe.






