Monday, October 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Dergûşa 800 zarokên me vala mane”

02/09/2026
in QUNCIK NIVÎS
A A
Sed salên Komara Tirkiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

Li cîhanê roja destpêka ‘şer’ bû roja ‘aştiyê’. Şerê Duyemîn ê Cîhanê ku 1’ê îlona 1939’an bi êrişa Almanyaya Nazî ya li dijî Polonyayê, dest pê kir. Ev şer bû sedema mirina bi dehan milyon mirovî, hilweşîna bajaran û vebûna birînên civakî yên kûr.

Piştî şer mirovahî ket nav hewldanan da ku carek dinan ev êşên giran mirovahî nejî, ev roja destpêka Şerê Duyemîn ê Cîhanê weka “Roja Aştiyê ya Cîhanê” îlan kirin.

Lê şerê Kurdan cuda bû. Kurdan şer nedan destpêkirin. Di 15’ê Tebaxa 1984’an ji xwe li Kurdistan şerek yek alî hebû. Dewleta Tirkiyê sed sal bû şerek dabû destpêkirin.

Şerê tunekirina Kurdan dabûn destpêkirin. Ji komkujiyan dest pê bikin bi tundî û zextan li ser gel, êrişên girkirina çandî, asîmîlasyona tunekirinê serdemeke dijwar hebû.

Dema Tevgera Azadiyê di 15’ê Tebaxê de bersiv da vî şerî, dixwest ev şerê yek alî bide seknandin.

Di sala 2025’an de êdî dabû seknandin. Lê bedelê giran dabû. Ji bo ev şer were seknadin 25 hezar û 922 ciwan jiyana xwe ji dest dabûn (Murat Karayilan: Şehîdên me yên 50 salan ango ji 1976’an heta 2026’an 25 hezar û 922 şehîd hene). Ev şehîdên ku şer kiribûn. Lê bi vî şerî ve girêdayî bi hezaran sivîl jî şehîd ketibûn. Li Kurdistan malek ku fotografên şehîdan daliqandî nebe, nemabû.

Di doza Kurdistan de pêvajoya aştiyê dest pê kiribû. Lê qehreman-lehengên vê pêvajoyê şehîd bûn. Tevgera Azadiyê biryara îlankirina şehadeta van cangoriyan da. Ji bo malbat şîna xwe bijîn, ji bo civak afrînerên vê aştiyê kî ne, nas bike, ev biryar dabû.

Û di van rojên dawî de, ji bo 800 şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Amed, Wan, Gever, Cizîr, Nisêbîn û Stenbolê taziyeyên bîranînê hatin lidarxistin.

Li deverên taziyeyên bîranînê hebû, şehîd ji aliyê girseyek mezin ve hatin pêşwazî kirin.

Di bîranînan de axaftinên dayikan yên balkêş hebûn. Ji wan yek jî, dayika şehîd Rahşan a ku di sala 1992’an de li Îzmîr Kadîfekale roja Newrozê bi agirê bedena xwe, Newroz pîroz kirbû, Emîne Demîrel bû. Digot:

“Îroj, Dergûşa 800 zarokên me vala mane. Dema ku Dergûş vala ma, dayik digirîn. Dayik bi keser û hesret e. Çavê me û hêviyên me di vegera wan de bûn. Lê mixabin em xemgîn in. Lê em dewa xaniyek û zeviyek nakin. Em doza azadî û serfîraziyê dikin. Ji tunebûnê me anîne hebûnê. Bi xwîna wan û bi şîr û girêyê me, me heriya wê hevîr kiriye. Bi şerê zarokên xwe jî me temelê wê azadiyê avêt. Ji 75’a ve me biryar daye û em hênjî li ser biryara xwe ne. Em paşve gav navêjin.  Rêberiya me, zarokên me yên çekdar, zarokên me yên dîl wê bêne berdan. Êş û jana ku em îro dikişînin em pê şadibin. Di vê meha Tebaxê de bi îlankirina van 800 şehîdan jan hat ji dayikan re, girî û şîn hat ji dayikan re. Hên jî kêyfxweş in li ser piya ne û hazir in.”

Tevgera Azadiyê bi vê biryarê tiştek baş kir. Behsa vegera gerîlayan dikirin. Dayikên şehîdan dema ku zarokên xwe di vê vegerê de nedîtinan wê hên jî xemgîn bibûna. Şîn di heman demê de terapiyek e jî. Şîn piştî demek vediguhêre qebûlkirinê. Dema ku wek dayika Emîne wate bidin wateya şehadeta wan, şîn cîhê xwe dide serbilindiyê.

Îroj li ser 800 dergûşên vala, 800 fotografên bi heybet hene.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Cîhanî ya Kecan
JIN

Roja Cîhanî ya Kecan

11/10/2026
28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ
HAJMARA PDF

28 SAL KOMOLOYA NAVNETEWEYÎ Û PÊVAJOYA ŞIKANDINA WÊ

11/10/2026
Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran
CIVAK Û JIYAN

Li Efrînê kevneşopiya ku nayê jibîrkirin; Çêkirina dimsa hinaran

11/10/2026
Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)
CîHAN

Metirsiya belavbûna şewba Kulareş(Taûn)

11/10/2026
Gelo yekîtî ne di xizmeta kê de ye
Serbest

Tevliheviyên li Hesekê û Pêvajoya Entegrasyonê; Ewlehiya Rojava û Başûr Li Hember Metirsiyên Herêmî

11/10/2026
Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan
Serbest

Du Gelawêjên Giranbiha Arîn û Rêvan

11/10/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.