Solîn Mihemed/ Qamişlo
Jinên Kurd hunerê weke amrazek bihêz bikar tînin da ku diyar bikin ka Kurdbûn, jinbûn û mirovbûn tê çi wateyê. Zehra Dogan jî yek ji wan jinan e ku hunera xwe parast.
Huner weke kevirê bingehîn ê çandê yê her civakê tê hesibandin. Ji bo jina Zehra Dogan, huner ne tenê afirandina wêneyan an xweşkirina cîhanê tenê ye. Huner ji bo wê rêyek ji bo axaftin, belgekirin, parastina bîr û berxwedanê ye.
Zehra Dogan hunermend, rojnamevan û nivîskareke Kurd e ku li Amedê ye di 14’ê Nîsana 1989’an de hatiye dinyayê.

Huner ji pişt qefesên zindanê
Zehra Dogan yek ji hunermendên jin ên Kurd ên pêşeng e ku bala cîhanê kişandiye ser xwe. Di navbera salên 2017’an û 2019’an de, ew nêzîkî sê salan di girtîgehên Tirkiyê de ma, ji ber tabloyekê ku wêrankirina bajarê Nisêbînê nîşan dida; bajarê ku di encama êrişên artêşa Tirkiyê de hatibû wêrankirin. Dema ku li dadgehê hate cezakirin, ew bi “derbasbûna sînorên hunerê” hate tawanbarkirin. Gava dadwer jê pirsî çima ew tablo kişandiye, Dogan bersiv da û wiha got: “Te ew kir, min tenê ew kişand.”
Zehra di girtîgehê de, tevî hemû xetereyan, hunera xwe weke celebek berxwedanê domand. Wê got: “Di girtîgehê de du bijarteyên min hebûn, an rastiyê qebûl bikim û gilî bikim, an jî hunera xwe weke berxwedanê bidomîn im.”
Ji ber ku kaxez û materyalên hunerî tune bûn, wê rojname, karton û qumaş weke kanvas bi kar anîn. Ji bo çêkirina rengan jî materyalên wek giyayên hûrkirî, hinar, xwîn, zerçûbe, qelemên şîn, dendikên qehweyê, xweliya cixareyê û biharat bi kar anîn. Piştî ku berhemên xwe çêkirin, wê gelek ji wan di nav cilên qirêj de veşartin û bi vî awayî ji girtîgehê derxistin.
Piştî serbestberdana wê, Zehra, ku wê demê 31 salî bû, ji Tirkiyeyê derket û pêşengeheke mezin a berhemên ku di girtîgehê de afirandibûn li dar xist. Wê behsa dîmena hunerî ya Kurdistanê dikir û digot: “Dîmena hunerî ya li Kurdistanê niha bi lez diguhere û pêlek hunermendên nû û afirîner heye.”
Dema jê hate pirsîn ka huner di vê tevgera guhertinê de çi cihî digire, wê bersiv daye û gotiye: “Em Kurd ji zêdetirî 100 salan ve ji bo mafên xwe têdikoşin. Hin kesan hilbijart ku bi çekan şer bikin, lê divê em fêr bibin ku bi rêbazên din jî têkoşîn bikin. Ji bo min, huner yek ji wan rêyan e.”
Dogan bawer dike ku ev têkoşîn di bingeh de ji bo vejandin û parastina çandê ye. Wê di vê derbarê de gotiye: “Li welatê min, bîr bi sedsalan hatiye wêrankirin. Bi tunekirina arşîva me ya dîrokî, ew hewl didin ku me bixin nav çerxeke jibîrkirinê, tunebûnê û nebûnê. Ji ber vê yekê, belgekirin di piraniya xebatên min de girîng e.”
Niha jî Zehra Dogan li Berlînê, Almanya dijî û wek hunermendeke li sirgûnê li Ewropayê dixebite..






