Remezan Olçen
Du hefte berê, li ser gotineke feylefosê Fransî Voltaire ya di berhema wî ya bi navê Candîde de,min jî gotibû; lazim e em baxçeyê xwe mezin bikin. Îcar ji bo baxçe şên û şîn bibe pêdiviya wî bi avê heye. Aveke pajiq. Pêdivî belkî bi bîrekê hey eli nîveka baxçeyê. Ji ber wê jî di xebat û hewldana mezinxistina “baxçeya edebiyata Kurdî” de, em leqê rastiyeke din tên; Ev bahçe ne tenê qada bêhnvedanê ye, di heman demê de stargeha bîra me ya neteweyî û civakî ye. Gava em di nav sîberên vê baxçeyê de dimeşin, em dibînin ku tovên herî kûr û koka herî biheybet, li devr û bera bîrê çendîn sedsal in xwe ragirtine. Bîr di vir de ne tenê tespîta boriyê ye; ew bi xwe çand e, ziman e, û dîroka kevnar e ku gel di dilê xwe de parastiye.
Bîra gelêrî, wekî pîroziya herî mezin a civakê ye. Lê dema ku ev bîr diedime, dixitime, yan jî hewl tê dan ku bidin jibîrkirin, hewcedariyeke mezin bi zîhniyeta parastinê çêdibe. Li vir bîrdozî di wateya xwe ya herî paqij de derdikeve holê. Bîrdozî di vê çarçoveyê de ne qalibên siyasî yên hişk in; bîrdozî meşandina doza parastina wê bîrê ye, paqijhiştina hişê civakê û xwedîderketina xwebûna xwe ye.
Gelo di vê cîhana global û teknolojiyê de ango di cîhana îro de em dikarin vê bîrdoziyê û parastina bîra dîrokî bi kîjan amûrî bi cih bînin?
Dersên dîrokê nîşanî me didin ku parastina bîrê bi dirûşm û axaftinên rojane tenê çênabe. Bîra çandî û zimanî, tenê gava ku dikeve nav ruhê pênûsê û dibe edebiyat, ji tunebûnê rizgar dibe. Edebiyata kurdî tam li vir dibe çek, alav û amûr û mertalê parastina bîrê. Çalakiyên edebî, vegotina çîrokan, nivîsandina roman û helbestan û zindîhiştina destanan; hemû awayên meşandina vê bîrdoziya pîroz in.
Dema ku nivîskarek kurd bi zimanê dayikê peyveke kevnar ji nû ve di çîrokekê de bi kar tîne, ew ne tenê hestan tîne ziman; ew pênaseya bîra zimanî ji toz û axa demê paqij dike. Dema ku pênûs behsa qedera civakekê, êşa malbatekê an jî kul û şahiya rabirdûyê dike, ew dîrokê ji bo nifşên paşerojê dike bîrdariyeke zindî. Bi vê rêyê, edebiyat tevlîhevî û toza ku li ser bîra civakê bûye sedema windabûnê, yek bi yek paqij dike.
Edebiyat dihêle ku çand û ziman ne tenê bên parastin, di heman demê de bên veguhastin û paqijkirin. Ew bîrdoziya ku ji çalakiyên edebî dipêce, hêza herî nerm lê di heman demê de ya herî xurt e ji bo qewşnkirina hebûnê. Zimanê ku di nav pirtûk û metnan de dijî, tê ser zar û ziman nahêle bîra civakê pûç bibe. Edebiyat dibe garantora ku gelê kurd ber bi paşerojê ve bi nasnameya xwe ya resen bimeşe.
Heke em dixwazin baxçeya xwe ji ba û bahozên dijwar biparêzin, divê em çand, ziman û dîroka xwe bi rêya edebiyatê bikin birc û keleh. Parastina bîra me, erka me ya herî mezin a mirovî û neteweyî ye. Her berhema ku tê nivîsandin, her çalakiya wêjeyî ku tê lidarxistin, gaveke nû ye ji bo paqijkirin û domandina vê bîrê. Bi afirandina edebî re, ew bîra kevnar jiyanê dide hişmendiya me. Baxçeyeke têr fêkî, têr sewze û têr kulîlk bi qebûlkirina hev û xurtkirina hev çêdibe. Em dema ji heman bîrê vexwin. Fêkiyên bi ava heman bîrê gihîştî bixwin em ê xwe nas bikin. Ya esas jî ma ne ev e; xwenasîn.






